Tirsa/Xofa Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Piştî vê bûyerê qelbên we hişk bû. Qelbên we bûye weke kevir û heta ji kevir jî hişktir e. Lê kevirên wisan hene ku çem jê diherikin û yên wisan jî hene ku dibin şeq û av jê der dibe û yên wisan jî hene ku ji tirsa Allah gêr dibin/digindirin. Allah ji karên we ne xafil e.
Tu ji ku derê derketibî jî berê xwe bide bi alîyê Mescîdu’l Haram ve. Hûn jî her li ku derê dibin bibin, berê xwe bidin bi bal Mescîdu'l Heram ve. (Wisan bikin ku) bila ji însanên zilimkar pê ve delîlên tu kesî di aleyhê we de nemîne. Ji wan netirsin. Bitenê ji min bitirsin da ku nîmetên xwe yê li ser we temam bikim. (Herwiha) hûn bigihîjin hîdayetê.
Ha ev şeytan, enceq bikaribe dostên xwe bitirsîne. Jê netirsin! Eger hûn mûmîn in bitenê ji min bitirsin.
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ma bi qewmekî ku sondên xwe şikandine û xwestine ku Rasûl ji warê wî derxînin û cara pêşîn bi we re (herb) kirine re, hûn şer/qîtal nakin? Ma qey hûn ji wan ditirsin? Eger bera hûn mumîn bin, Allah çêtir layiq e ku hûn jê bitirsin.
Ew (pêxember in ku), rîsaleta Allah (ji însanan re) teblîx dikin û ji wî ditirsin û ji Allah pê ve qet ji tu kesî din natirsin. Ji hisab dîtinê re Allah bes e.
Ji însanan û ji heyînan û ji dewaran jî yên wiha reng bi reng hene. Enceq ew ên alîm in ji Allah (bi heqî) ditirsin. Bêguman Allah, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.