Ew Ên Qenc û Xerab
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema we îbadetên xwe (yên heccê) qedand, her wekî ku we (di cahilîyê de) bav û kalên xwe bi bîr dianî, yan jî jê hêjî zêdetir Allah zikir bikin/bi bîr bînin. Ji însanan hinek (dema ku dûa dikin wiha) dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê bide me.” Ji yên wiha re li axîretê tu parek tune.
Hinek ji wan jî (dema ku dûa dikin) wiha dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê jî û li axîretê jî xweşîyê bide me û me ji ezabê agir biparêze.”
Evên ha, ji bo wan ji tiştên ku bi dest xistine parek (xweşik) heye. Hisab dîtina Allah pir bi lez e.
Ji însanan hin kes hene ku gotinên wan ên der heqê dinyayê de bi xweşa te diçe/bi gotina xwe tesîr li te dike û ew li ser tiştên di dilê xwe de (qencî û xweşikahî û isleh) Allah dike şahid. Lê belê ew dijminên herî dijwar in.
Dema (ku li ser karekî dibin rêveber an jî) ji cem we vedigerin û diçin, ji bo ku li ser rûyê erdê fesadîyê derxînin û çandinî û nesil/nifş helak bikin dixebitin. (Lê) Allah hez fesadê/xerakirinê nake.
Dema ku jê re tê gotin: “Ji Allah bitirse!” quretîya/kibra wî, ew bi ber bi gunehan ve dikişkişîne. Cehennem besî wî ye. Ew der çi warekî xerab e!
(Ji xeynî van mufsîdan) ji însanan hin kes jî hene ku; ji bo rizaya Allah bi dest bixin canê xwe/nefsa xwe feda dikin. Bêguman Allah li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Qet tu guman tune ew Ebrar (ên pirzêde qencî dikin), di nav nîmetan de ne.
Lê ew ên facir helbet di cehennemê de ne.
Qet/Tu car (ne wekî zen dikin e)! Qet tu guman tune ku kitêba faciran di “Siccîn” de ye.
Ma tu yê ji ku bizanibî “Siccîn” çi ye?
Kitêbeke nivîsandî ye.
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ew in ku; Roja Dîn/Roja Hisabê diderewînin.
Hal ev e ku, enceq ew ê ji hedê xwe borîye û pir gunehkar e diderewîne.
Dema ku ayetên me jê re tên xwendin, dibêje: “çîrok û çîvanokên berê”.
Qet/Tu car (ne wekî gotina wan e)! Berevajî, (guneh) ên kirine di qelbê wan de zeng girtîye (ji bo fêmkirina heqîyê ji wan re bûye asteng).
Qet/Tu car! Bêguman ku ew, wê rojê ji Rabbê xwe hatine nuxamtin (wê nabînin).
Paşê ew, teqez/muheqeq wê bikevin cehennemê.
Paşê (ji wan re wiha) tê gotin: “Ev, tiştê ku we derewandîye.”
Qet/Tu car (ne wekî zen dikin e)! Qet tu guman tune ku kitêba Ebraran (ên pirzêde qencî dikin), di “Îlliyîn” de ye.
Ma tu yê ji ku bizanibî “Îlliyîn” çi ye?
Kitêbeke nivîsandî ye.
Ew ên (ji Allah re) nêzikkirî ne, ew çavdêrî/muşahede dikin.
Bêguman Ebrar (ên pirzêde qencî dikin), di nav nîmetan de ne.
Li ser textan (derdorê) temaşe dikin.
Tu di rûyên wan de berqa (şahîya) nîmetan dibînî.
Ew ji şerabeke mohrkirî (ya ku qet nevebûyî) tên vexwarin.
Dawîya wê misk e. Ha ew ên pêşbazîyê dikin, bila ji bo vê pêşbazîyê bikin.
Têkela wê (ji kanîya) Tesnîm e.
(Tesnîm,) kanîyek e ku yên nêzîkkirîyê (Allah) jê tên vexwarin.
Kî jî bide û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze,
Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) tesdîq bike,
Em jî jê re ya herî hêsan e (amelê salih û cennetê) hêsan dikin.
Kî jî qesîsî bike û wekî ku ne hewcedar (ê Allah) be tevbigere,
Û ya herî xweşik (Laîlâheîllallah) biderewîne,
Em jî jê re ya herî zor (masîyet û dojehê) hêsan dikin.
Û gava ku serberjêrkî (bi dojehê ve digindire) malê wî tu feydê nade wî.
Qet guman tune hîdayet aîdê me ye.
Qet guman tune kafirên ji Ehlê Kitêb û yên ji muşrîkan, di agirê cehennemê de ne ku wê tê de bêdawî bimînin. Ha evana, di nava mexluqan de yên herî xerab/şerîr in.
Qet guman tune ew ên îman anîne û amelên salih dikin, evana di nava mexluqan de yên herî qenc/bixêr in.
Mikafata wan li cem Rabbê wan, cennetên Adn in ku di binê wan de çem diherikin û wê tê de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî jê (ji Allah) razî bûne. Ev, ji bo wî kesî ye ku ji Rabbê xwe ditirse.