Taybetîyên Kafiran
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji nav wan yên ku li te guhdarî dikin hene. Ji bo ku ew (wehîyê) fêm nekin me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danîye. Ew hemû ayetan/mûcîzeyan bibînin jî dîsa îmân naynin. Wisan ku; eger bêne cem te bi te re nîqaş dikin û ew ên bûne kafir (wiha) dibêjin: “Ev, ji çîrokên pêşîyan pê ve ne tiştekî din e.”
Ew kesên li ser rûyê erdê bi neheqî quretî û pozbilindî dikirin ez ê (wan) ji ayetên xwe vegerînim. (Wê bêpêwend/bêeleqe/guhnedêr bimînin û ew seh bikin jî fêm nakin.) Ew, hemû ayetan bibînin jî îmân naynin. Ew rêya rûşd/rast/avakirinê bibînin jî wê ji xwe re nakin rê (û pê de naçin). Lê ew rêya çewtîyê/şaşîtîyê/xerabîyê bibînin (di heman demê de dipejirînin û) ji xwe re wek rê digirin. Ev, ji ber ku ayetên me derewandibûn û ji wan xafil mabûn e.
Ewana qîma xwe bi rûniştina yên paş de mayînê re anîn. (Li ser vê) qelbê wan hate mohrkirin. Êdî ew fêm nakin.
Ew ên di aleyha wan de rê hatîye dayîn (ew ên tên lomandin/şermezarkirin), digel ku dewlemend in jî (ji bo ku dernekevin cîhadê) ji te destûrê dixwazin. Lewre wan qîma xwe anîne ku bi wan ên paş mayîn re runiştî bimînin. Allah qelbê wan mohr kiriye, êdî ew fêm nakin.
Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe hatibe hişyarkirin û paşê berê xwe jê vegerandibe û tiştên bi destê xwe (pêk anîye) teqdîm kiriye zalimtir kî heye? Bêguman me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danî da ku ew tênegihîjin. Eger tu bi bal hîdayetê ve gazî wan bikî jî ew ebedîyen rasterê nabin.
(Nexêr ne wisan e!) Bi rastî me ji wan re ya heq anî. Bêguman ew derewkar in.