Suleyman (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Û wan (girtin) derheqê hikumdarîya Suleyman de dane pey lihevanîn (derewên batil) ên şeytanan. Suleyman nebû kafir, lê şeytan bixwe bûne kafir. Wan tiştên li Babîlê ji her du melaîketan re, ji Harût û ji Marût re hatibû daxistin û sêhrê hînî însanan dikirin. Hetanî ku nedigotin: “Em, enceq îmtîhan in/ji dînê te re fitne ne. Nebe tu bikevî kufrê de” van tiştan hînî tu kesî nedikirin. Ji wan (herduyan) tiştên (sêhra) ku navbera mêr û jin xera dike hîn dibûn. Lê heta destûra Allah nebe, ew nikarin zerarê bidin tu kesî. Sond be wan baş dizanîbû ku ew kesên wê (sêhrê) bistîne û pê amel bike ji axîretê qet nesîbê wî tune. Tiştê ku nefsa xwe di muqabilê wê de firotinê çiqas xerab e. Xwezî bizanîbûna!
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Dawûd û Suleyman jî (bi bîr bîne)! Wê dema der barê çandinîya ku pez ketibûyê de hukim didan. Em li ser hukmê wan şahid bûn.
Me ew hikum (a biîsabet/licih) bi Suleyman dabû fêhmkirin. Me hikum/hikmet û ilim dabû her yek ji wan. Me çiyan û teyran xist bin emrê Dawûd da ku (pê re) tesbîh bikin. Yê (ku van) dikin em in.
Me ba (yên) bi jid jî (xist bin xizmeta) Suleyman. Bi emrê wî, ber bi ardê ku me bereket xistibûyê ve diherikî diçû. Em, zanayê her tiştî ne.
Bayê jî (me da) Suleyman. Serê sibê çûna wê mehek û êvarê dagerîna wê mehek e. (Di rojekî de mesafeya du mehan diqedîne.) Me jê re sifirê/paxirê helandî weke lehîyê herikand. Komek cin jî bi emrê Rabbê te di pêşîya wî de dixebitin. Ji wan her kî ji emrê me rû vegerîne, em ezabê agirê har ku alavên bi erjeng direşîne bi wan didin tamkirin.