Mafên Jinan
MALBATAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Di şevên rojîyê de nêzbûna/çûyîna cem jinê xwe, ji we re hatîye helalkirin. Ew libasên we ne û hûn jî libasên wan in. Allah pê dizanibû ku we li nefsa xwe îxanet dikir, loma tewba we qebûl kir û hûn efû kirin. Hûn êdî dikarin nêzî wan bibin û li tiştên ku Allah ji we re nivîsandîye (û kiriye para we) bigerin. Dema fecrê/şefeqê heta tayê spî ji tayê reş tê veqetandin, bixwin û paşê rojîyê hetanî şevê bidomînin. Dema ku hûn di mizgeftan de dikevin îtîkafê ligel wan nebin. Ev, hidûdên/sînorên (qedexeyên) Allah in. Ji van (hidûdan) neborin. Allah ayetên xwe ji însanan re bi vê awayê beyan dike, da ku ew xwe biparêzin.
Jinên ku (ji mêrên xwe) hatine berdan, (ji bo ku fêm bibe ka bi heml in an na) divê bi serê xwe sê demên heyzê lihêvîyê bimînin. Eger wan bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe; ne helal e tiştên ku Allah di rehmên wan de xuliqandîye veşêrin. Meqseda wan islehkirina zewacê be, di dema îddetê de eger bixwazin bi wan re li hev werin mêrê wan ji bo vegera wan herî zêdetir xwedî heq in. Çawa heqên zilaman li ser jinan heye her wiha heqên jinan jî li gorî urfê/bi xweşikahî li ser zilaman heye. (Lê belê) ji zilaman re di ser jinan re dereceyek (serdestî/heqê pêşikî yê) heye. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Telaq (berdan) du car e. Piştî vêya (jinan) an bi qencî li cem xwe hiştin e an jî bi xweşî berdan e. Ew (mehr) ên we daye wan, ne helal e ku hûn ji wan bistînin. Lê eger hûn ji nepêkanîna çavnêrîya hidûdên Allah bitirsin, ev ne tê de. Eger hûn (ji nepêkanîna mesûlîyetên hevdu) bitirsin û ji ber vê yekê hûn nikaribin çavnêrîya hudûdullah jî bikin, wê demê (jin ji bo berdana xwe) fidye/hin tiştan bide (zilam), ji bo her duyan jî mehzûr tune. Ev, hidûdên/sînorên Allah in. Sînor (ên Allah) binpê nekin! Kî jî hidûdên/sînorên Allah binpê bike, ewana yên zalim bixwe ne.
Dema we jinan berdan û wan jî wextê îddeta xwe qedandin, eger ew bi zilamên xwe re bi xweşî li hev werin û qerara vegera hevdu dan, ji vê (zewaca wan re) bi zorbazî nebin asteng/manî. Ev, ji we yên ku bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbin re şîret e. Ev ji bo we bixêrtir û paqijtir e. Allah dizane, hûn nizanin.
Ew dayîkên bixwazin dema mêtandinê temam bikin, bi dirêjahîya du salên tam dergûşên xwe/zarokên xwe şîr didin/dimêtînin. Li gorî pîvana urf (a belave) hewcetîya xwarin û cil û berg li ser bav e. Tu kes zêdeyî quweta xwe bi berpirsîyarîyekî (bi daxwaza mesrefeke zêde) nayê binbarkirin. Ne dayîk û ne jî bav ji ber zarokên xwe zerar bibîne. Li waris/li mîratxwer jî eynî berpirsîyarî/mesûlîyet dikeve. Eger dê û bav bi hev bişêwirin û bi rizaya xwe bixwazin zarok ji şîr veqetînin, ji bo herduyan jî mehzûrek tune. Eger hûn bixwazin ji zaroka xwe re dêşîr/makeşîr bigirin ji we re mehzûr tune, lê divê hûn heqê (heqdestê) wê dêşîrê/makeşîrê li gorî urfê/maqul û bi xweşî bidinê. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin Allah, tiştên ku hûn dikin dibîne.
Eger we mehra xwe diyar kiribe, (lê belê) berîya ku bi wan re bikevin munasebetê hûn wan berdin, nîvê mehrê bidin wan. Rewşa ku jin ji mehra xwe bibore an jî yê ku eqda mehrê di destê xwe de digire jê bibore, ne tê de (hûn dikarin nedin). Efûkirina we hê çêtir nêzîkî teqwayê ye. Fazîleta di navbera xwe de/qencîya ku we li hev kiriye ji bîr nekin. (Lewre) Allah, tiştê ku hûn dikin dibîne.
Mehrên jinan bi dilekî xweş bidin wan. (Ligel vê eger ji mehrên xwe) qismekî ji we re hîbe bikin, wê gavê bi noşîcanî bixwin.
(Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji mêran re parek heye. (Ji mîrasê) ku dê û bav û eqrebayan hiştîye ji jinan re jî parek heye. (Ji malê mîrasa ku maye) çi kêm çi zêde (ji hêla/alîyê Allah ve) payeke diyarkirî heye.
