Xwarin û Vexwarina Heram

JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHAN

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

16ayet hatin dîtin
Xwarin û Vexwarina Heram
1

Bakara

Ayet: 168Rûpel: 24

Here Ayetê

Gelî însanan! Ji tiştên helal û paqij ên li ser rûyê erdê bixwin û nedin pey qevzên/pêgavên şeytan. Lewre ew ji we re dijminekî eşkere ye.

2

Bakara

Ayet: 172Rûpel: 25

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji wî rizqê helal û paqij ku me daye we bixwin. Eger hûn bitenê jê re evdîtî dikin ji Allah (tenê) re şikur bikin.

3

Bakara

Ayet: 173Rûpel: 25

Here Ayetê

(Allah), ji we re enceq (heywan) ên mirar/term û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî Allah li ser navê kesê din re hatibe serjêkirin heram kiriye. Lê belê her kî di zorê de/mecbûr bimîne û bê ku êrîşkarîya heqê kesên din û ji hedê xwe jî nebore (di xwarina van ên heramkirî de) ji wî re guneh tune. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

4

Mâide

Ayet: 1Rûpel: 105

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Girêdayîyê peymanên xwe bimînin (ahdên xwe bi cih bînin). Bi şertê ku hûn di îhramê de nêçîrê li xwe helal nekin, ji xeynî ew ên ku wê ji we re bên xwendin goştê heywanan bi tevahî ji we re hate helalkirin. Bêguman Allah li gorî daxwaza xwe hikum dike.

5

Mâide

Ayet: 3Rûpel: 106

Here Ayetê

Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

6

Mâide

Ayet: 4Rûpel: 106

Here Ayetê

Ew ji te dipirsin ka ji wan re çi hatîye helalkirin. Bibêje: “Tiştên paqij hate helalkirin. Wekî ku Allah hînî we kiriye û we jî hînî heywanên nêçîrê kiriye ku (ew ajalên nêçîrê) ji we re nêçîrê dikin, tiştên ku ew digirin jî (ji we re helal in). (Nêçîrên) ku ji bo we girtine navê Allah li ser bixwînin û bixwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, yê ku hisab dîtina wî pir bi lez, Serîu’lhîsab e.”

7

Mâide

Ayet: 5Rûpel: 106

Here Ayetê

Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.

8

Mâide

Ayet: 87Rûpel: 121

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Tiştên ku Allah ji we re helal kiriye, yên xweş û paqij ji xwe re heram nekin û zêdegavîyê jî nekin. Bêguman Allah ji kesên ku ji hedê xwe diborin hez nake.

9

Mâide

Ayet: 88Rûpel: 121

Here Ayetê

Ji rizqê helal û xweş ya ku Allah daye we bixwin û vexwin. Ji Allahê ku we îmân pê anîye bitirsin, xwe biparêzin.

10

En'âm

Ayet: 118Rûpel: 141

Here Ayetê

(Di muqabela gotinên muşrîkan ku dixwazin we têxin gumanan û dibêjin “Nexwe hûn (heywan) ên bi destên xwe serjê dikin/digurênin dixwin lê ew ên ku Allah wan dikuje naxwin?”) eger hûn bi ayetên wî (Allah) bawer in ji (goştê) heywanên li ser wan navê Allah hatibe zikirkirin (û bên serjêkirin) bixwin.

11

En'âm

Ayet: 119Rûpel: 142

Here Ayetê

Ma çi bûye ji we hûn ji ew (heywan) ên ku navê Allah li ser hatîye zikirkirin, naxwin? -Ew ên hûn ji bêçareyî dixwin ne tê de- wî (Allah) tiştên ku ji bo we heram in bi eşkerehî beyan kiriye. Bi rastî pirên wan bi nezanî û li gorî hewayên xwe (însanan) dixerifînin. Bêguman Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne çêtir dizane.

12

En'âm

Ayet: 142Rûpel: 145

Here Ayetê

Ji heywanan hinekan ji bo bar kişandinê û hinek jî ji bo binraxê/doşekê (ji bo hirîya wan xuliqandîye, ew e.) Ji rizqê ku Allah daye we bixwin, nedin pey gavê şeytan. (Lewre) ew (şeytan) neyarê we yê eşkere ye.

13

En'âm

Ayet: 145Rûpel: 146

Here Ayetê

Bibêje: “Di nava wan ayetên ku ji min re wehîy bûne de ji bo kesê nanxwer re; ji xeynî (wê ya negihîştîye kêrê) mirar û xwîna herikandî û goştê beraz -ku bêşik ew, pîs e- an jî heywaneke ji xeynî Allah navê yekî din hatibe zikirkirin û li ser fisqê hatîye serjêkirin ne tê de, ez tiştekî heramkirî nabînim. Kî jî mecbur/di zorê de bimîne û zêde pê de neçe û ji sînor dernekeve dikare ji evanan bixwe, bêguman Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”

14

Nahl

Ayet: 114Rûpel: 279

Here Ayetê

Ji tiştên ku Allah we pê riziqandîye wek helal û paqij bixwin. Eger hûn bi tenê ji Allah re îbadet dikin, ji nîmetên wî re şikur bikin.

15

Nahl

Ayet: 115Rûpel: 279

Here Ayetê

Allah ji bo we bi tenê meyte û xwîn û beraz û heywanên ku ji xeynî Allah bi navê hin heyînên din hatine serjêkirin heram kiriye. Her kî di zorê de bimîne bi şertê ku ji hedê xwe nebore û zêdayî neke (di xwarina van de ji bo wî guneh tune). Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

16

Hac

Ayet: 30Rûpel: 334

Here Ayetê

Ha wisan… Her kî şîarên/hurûmatên Allah (tiştên ku Allah parastin û çavnêrîya wan daxwaz kiriye) berz/rûmetdar bike ev, jê re li cem Rabbê wî ya herî bixêrtir e. Ew ên ku (herambûna wan) ji we re hatîye xwendin ne tê de, heywanên din ji we re hatîye helal kirin. Xwe ji wan pûtên necis biparêzin! Ji peyva derew jî dûr bimînin.