Berhevdanî

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

7ayet hatin dîtin
Berhevdanî
1

Mâide

Ayet: 64Rûpel: 117

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.

2

Hûd

Ayet: 85Rûpel: 230

Here Ayetê

“Gelî qewmê min! Wezin û pîvanê bi edalet bigirin. Eşyayê însanan kêm nedin wan. Piştî isleha wê, li ser rûyê erdê fesadîyê/alozîyê dernexin.”

3

Hûd

Ayet: 116Rûpel: 233

Here Ayetê

Ji neslên/ji nifşên berî we -kêmanîya ku me wan xelas kirin ne tê de- bila hin kes hebûna da ku li ser rûyê erdê ji fesadê men bikirana? Ew ên zilimkar jî (şûna ku vê fesadê ji holê rabikin) li dûv jiyaneke xweş ku tê de rû girtibûn, ketin. Û ew jixwe mucrîmên gunehkar bûn.

4

Ra'd

Ayet: 25Rûpel: 251

Here Ayetê

Ew ên ku piştî peymana zexm dane Allah (ehda li ser tewhîdê) xera kirine û ew ên ku, ew pêwendîyên Allah emir kiriye diqetînin û li ser rûyê erdê fesadê dertînin (hene); lanet ji bo wan e. Aqûbeta warê (axîretê) ya herî xerab jî ji wan re ye.

5

Nahl

Ayet: 88Rûpel: 276

Here Ayetê

Ew ên kafir in û (însanan) ji rêya Allah men dikin jî; ji ber fesadîya wan ve em ê li ser ezaba wan, ezabekî din bidin wan.

6

Şuarâ

Ayet: 183Rûpel: 373

Here Ayetê

“Tiştên însanan kêm nekin! Li ser rûyê erdê fesadîyê nekin û alozî/bênîzamî/aşirîtî dernexin.”

7

Kasas

Ayet: 83Rûpel: 394

Here Ayetê

Ha (ev) warê axîretê ye. Em wê didin wan kesên ku li ser rûyê erdê fesadê naxwazin û çavdêrîya bitirtîyê nakin. Aqûbet (a xweşik) yê Mutteqîyan e.