Meqam û Mewqî

ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

8ayet hatin dîtin
Meqam û Mewqî
1

En'âm

Ayet: 123Rûpel: 142

Here Ayetê

Bi vî awayî ji bo ku hîlekarî û tevdanê bikin me di her bajarî de mezinên wan kir mucrîmên/gunehkarên wê derê. Hal ev e ku kemînên wan, bitenê zerar dide wan bixwe. Ne di şiûra wê de ne jî.

2

Yûsuf

Ayet: 54Rûpel: 241

Here Ayetê

Hikumdar got: “Wî ji min re bînin da ku ez wî ji xwe re bikim zilamekî xas/şêwirmendekî taybet.” Dema ku bi wî re peyivî wiha got: “Tu îro li cem me rayedar (bi rayeyên berfireh arastî) û ewledar î.”

3

Yûsuf

Ayet: 55Rûpel: 241

Here Ayetê

(Yûsuf) got: “Min li ser rayedarîya xezîneyan (Wezareta Darayî) tayîn bike. Bêguman ez wan baş diparêzim û di vê îşê de zana me.”

4

Yûsuf

Ayet: 56Rûpel: 241

Here Ayetê

Bi vî awayî me li ser rûyê erdê temkîn/îmkan/desthilatî da Yûsuf. Li wê derê li gor daxwaza xwe dima/tevdigerîya. Em kî bixwazin, rahmeta xwe digihînin wî. Û em xelata muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) zayî nakin.

5

Şuarâ

Ayet: 83Rûpel: 369

Here Ayetê

“Rabbê min! Hikum/hikmet bide min û min tevlî salihan bike.”

6

Neml

Ayet: 15Rûpel: 377

Here Ayetê

Sond be, me ilim dabû Dawûd û Suleyman. Gotin: “Hamd ji bo wî Allahê re be ku em di ser gelek evdên xwe yên mumîn de girtine.”

7

Neml

Ayet: 16Rûpel: 377

Here Ayetê

Suleyman, ji Dawûd re bû waris (ket şûna wî). Got: “Gelî însanan! Zimanê teyran bi me hatîye hînkirin û ji her tiştî ji me re hatîye dayîn. Bêguman ev, (Belê ev,) lutf û keremeke vikîvekirî ye.”

8

Sâd

Ayet: 35Rûpel: 454

Here Ayetê

Gotibûn: “Rabbê min! Min mexfîret bike û hukimdarîyeke wisan bide min ku piştî min tu kes negihîje wê. Bêguman tu, (ew ê ku bê gerew/bê dêl dide evdên xwe) Wehhab î.”