Fezîletân û Fermanên Exlaqî
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
(Bi bîr bînin!) Dema me ji we wiha soz sitendibû: “Hûn ê xwîna hev nerjînin û hûn ê hevdu ji warê hev dernexin.” Paşê we (ew soza dabû) qebûl/îqrar kir û hûn hê jî (li ser soza xwe) şahidîyê dikin.
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Ew in ku; qesîsîyê dikin û emrê temahîyê li însanan dikin. Ew (nîmet) ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe daye wan vedişêrin. Me ji bo kafiran ezabekî riswaker hazir kiriye.
Ew in ku; malên xwe bi durûtî/bi rîyakarî didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân naynin. Hevalê kî jî şeytan be, ew çi hevalekî xerab e!
Eger wan îmân bi Allah û bi roja axîretê bianîya û rizqê ku Allah dabû wan înfaq bikirana qey wê çi winda bikirana? Allah, zanayê wan e.
Bêguman Allah bi qasî zerreyekî jî li tu kesî neheqîyê nake. Eger qencîyek hatibe kirin, wê qat bi qat zêde dike û ji bal xwe ve ecirekî mezin dide wî.
Ew ên teşwîqa sedeqeyê an qencîyê an jî lihevanîna di navbera însanan dikin ne tê de, di pirên pistepistên wan ên bi dizî de xêr tune. Kî jî vêya, (karê teşwîqa qencîyê) ji bo razîbûna Allah bike, em ê ecirekî mezin bidin wî.
(Digel van hemûyan) tu bi rêya efûyê bigire û fermana ya qenc bike û ji cahilan rû vegerîne.
Çi dema ji şeytan wasewasek/dilxuşûşîyek bigihîje te, xwe bispêre Allah. Bêguman ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.
Nexwe tu heqê eqrabeyan û yê miskîn/belengaz û rêwîyê ku di rê de maye bide. Ji bo wan ên ku razîbûna Allah hêvî dikin re ev, herî bixêrtir e. Ew ên digihîjin xelasîyê jî ha ev in.