Bakara
Ayet: 27Rûpel: 4
Ew (fasiq) in ku; piştî zeximandina wê, ehda ku dane Allah xera dikin û (pêwendî) yên ku Allah emrê pevgihandinê kiribû ji hev diqetînin û li ser rûyê erdê fesadîyê derdixin. Ha ew ên ku xisirîne ev bixwe ne.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 27Rûpel: 4
Ew (fasiq) in ku; piştî zeximandina wê, ehda ku dane Allah xera dikin û (pêwendî) yên ku Allah emrê pevgihandinê kiribû ji hev diqetînin û li ser rûyê erdê fesadîyê derdixin. Ha ew ên ku xisirîne ev bixwe ne.
Ayet: 60Rûpel: 8
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji bo qewmê xwe av xwestibû. Me got: “Gopalê xwe li kevir bide!” (Gopal çawa li kevir ket) di cih de av derket û duwazdeh kanî herikîn. Her nifşek ji wê derê cihê av vexwarina xwe pêzanîbûn. Ji rizqê ku Allah daye we bixwin û vexwin û li ser rûyê erdê fesadê/alozîyê/bêpergalîyê dernexin.
Ayet: 33Rûpel: 112
Cezayê wan ên ku li hemberî Allah û Rasûlê wî şer dikin û li ser rûyê erdê fesadîyê/berhevdanê derdixînin; an têne kuştin an têne daleqandin an dest û pîyên wan çeprastî tên jêkirin an jî ji cihê ku tê de ne tên ajotin/tên nefî kirin. Ev (ceza) riswayîya wan a li dinyayê ye. Li axîretê jî ji bo wan ezabekî mezin heye.
Ayet: 64Rûpel: 117
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Ayet: 56Rûpel: 156
Piştî islaha ser rûyê erdê (ku Allah bi tekûzî sererast kiriye) fesadîyê dernexin. Bi tirs û hêvî ji wî re dûa bikin. Bi rastî rahmeta Allah pir nêzîkî muhsînan (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) e.
Ayet: 74Rûpel: 159
“Bi bîr bînin! Piştî qewmê Ad (Allah) di şûna wan de hûn kirin xelîfe û li ser rûyê erdê bi cih kirin. We di deştên wan de koşk çêdikir û di çiyayên wan de jî xanîyan dikola. Êdî nîmetên Allah bînin bîra xwe û bi tevdanê li ser erdê alozî/zêdegavî/fesadê dernexin/nekin.”
Ayet: 85Rûpel: 160
Me ji qewmê Medyen re jî birayên wan Şuayb (şandibû). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bêguman ji we re ji Rabbê we (mûcîzeyek) vikîvekirî hat. Wezin û pîvanê bê kêmasî bigirin û eşyayê însanan (bihayê wî neşikênin û) kêm nedin wan. Piştî islaha wê, li ser rûyê erdê fesadîyê dernexin. Eger hûn mumîn bin ev, ji we re bixêrtir e.”
Ayet: 151Rûpel: 372
Îtaeta emrê musrîfan (kesên ji hedê xwe borîne) nekin.”
Ayet: 152Rûpel: 372
“Ew in ku; li ser rûyê erdê fesadîyê dikin, islah nakin.”
Ayet: 22Rûpel: 508
Hêvîya ji we tê kirin ma ne ew e ku piştî hûn (ji îslâmê) rû vegerînin, li ser rûyê erdê kirina fesadîyê û veqetandina pêwendîyên eqrebatîyê ye?