Xêr Jî Şer Jî Ji Allah E (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ew ên ku Allah ji lutf û îhsana xwe (nîmetan) daye wan û qesîsîyê dikin hene, bila zen nekin ku (ev qesîsî) ji bo wan xêr e. (Nexêr, ne wisan e.) Berevajî ev ji wan re şer e. Wê roja qiyametê, tiştê ku pê temahî dikirin wê di sitûyê wan de bê pêçandin. Mîrasa/Pêmayîya erd û esmanan aîdê Allah e. Allah, ji tiştên ku hûn dikin agahdar e.
Eger wekî ku însanan di xwestina xêran de dilezînin, Allah jî (ji ber beddûayê wan ên dema hêrsbûnê de an jî ber masîyetên dikirin) xerabî/nebaşî bi lez bida wan wê hukmê ecelê wan bidana (wê îşê wan biqedîya). Ew ên hêvî nakin ku diqedîya wê leqayî me bên jî em ê wan di bitirbûna/harîtîya xwe de û di rewşa şaşîtîyê de bihêlin.
Eger Allah zerarekê bîne serê te, ji wî pê ve kes tune ku wê zerarê ji ser te rake. Ji bo te xêrek daxwaz bike, kes tune ku rê li ber lutfa wî bigire. Ew ji kîjan evdê xwe re bixwaze (lutf û kerema xwe) digihîjînê wî. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Her çi nîmetê heye û digihîje we ji Allah e. Paşê dema tengezarîyek bi ser we de bê, hûn (di heman demê de) lavahîyê lê dikin.
Însan wekî ku ji bo xêrê dûa dike, (di demên tengezarî û acizîyê de bi nifiran) ji bo şerrê jî dûa dike. Bi rastî însan pir lezgîn e.
Ji wan bedewîyên ku di paş de hatine hiştin wê ji te re bibêjin: “Mal û ehlên me em mijul kirin. (Ji derketina şer re bûne asteng). Ji bo me daxwaza mexfîretê bike.” Tiştê ku di qelbên wan de tune ye bi zimanên xwe dibêjin. Bibêje: “Eger Allah ji bo we zerarek an jî feydeyek teqdîr bike, li dij Allah kî dikare we biparêze? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah ji karên we agahdar e.