Ra'd
Ayet: 6Rûpel: 249
Ew berî qencîyê leza xerabîyê ji te dikin. Muheqeq berî wan (weke vê) pir mînak hatine û borîne. Bêguman digel ku însan zilmê li xwe dikin jî Rabbê te ji bo wan xwedî mexfîret e. Bêşik Rabbê te, ew e ku cezayê wî pir dijwar e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 6Rûpel: 249
Ew berî qencîyê leza xerabîyê ji te dikin. Muheqeq berî wan (weke vê) pir mînak hatine û borîne. Bêguman digel ku însan zilmê li xwe dikin jî Rabbê te ji bo wan xwedî mexfîret e. Bêşik Rabbê te, ew e ku cezayê wî pir dijwar e.
Ayet: 22Rûpel: 251
Ew in ku, ji bo razîbûna Rabbê xwe sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji wê rizqa ku me daye wan bi dizî û eşkere (sereqet/daîma) înfaq dikin û xerabîyê bi qencîyê def dikin. Ji wan re aqûbeta warê (axîretê ya xweşik) heye.
Ayet: 7Rûpel: 281
Eger hûn (vê hêz û îmkanê li xêrê serf bikin û) qencîyê bikin hûn ji bo xwe qencî dikin. Eger hûn xerabîyê jî bikin hûn ê zerar bidin xwe. Dema weada dawîyê (ya duyem) were, (em ê evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de bişînin) ku bila rûyê we reş bikin û wekî berê bikevin mescîdê û çi bi destê wan bikeve serûbinî hev bikin.
Ayet: 89Rûpel: 384
Kî bi qencîyekî were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Û ew ji tirsehêza wê rojê di ewlehîyê de ne.
Ayet: 90Rûpel: 384
Kî jî bi xerabîyekî were (hizûra Allah), ew li ser dev û rû bi agir ve tên avêtin û (parêzvanên agir ji wan re wiha dibêjin:) “Ma hûn ê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din bêne cezakirin?”
Ayet: 84Rûpel: 394
Kî bi qencîyekê were (hizûra Allah), jê re ya herî bixêrtir heye. Kî jî bi xerabîyê were, êdî ew ên xerabî kirine tenê bi qasî ya ku kirine berdêla wan tê dayîn.
Ayet: 34Rûpel: 479
Qencî û xerabî nabin weke hev. Tu (xerabîyê) bi awayekî xweşik def bike/biqewirîne. Wê demê tu yê bibînî ku ew kesê di navbera te û wî de dijminantî heye ji te re bûye dostekî dilgerm/dilsoz.
Ayet: 46Rûpel: 480
Her kî amelê salih bike, ew di leha wî de ye/jê re baş e. Kî jî xerabî bike, di aleyha wî de ye. Rabbê te li ser evdên xwe ne zilimkar e.