Taybetîyên Divê Ku Li Ser Mumînan Hebin
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Mumîn enceq ew kes in ku; dema Allah tê zikirkirin qelbê wan dilerize. Dema ayetên wî ji wan re tên xwendin îmana wan zêdetir dibe û ew bi tenê tewekkulê Rabbê xwe dikin.
Ew in ku; nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ha ev ên ha mumînên heqîqî ne. Ji wan re li cem Rabbê wan derece (ku wesîleya serdestîyê ye) û mexfîret û rizqekî xweşik heye.
Erê ma ew ê ku dizane tiştê ji alîyê Rabbê te nazil bûye heq e, qet dibe wekî wî yê kor? Bi tenê ew ên aqilmend şîret digirin.
Ew in ku, ehda Allah (soza li ser tewhîdê dane) peymana bê kêmasî pêk tînin û mîsaqa xwe xera nakin.
Ew in ku, ew pêwendîyên Allah emir kiriye ku wê bigihînin hev (weke pêwendîyên eqrebatîyê û cîrantîyê û biratîya îslâmê) digihînin hev. Ji Rabbê xwe îttîqa dikin/xwe diparêzin û ji hisabê xerab ditirsin.
Ew in ku, ji bo razîbûna Rabbê xwe sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji wê rizqa ku me daye wan bi dizî û eşkere (sereqet/daîma) înfaq dikin û xerabîyê bi qencîyê def dikin. Ji wan re aqûbeta warê (axîretê ya xweşik) heye.
(Ew aqûbet jî ev e:) cennetên Adn in ku wê bikevinê. Ji bavên wan û ji hevjînên wan û ji zurîyeta wan ew ên salih in jî dê bikevin wê derê. Û melâîket jî ji her derîyê/dergehê ve dikevin cem wan.
(Dibêjin:) “Di muqabilê sebra we de silav li ser we be!” Aqûbeta vê warê çi qas xweş e.
Bêguman mumîn gihîştine felahê/xelasîyê.
Ew in ku; di nimêjên xwe de di xuşûyê de ne.
Û ew, ji tiştên kelevajî rû vedigerînin.
Û ew, mesulîyeta/berpirsîyarîya zekâtê bi cih tînin.
Û ew, îffeta xwe diparêzin.
Ji xeynî hevjîn û carîyeyên wan. Ji ber (ligelhevbûna) van re nayên lomandin.
Kesê ku ji vêya wirdetir ve li tiştekî din bigere (ji xeynî hevjîn û carîyeyên xwe bi hinên din re bihemikîne), ha ew ên ha ji hedê xwe borîne.
Û ew, (çi ew ên di navbera xwe û Rabbê xwe de û çi di navbera xwe û însanan de) emanetên xwe diparêzin û li ser ehdên xwe disekinin.
Û ew, (wext û şert û rûkn û xuşû û sinnetên) nimêjên xwe diparêzin.
Ew ên ku wê bibin waris ha ev in.
Ew ji cennetên Firdews re dibin waris û di wir de ebedî dimînin.
Ew ên ku ji we re hatine dayîn bitevahî, metaên jiyana dinyayê ên (bihûrbar) in. Lê tiştên li îndallah/li cem Allah in, ji bo kesên îman anîne û xwe bitenê dispêrin Rabbê xwe re herî bixêrtir û mayînde ne.
Ew in ku; ji gunehên mezin û ji fuhşîyatê xwe diparêzin û dema hêrs dibin jî efû dikin.
Ew, îcabetî vexwendina Rabbê xwe (îman û amelê salih) dikin û nimêjê rasterast dikin. Karên wan, di navbera wan de bi şêwr e. Ji rizqên ku em didin wan înfaq dikin.
Ew in ku; dema neheqîyek tê serê wan alîkarîya hevdu dikin.