Merhamet
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.
Ji wan re bi hestên dilovanî tevbigere û dilnizm be (wan têxe bin baskên xwe yê merhamet û dildarîyê) û bibêje: “Rabbê min! Çawa ku wan min mezin kirin û gihandin tu jî bi rehma xwe bi wan re bike.”
Ji bo ku hûn sekînetê bibînin (bigihîjin hedanê) xuliqandina wî ya hevjînên ji nefsên we û pêkanîna hezkirin û merhameta di navbera we de jî ji ayetên wî ne. Bêguman di vêya de ji bo qewmekî difikire re ayet hene.
Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.