Allah, der heqê zarokên we de şîret li we dike ku ji mîrasê, ji mêran re bi qasî du para jinan heye. Eger ew (zarokên qîz) ji didûyan zêdetir bin, ji malê yê mirî, ji wan re ji sê paran du par heye. Eger (zarokê keç) bi tenê be nîvê mal ya wê ye. Zarokên (kesê) mirî hebe, ji dê û bavê wî her yekê re ji şeşan yek heye. Eger zarokên (kesê) mirî tunebe û dê û bavê wî jê re waris bin, ji dêya wî re ji sisêyan yek dikeve. Eger birayên wî hebin, para dêya wî ji şeşan yek e. (Ev parvekirin) piştî wesîyeta wî kiriye bê pêkanîn û deynê wî bê dayîn e. Bavên we û zarokên we! Hûn nizanin ku ji wan kîjan di sûdmendîyê de ji we re nêz e. (Ev payên hanê) ji hêla/ji alîyê Allah in ku li ser we ferz kiriye. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Eger zarokên wê tune be; nîvê mîrasê jinên we ji we re ye. Eger zarokên wan hebe, piştî ku wesîyet pêk bê û deynên wê bê dayîn ji yê mayî ji çaran yek ji we re ye. Eger zarokên we tune be, ji malê ku we hiştîye ji çaran yek ji jinên we re ye. Eger zarokên we hebe, piştî ku wesîyeta pêk bê û deynên we bê dayîn ji yê mayî ji heştan yek para jinên we ne. Eger waristîya mêr û jin ji ber kelaletîyê be (mîrasa wî kesê bê bav û bê kur) û di pey xwe de birayekî an jî xuşkekî bihêlin, ji her yekî re ji şeşan yek dikeve. Eger ew ji vêya zêdetir bin, piştî wesîyet pêk bê û deynê wî bê dayîn ew di sisêyan yekê de hevpar in. (Ev hemû) divê ji bo ku (waris û mîratxwer) zerar nebînin. (Ev hukmên hanê) li ser we wesîyeta Allah e. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we re ne helal e ku hûn bi zorê bibin warisê jinan. Hetanî ku wan fuhşîyatekî eşkere/zina nekiribin, (mehr) a ku we daye wan ji bo bi zorê ji wan bistînin bi zordarî kotekî li wan nekin. Bi wan re hevreboreke bi xweşî bikin. Eger dilê we bi wan nexweş be (acele nekin). Dibe ku tiştên bi xweşa we naçe Allah pir bixêr dike.
Eger hûn bixwazin di şûna hevjînekê de hevjîneke din ji xwe re bînin, we bi gasî qentarek/barek (wek mehîr zêr û zîv) dabe yekê ji wan jî paşê jê nestînin. Ma qey hûn ê bi bûxtanek û bi gunehkarîyekî eşkere ji wan bistînin?
Ma çawa (mehra ku we dabû) hûn ê ji wan bistînin ku berê dilê we li ser hev kelîya bû? Wan ji we peymaneke zexim sitendibû.
Ji ew (carîye) ên di bin destê we de ne tê de jinên mahrkirî jî ji we re hatîye heramkirin. (Ev ên hejmartî) li ser we hukmê Allah ya qethî ye. Bi jinên ji xeynî van, piştî ku hûn bi malên xwe (mehra wan bidin) û beyî ketina zinakarîyê daxwaza we ya zewaca bi wan re ji we re helal e. Piştî ku we (mehr) diyar kir, eger hûn di navbera xwe de li ser razîbûna xwe (ji heqên xwe biborin) ji bo we gunehek tune. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ji we kesê ku nikare bi jinên azad û mumîne re bizewice, bila bi cêrîyên bin destê xwe ên mumîne re bizewice. Allah bi îmana we herî çêtir dizane. Jixwe hûn tev (ji bo ku hûn di biratîya îmanê û di mirovahîyê de wekhev in) ji hevdu ne. Êdî bi şertê ku bi namûs bin û ne zinakar bin û bi dizî dostan negirin, bi destûra malbata wan/xwedîyê wan, wan li xwe mahr bikin û li gorî urfê mehra wan bidin. Eger piştî zewacê zina bikin, nîvê cezayê jinên azad ji wan re heye. Ev (destûra zewaca bi cêrîyan re), kesê ku ji kirina zinayê bitirse ji bo wî ye. Lê hûn sebir bikin ji we re bi xêrtir e. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Tiştên ku Allah, pê hinekên we bi ser hinekan re girtîye pêşnîyaz/daxwaz nekin. Ji mêran re, ji tiştên ku bi dest xwe xistine parek heye û ji jinan re jî tiştên ku bi dest xistine parek heye. Ji Allah fedla wî bixwazin. Birastî Allah, bi her tiştî dizane.
Ji tiştên dê û bav û eqrebayên nêz li pey xwe hiştine, me her yeki kire waris. Para/behra yên ku bi sondên (an jî bi peymanên) we hatine girêdan bidin wan. Bêguman Allah li ser her tiştî şahid e.
