Bakara
Ayet: 208Rûpel: 31
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn tev bi hev re bikevin silm ê/îslam ê. Nedin pey pêgavên şeytan. Bêguman ew ji we re dijminekî eşkere ye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 208Rûpel: 31
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn tev bi hev re bikevin silm ê/îslam ê. Nedin pey pêgavên şeytan. Bêguman ew ji we re dijminekî eşkere ye.
Ayet: 19Rûpel: 51
Muheqeq li îndallah/li cem Allah dîn (ê muteber) îslâm e. Ew ên ku Kitêb ji wan re hatîye dayîn, piştî ku bûn xwedî ilim ji ber bitirî û hesûdî û daxwaza komek ku ji ya din serdesttir be di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Her kî li dijî ayetên Allah bibe kafir, bila bizanibe ku Allah serîu’lhisab e (hisab dîtina wî sivik e).
Ayet: 64Rûpel: 57
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Werin bal bi vê kelîmeya ku di navbera me û we de hevpar e/muşterek e: Em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadetê nekin û ji wî re qet tu tiştekî nekin şirîk û em ê (dev ji Allah bernedin û) hin kesên ji xwe ji hinekên din re nekin Rab. Eger rû vegerînin hûn jî (ji wan re) bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman/ji evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah in.”
Ayet: 85Rûpel: 60
Kî ji îslâmê pê ve li dînekî din bigere (bila bizanibe ku) ew (dîn) jê nayê qebûlkirin û ew (kes) li axîretê jî di zîyanê de ye.
Ayet: 3Rûpel: 106
Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 125Rûpel: 143
Allah, bixwaze kî bigihîne hîdayetê (ji bo pejirandina wî) singa wî/qelbê wî (li îslâmê) fireh dike. Bixwaze kî bixerifîne jî wekî ku ber bi asîmanan ve bilind dibe singa wî teng dike û dişidîne. Herwiha Allah, wî kesê ku îmân neanîye wiha mehkûmê ricsê/gemarê/ezabê dike. (An jî ricsê li ser kesên îmân neanîne kom dike.)
Ayet: 74Rûpel: 198
Ew sond dixwin ku wan (ew peyva kufrê) negotine. Lê bi sond wan ew peyva kufrê gotibûn û piştî îslâma xwe kafir bûn. Û qesda karekî kirin ku biserneketin. Ma ew ji bo ku bi lutf û îhsana Allah û Rasûlê wî ew dewlemend kiribûn, rabûn mirazê heyfgirtinê kirin? Eger tobe bikin ew ji bo wan bixêrtir e. Eger ew rûvegerînin kufrê wê Allah li dinya û axîretê wan bi ezabekî biêş û jan bide ber ezabê û li ser rûyê erdê ne alîkarê wan û ne jî dostê wan hene.
Ayet: 22Rûpel: 460
Ma ew kesê ku Allah singa wî ji îslamê re vekiribe û li ser nûreke ji Rabbê xwe be (qet dibe weke wî kesê ku qelbê wî mohrkirî ye û di nava tarîtîyan de ye)? Weyl li halê wan kesan be ku (digel navê Allah tê zikirkirin jî qelbên wan nerm nabe û) qelbên wan ji hêla bêzikrîya Allah ve hişk bûye! Evana di xerifîyeke vikîvekirî de ne.
Ayet: 7Rûpel: 551
Ma ji wî kesê digel ku bi bal îslamê ve tê vexwendin û ew derewan lihev tîne û bêbextîyan li Allah dike zalimtir kî heye? Allah, qewmê zaliman hîdayet nake.