En'âm
Ayet: 98Rûpel: 139
Ew (Allah) e ku hûn ji nefsekê/ji Âdem xuliqandîye. Ji bo we cihêkî mayînê û cihekî (ku bi emanetî) hûn tê de bimînin heye. Bêguman ji bo civakeke fêmdar me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 98Rûpel: 139
Ew (Allah) e ku hûn ji nefsekê/ji Âdem xuliqandîye. Ji bo we cihêkî mayînê û cihekî (ku bi emanetî) hûn tê de bimînin heye. Bêguman ji bo civakeke fêmdar me ayetên xwe bi berfirehî beyan kiriye.
Ayet: 84Rûpel: 199
Tu carî di ser mirîyê wan (munafiqan) de nimêj neke û li ser gora wan (ji bo dûa û daxwaza mexfîretê) nesekine. Lewre ew ji Allah û Rasûlê wî re bibûn kafir û wek fasiq miribûn.
Ayet: 27Rûpel: 258
Allah, mumînan di jiyana dinyayê de jî û di axîretê de jî bi gotineke zexm (Lâilâheillallah) payidar dike. Allah zaliman dixerifîne û Allah çi daxwaz bike wê dike.
Ayet: 46Rûpel: 471
(Ezaba herî xerab ew e ku) sibeh û êvarê ew ji agir re têne rapêşkirin. Roja ku qiyamet radibe (wiha tê gotin:) “Malbata Firewn têxin ezaba herî dijwar.”
Ayet: 13Rûpel: 550
Gelî ew ên îman anîne! Hûn, ew qewmê ku Allah xezeb li wan kiriye dost/welî negirin. Muheqeq wekî ku ew ên kafir ji (vejandina) ehlê qebrê bêhêvî ne, wan jî ji axîretê hêvîya xwe birîne.
Ayet: 21Rûpel: 584
Paşê ew mirand û kire qebrê.