En'âm
Ayet: 43Rûpel: 131
Qet nebe dema ji wan re ezabê me hat bila lavahî bikirana û serî bitewandana! Lê qelbên wan hişk bû û şeytan tiştê ku wan kirine ji wan re xemilandî nîşan da.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 43Rûpel: 131
Qet nebe dema ji wan re ezabê me hat bila lavahî bikirana û serî bitewandana! Lê qelbên wan hişk bû û şeytan tiştê ku wan kirine ji wan re xemilandî nîşan da.
Ayet: 48Rûpel: 182
Dema şeytan amelên wan (derketina şer) ji wan re xemilandibû û gotibû: “Îro ji însanan kesê ku zora we bibe tune û ez jî ji we re alîkar im.” Dema her du artêş/ordî hatin hemberî hev, ew (şeytan) li ser her du panîyên xwe paş de vegerîyabû û gotibû: “Bêguman ez ji we dûr im/berî me. Tiştê ku hûn nabînin, ez dibînim. Ez ji Allah ditirsim.” Allah ew ê ku ezabê wî dijwar e.
Ayet: 39Rûpel: 263
Got: “Ji ber ku te ez xerifandim, ez ê jî li ser rûyê erdê ji wan re (rêşaşîtîyê) bixemilînim û ez ê wan hemûyan bixerifînim.”
Ayet: 24Rûpel: 378
“Min wê û qewmê wê dît ku dev ji Allah berdane û ji rojê re secde dikin. Şeytan amelên wan li wan xemilandîye û wan ji rê (ya rasterast) girtîye. (Ji ber vêya) ew jî rêya rast nabînin.”
Ayet: 38Rûpel: 399
(Me) Ad û Semud jî (helak kir). Warên ku ew li wê derê runiştî bûn (ew ên me wan helak kirine) ji bo we derketîye holê. Şeytan amelên wan ji wan re xemiland û (herwiha) wan (ji rêya rast) xerifand. Ew bixwe (bi qasî ku heqîqetê fêm bikin) çavvekirî û bîrewer jî bûn.