Cihûyan

PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

20ayet hatin dîtin
Cihûyan
1

Bakara

Ayet: 62Rûpel: 9

Here Ayetê

Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan her kî bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe û amelên salih kiribe, li cem Rabbê wan ji wan re xelat heye. Ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn jî nabin.

2

Bakara

Ayet: 111Rûpel: 16

Here Ayetê

Gotin: “Ji Cihûyan û Filleyan pê ve kes nakeve cennetê.” Ev, gumreşîyeke wan e. Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka delîlên xwe (ya ku tê de qet tu şubhe tune) bînin (de em bibînin).”

3

Bakara

Ayet: 113Rûpel: 17

Here Ayetê

Digel ku Kitêbê dixwînin jî Cihûyan gotin: “Ew ên Fille ne li ser tu tiştî ne.” Filleyan jî gotin: “Ew ên Cihû ne li ser tu tiştî ne.” Her wiha ew ên nezan jî wekî wan digotin. Allah, roja qiyametê der heqê wê mesela ku tê de îxtîlaf kirine, wê di nava wan de hukmê xwe bide.

4

Bakara

Ayet: 120Rûpel: 18

Here Ayetê

Heta tu tabiê dînê wan nebî Cihû jî û Fille jî ji te razî nabin. Bibêje: “Bêşik rêya rast bitenê rêya hîdayeta Allah e.” Piştî vê îlmê ku ji te re hatîye; eger tu bidî pey hewayên/daxwazên wan, ji alîyê Allah ve ji bo te (yê ku ji ezabê wî biparêze) ne tu dost û ne jî alîkar heye.

5

Bakara

Ayet: 135Rûpel: 20

Here Ayetê

Gotin: “Bibin Cihû an Fille da ku hûn bigihîjin hîdayetê.” Nexêr (Ne wisan e!) Berevajî, (hîdayet esil) rêya Îbrahîmê henîf e. Ew ne ji muşrikan jî bû.

6

Bakara

Ayet: 140Rûpel: 20

Here Ayetê

Ma hûn dibêjin ku Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan Cihû an jî Fille bûn? Bibêje: “Ma hûn çêtir dizanin an Allah? Digel ku li cem wî ji îndallah (agahîyek heye) ji wî kesê ku şahidîyê vedişêre zalimtir kî heye? Allah ji amelên we ne xafil e.

7

Âl-i İmrân

Ayet: 67Rûpel: 57

Here Ayetê

Îbrahîm, ne Cihû bû. Ne Fille jî bû. Ew muslîmekî henîf bû. Ew ne ji muşrîkan jî bû.

8

Nisâ

Ayet: 46Rûpel: 85

Here Ayetê

Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.

9

Nisâ

Ayet: 137Rûpel: 99

Here Ayetê

Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.

10

Nisâ

Ayet: 160Rûpel: 102

Here Ayetê

Bi sedema zilma ku Cihûyan kiribû û bi sedema ku wan pir kes ji rêya Allah vegerandibûn, hin nîmetên paqij û (ên ku berê de) ji wan re helal bûn, me ji wan re heram kirin.

11

Mâide

Ayet: 18Rûpel: 110

Here Ayetê

Fille û Cihû dibêjin: “Em zarokên Allah û hezkirîyên wî ne.” Bibêje: “(Madem wisan e) çima Allah ji ber gunehên we ezab li we dike?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hûn jî beşer in ku wî hûn xuliqandîye. Ew kîjanê bixwaze mexfîret dike û kîjanê bixwaze jî ezab lê dike. Milkê erd û esmanan û yên navbera her duyan jî aîdê Allah in. Veger jê re ye.

12

Mâide

Ayet: 41Rûpel: 113

Here Ayetê

Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.

13

Mâide

Ayet: 44Rûpel: 114

Here Ayetê

Bêguman me Tewrat nazil kiriye. Di navê de hîdayet û nûr heye. Ew pêxemberên (bi dilsozî ji Allah re) teslîm bûne di nav Cihûyan de bi wê Kitêbê hikum didan. Ji ber ku ji parastina Kitêb (a Allah) mesûl bûn û li ser wê şahid bûn Rabbanîyan û Zanayan jî (di navbera însanan de bi wê Kitêbê) hikum didan. (Nexwe) ji însanan netirsin. (Bitenê) ji min bitirsin! Ayetên min bi bihayekî kêm/erzan nefroşin. Kî bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum neke; ew ên ha kafir bixwe ne.

14

Mâide

Ayet: 51Rûpel: 116

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Cihû û filleyan ji xwe re nekin dost. Ew dostê hevdu ne. Ji we her kî wan ji xwe re bikin dost, muheqeq ew jî ji wan e. Bêguman Allah koma zilimkaran nagihîne hîdayetê.

15

Mâide

Ayet: 64Rûpel: 117

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.

16

Mâide

Ayet: 69Rûpel: 118

Here Ayetê

Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan kî bi Allah û bi roja axîretê îmân bîne û amelên salih bike, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.

17

Mâide

Ayet: 82Rûpel: 120

Here Ayetê

Sond be, di nava însanan de tu yê bibînî ku ji mumînan re di dijmintîyê de yên herî dijwar Cihû û muşrîk in. Tu yê di hezkirina ji bo mumînan de jî bibînî ku ew ên herî nêzîk ew in ku ji xwe re dibêjin “Em Xirîstîyan in/Em Fille ne”. Lewre di nava wan de keşiş (ên zanyar û ehlê îbadetê) û rahîb ên ku (di mijara îttîbaya heqîyê de) quretîyê nakin hene.

18

Tevbe

Ayet: 30Rûpel: 190

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Ûzeyîr, kurê Allah e.” Filleyan jî gotin: “Mesîh, kurê Allah e.” Ev gotinên devê wan in û peyvên kafirên berîya xwe dibêjin. Allah wan qehir bike/bikuje, çawa tên vegerandin?

19

Nahl

Ayet: 118Rûpel: 279

Here Ayetê

Ew tiştên ku me berê ji te re behs kir, me ji cihûyan re heram kiribûn. Me zilim li wan nekiriye. Lê belê wan zilim li xwe dikir.

20

Hac

Ayet: 17Rûpel: 333

Here Ayetê

Bi rastî Allah roja qiyametê di navbera mumînan û cihûyan û sabiîyan û filleyan û muşrîkan de wê hukmê xwe bide. Bêşik Allah li ser her tiştî şahid e.