Pêşengên Li Dij Allah (ac) Xwe Li Mezinahîyê Datînin
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ew ên bûne pêşeng/rehber (lîderên dînî an sîyasî ku însan didan pey wan), ji peyrevên xwe teberrî dikin û dûr dikevin û ezabê dibînin têkilîyên di navbera wan de (hemû munasebetên dostanî û eqrebatî û tîcarî û dînî) tê birîn.
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Hemû bi hev re derdikevin hizûra Allah. Mustezef (ên ku ji alî taxûtên mijokdar ve keda wan hatîye mijîn û bindest mane û bi îşkence û bi zordestîyê hatine bêrûmetkirin), ji mustekbîran re wiha dibêjin: “Em (li dinyayê) tabiên we bûn. Ma vêga hûn dikarin hinekî ji ezabê Allah ji ser me bidin alî/dê feydeyekî we bigihîje me?” Wê bibêjin: “Eger Allah hîdayet li me bikira, me yê hûn bigihandana ser rêya rast. (Êdî giringîya wê tune.) Em (li dij vê ezabê) sebir jî bikin û binalin jî ferq nake, ji me re cihê revê/xelasî tune.”
(Gotina wan a vê peyvê) ji bo ku roja qiyametê hemû gunehên xwe û qismek gunehên wan kesên li ser nezanînê xerifandine hilgirin. Dîqat bikin/bala xwe bidin, tiştê ku hilgirtine çi qas xerab e!
Kafiran gotin: “Em bi vê Qur'anê jî û bi (Kitêb) ên berê de hatine jî îman naynin.” Xwezî dema ku ew zilimkar di hizûra Rabbê te de tên sekinandin te wan bidîtana! Dev davêjin hevdu. Ew ên qels (mustezaf) ji wan ên qure (mustekbîr) re dibêjin: “Eger ne ji we bûya muheqeq em ê mumîn bibûna.”
Ew ên mustezaf, ji mustekbîran re wiha dibêjin: “Berevajî (îş û karê we) bi şev û bi roj (çêkirina) hîle bû… (Lewre) we, li me emir dikir ku em li dij Allah bibin kafir û jê re şirîkan çêbikin.” Dema ku ezab dibînin (hundirê wan disoje, lê) poşmanîya xwe vedişêrin. Me jî xelekên bizincîr di stûyê kafiran de borand. (Başe ku çi) ma qey wê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din re bihatibana cezakirin?
Wê dema ku bi sûcdarîya berhemberê hevdu bi hev dikevin, yên qelshiştî (mustezef) ji yên qure (mustekbîr) re dibêjin: “Bi rastî em tabiên we bûn. Hûn a niha dikarin qismekî agir ji ser me bidin alî?”