Tewekkûla Ji Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Eger Allah alîkarîya we bike, êdî tu kes nikare we têk bibe. Eger we bêalîkarî bihêle ma kî dikare (digel Allah) alîkarîya we bike. Bila mumîn bitenê tewekkulê Allah bikin.
Xwe bispêre wî (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û ew ê ku (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Xwe bispêre Allah. Ji wekîlîyê re Allah bes e.
Hûn di her kîjan mijarê de îxtîlaf bikin, (di wê mijarê de) hukim aîdê Allah e. Rabbê min Allah ev e. Ez bitenê tewekkulê wî dikim û bitenê berê xwe didim wî.
Allah... Ew e ku, ji xeynî wî (yê ku îbadet heq dike) qet tu îlâh tune. (Di wê rewşê de) ew ên mûmîn bila enceq tewekkulê Allah bikin.
Û ji cihekî ku qet guman nedikir wî dirizqîne. Her kî tewekkulê Allah bike ew, jê re bes e. Bêguman Allah, (kîjan) emrê xwe (daxwaz bike) bicih tîne. Muheqeq Allah, ji bo her tiştî pîvan/wext/wade tayîn kiriye.