Meryem (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ku zarok welidand gotibû: “Rabbê min! Min keçikek anî! -Lê Allah çêtir dizanibû ku wê çi anîye-. Zaroka keç ne wekî kur e, min navê wê Meryem danî. Ez wê û zurîyeta wê, ji şeytanê recimandî/qewirandî bi te diparêzim.
Rabbê wê, (nezira wê) bi awayekî xweşik qebûl kir û (weke gihîştina nebatekê) ew bi xweşikahî mezin kir. (Digel wan olnasên ku dixwestin guhpêdana wê bigirin ser xwe pêşbazîyê dikirin jî Allah) Zekerîya jê mesûl kir. Zekerîya çi cara ji bo serlêdanê çûbe mîhraba wê (Ji Zekerîya pê ve tu kes ne diçû cem wê û digel ku Meryem ji cihê tê de bû dernediket jî) xwarin li cem wê didît. Got: “Ya Meryem, ev (xwarin) ji te re ji ku derê tê?” Wê jî got: “Ev, ji îndallah e. Allah, ji kî re bixwaze wî bêhisab/bêsînor dirizqîne.”
(Bi bîr bînin!) Dema ku melâîketan (ji Meryem re) gotin: “Ya Meryem! Bêguman Allah tu hilbijart û pakîpaqij kir û di ser jinên aleman re girt.”
Ya Meryem! (Ji bo şikirandina muqabilê vê nîmetê) ji Rabbê xwe re ji dilûcan îtaet û secde bike. Bi rukûvanan re (di rewşa cemaî de) rukû bike.
Ev (agahîyên hanê), xeberên ji xeybê ne ku em ji te re wehîy dikin. (Nexwe) dema ku ji bo kî ji wan wê xwedîtî li Meryem bike (ji bo pişkê) qelemên xwe diavêtin, tu ne li cem wan bûyî. Wê dema wan nîqaş dikirin jî tu ne li cem wan bûyî.
(Bi bîr bînin!) Wê demê melâîketan gotin: “Ya Meryem! Allah, mizgîna kelîmeyekî ji xwe dide te. Navê wî Îsâ Mesîhê kurê Meryem e. Li dinya û li axîretê bi rûmet e û ew, ji wan ên nêz (î Allah) in.
Gelî Ehlê Kitêb! Di dînê xwe de pîroletî/aşirîtî nekin û ji gotina rast pê ve der heqê Allah de tiştekî nebêjin. Bêguman Îsâ Mesîhê kurê Meryem pêxemberê Allah û (ji bo ku ew bê sebeba bav biwelide bi gotina “Bibe!”) kelîmeya li Meryem îlqa kiriye û rûhekî jê ye. Bi Allah û bi pêxemberên wî îmân bînin. Nebêjin: “(Îlâh) sisê ne.” Dev jê (ji vê batilê) berdin. (Ev) ji bo we bi xêrtir e. Allah yek Îlâhek bi tenê ye. Ew ji zarokgirtinê munezzeh e. Li erd û esmanan çi hebe aîdê Allah in. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Sond be, ew ên gotin: “Mesîhê kurê Meryem, Allah bixwe ye” bûne kafir. Bibêje: “Eger ew (Allah) bixwaze, Mesîhê kurê Meryem û dêya wî û hemû heyînên ku li ser rûyê erdê dijîn helak bike, kî dikare li dij Allah wan biparêze?” Milkê erd û esmanan û yên di navbera her duyan de jî aîdê Allah in. Ew çi bixwaze dixuliqîne, Allah li ser her tiştî Qadir e.
(Wê demê) Allah dê bibêje: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Nîmetên ku min daye te û dêya te bi bîr bîne. Tê bîra te, min bi Ruhu'l Qudûs (bi Cibrîl) piştgirîya te kiribû. Tu di dergûşê de û di kamiltîya xwe de bi însanan re diaxivî. Min Kitêb û hîkmet û Tewrat û Încîl hînî te kiribû. Te ji herîyê sûretê çivîkê/teyrê çêdikir û pifdikirê, bi îzna min dibû çivîk/teyr (a zindî). Dîsa bi îzna min te nexweşê gurî û kor baş dikir. Bi îzna min te mirî (ji gora/ji qebira wan) divejand/sax dikir. Dema ku tu bi delîlên eşkere ji Benî Îsraîl re hatibûyî, ji wan ên kafir hinekan digotin: “Ev ji sêhrê pê ve ne tiştekî din e” û bi astengkirina ji wan (min tu mihafeza kiribû).
Bi bîr bîne, Allah wiha gotibû: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Ma te ji însanan re gotibû: “Ji xeynî Allah min û dêya min wek îlâh bigirin?” Got: “Ez ji hemû kêmasîyan te tenzîh dikim. Ji bo min (ne rast e) ez tiştekî ku ne heqê min e bibêjim. Eger min ew gotibe helbet te pê dizanîbû. (Lewre) tu ya di nefsa min de dizanî lê ez ya di nefsa te de ye nizanim. Bêguman tu, zanayê xeybê yî.”
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
Me ji rohê xwe pif kiriye wê ya ku îffeta xwe parastîye (Meryem). Me ew û kurê wî ji bo aleman kir ayet.