Bi sebebê ku Allah hinekan (mêran) di ser hinekên din (jinan) re girtîye û ji ber ku mêr malên xwe xerc dikin, mêr li ser jinan rêveber in. Jinên salîha ew in ku ji dilûcan îtaetkarê Allah in û tiştên (weke mal û îffetê) ku Allah parastine di xeybê (di cihên ku kes nabîne) de diparêzin. Ew jinên ku hûn ji nuşûza wan/ji serkêşîya wan ditirsin şîret li wan bikin, paşê ew di nivînên wan de bi tenê bihêlin, li wan bixin. (Dema ku we yek ji van kir) eger îtaetî we bikin (dev ji serkêşîyê berdin) êdî di aleyha wan de (ji bo zerardayîna wan) rêyekî din negerin. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.
Ew, der heqê jinan de ji te fitûyê dixwazin. Bibêje: “Allah ji we re der heqê wan de fitûyê dide.” Der heqê tiştên ji wan keçên sêwî re (di Kitêbê de) hatine nivîsandin ku we nedaye wan û (ligel vê) hûn dixwazin bi wan re bizewicin û der heqê zarokên aciz û sêwî de, ji bo ku edaletê li wan bikin, di Kitêba ku ji we re tê xwendin (di ayetan) de hene (ma ji we re ne bes in?) Hûn çi xêrê bikin Allah muheqeq pê dizane.
Eger jinek ji serkêşîya mêrê xwe an jî ji rûvegerandina (ji dûrketina wê) bi tirs be ji wan herduyan re tu guneh tune ku di navbera xwe de sulhekê bikin. Sulh (ji vebijêrkên zewaca bi pirsgirêk an jî ji berdan û ji serkêşîyê) herî bi xêrtir e. (Ligel vê yekê) di nefsan de çavnebarî û hesûdî dike. Eger hûn (qencîyê) li hevdu bikin û hûn xwe (heqên xwe yên berhemberê hevdu de) xwe ji Allah biparêzin, bêguman Allah ji karûkirinên we agahdar e.
Ji te fetwayê dipirsin. Bibêje: “Allah hukmê kelaletîyê (mîrasa wê kesê bê bav û bê kur) wiha beyan dike: Eger zarokên kesê mirî (ku bibin waris) tunebin û (wek waris) xwişkekê wî hebe nîvê mîrasê ji wê (xwişkê) re ye. Lê xwişk bimire û ji wê tu zarok tune be (birayê wê) jê re dibe waris. Eger xwişkên wî (birayê) dido bin, ji wan re (ji mîrasa bira) ji sisêyan didu heye. Lê (mîratxwerê mêrekî bê zarok) xwişk û bira bin, para mêran bi qasî du parên jinê ye. Ji bo ku hûn şaş nebin/averê nebin Allah ji we re beyan dike. Allah, zanayê her tiştî ye.”
Ya Nebî! Ji jinên xwe re bibêje: “Eger hûn jiyana dinyayê û xemla wê dixwazin werin (ez hinek malê dinyawî bidim û) we pê sûdmend bikim, (paşê jî) we bi xweşikahî berdim.”
Na eger hûn Allah û Rasûlê wî û warê axîretê daxwaz dikin, bêguman Allah ji we ji kesên muhsîn/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin re xelatekî mezin amade kiriye.
Gelî jinên pêxember! Her kî ji we xerabîyeke vikîvekirî bike, ezab ji bo wê du qat tê zêdekirin. Ev, ji Allah re pir hêsan e.
(Ligel vê yekê) kî ji we ji dilûcan û bêdawî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike û amelên salih bike, em ê jî mikafata wî du car bidinê. Û me ji bo wî rizqeke pir qîmetdar amade kiriye.
Gelî jinên pêxember! Hûn ne ji wan jinên ji rêzê ne. Eger hûn bi teqwa ne, gotinên bi awayê zarşîrîn nebêjin da ku kesê dilxerab dilê xwe nebijînin (we). Gotinên lêhatî (ya bi weqar û bi teqwa) bibêjin.
Di malên/di xanîyên xwe de bimekinin/rûnin. Hûn jî weke jinên dewra cahilîya pêşîn nekin ku wan (ji bo nîşandayîna xwe) xeml û zînetên xwe vedikirin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin. Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.
Ayetên Allah ku di malên we de tên xwendin û hikmetê (sunneta ku ravekirina pêxember e) bi bîr bînin. Bêguman Allah (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutuf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Eger ji jinên we yek bide pey kafiran (bigihîje wan) û hûn jî (bi wan re şer bikin û xenîmet bi dest bixin) û wan ceza bikin, bi qasî xerc kirine bidin wan kesên ku jinên wan çûne. Ji wî Allahê ku we îman pê anîye bitirsin û xwe biparêzin.
Gelî ew ên îman anîne! Bêguman jinên we û zarokên we (yên ku we ji hicretê men dikin) her yekî ji bo we neyarek in. Xwe ji wan biparêzin. (Lê belê) hûn efû bikin û xweş bibînin û bibexşînin bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.