En'âm
Ayet: 123Rûpel: 142
Bi vî awayî ji bo ku hîlekarî û tevdanê bikin me di her bajarî de mezinên wan kir mucrîmên/gunehkarên wê derê. Hal ev e ku kemînên wan, bitenê zerar dide wan bixwe. Ne di şiûra wê de ne jî.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 123Rûpel: 142
Bi vî awayî ji bo ku hîlekarî û tevdanê bikin me di her bajarî de mezinên wan kir mucrîmên/gunehkarên wê derê. Hal ev e ku kemînên wan, bitenê zerar dide wan bixwe. Ne di şiûra wê de ne jî.
Ayet: 116Rûpel: 233
Ji neslên/ji nifşên berî we -kêmanîya ku me wan xelas kirin ne tê de- bila hin kes hebûna da ku li ser rûyê erdê ji fesadê men bikirana? Ew ên zilimkar jî (şûna ku vê fesadê ji holê rabikin) li dûv jiyaneke xweş ku tê de rû girtibûn, ketin. Û ew jixwe mucrîmên gunehkar bûn.
Ayet: 117Rûpel: 233
Eger ehlê bajar mirovên muslîh/islahkar bin, Rabbê te wan (sirf) bi zilimkarî helak nake.
Ayet: 16Rûpel: 282
Dema em bixwazin warekî helak bikin, em li wan ên di kamranê de/di halxweşîyê de emrê (îtaeta bi Allah) dikin. (Lê ew îtaet nakin û) di wir de fesadîyê dikin. Êdî hukmê (ezabê) li ser wan heq dibe û em wê derê serûbinî hev dikin.
Ayet: 17Rûpel: 282
Me di pey Nûh de gelek nesil/nifş helak kirin! (Gelî mucrîmên Mekkeyê! Hûn ji wan ne bi rûmettir in.) Bi agahdarî û bi dîtina gunehên evdên xwe Rabbê te bes e.
Ayet: 63Rûpel: 345
Ew (ên mal û ewladên ku me dane wan ji bo xwe xêr dihesibînin jî) qelbê wan (ji îman û amelên salih) di xefletê de ye. (Ji xeynî şirkê) amelên wan (ên xerab) jî hene û ew van amelan dikin.
Ayet: 64Rûpel: 345
Dema ku em ji wan ên mutref/rûdayî yên har (bi ezab) digirin, (tu çi bibînî) di heman demê de qîrîn bi wan dikeve û qajeqajê dikin.
Ayet: 58Rûpel: 391
Me gelek civakên ku di nava xweşîyê de bitir bibûn helak kirin. Ha vaye xanîyên wan! Piştî wan -demekê pir kêm ne tê de- di wan de nehatîye rûniştin (ew der bûne wêran). Em bûne warisê wan deran.