Ecel
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Hûn li ku dibin bibin -dixwazin di kelehên zexm û asê de bin jî- dîsa wê mirin bi we bigire. Dema xweşîyek bigihîje wan dibêjin: “Ev ji cem Allah e.” Lê dema xerabîyek tê serê wan dibêjin: “Ev, ji rûyê te ye.” Ji wan re bibêje: “Hemû ji Allah in.” Erê ma çi bûye ji vê qewmê ku qet tu gotinê fêm nakin.
Ew ê ku hûn ji herîyê xuliqandîyê û paşê ji we re (ji bo dema mirina we) ecelek danîye ew e. Muddeya (dema vejînê) jî li cem wî ye. Paşê hûn (hê jî) guman dikin.
Her ew e yê ku bi şev we dimirînê û bi roj jî ka hûn çi dikin pê dizane. Paşê hetanî ecelê we yê diyarkirî temam bibe we (bi roj) divejîne. Paşê vegera we jê re ye. Paşê wê agahîya karûkirinên we bide we.
Ji her ûmmetê re ecelek heye. Dema ku ecelê wan temam dibe ne seatek/lehzeyek li paş wê dimînin û ne jî dikarin bikevin pêş wê.
Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin û paşê jê re tobe bikin. (Di muqabilê vê de) heta demeke diyarkirî wê bi awayekî rind heyata we bi xweşî û bi feyde bidomîne û dê ji lutf û kerema xwe bide çi kesê xwedî fezîlet in. Eger hûn rû vegerînin, bêguman ez der heqê we de ji ezabê rojeke mezin ditirsim.
Eger Allah ji ber zilma ku însanan kiriye bidarizîne/muhakeme bike li ser rûyê erdê qet tu candarek nedihişt. Lê ew, heta demeke diyarkirî wan dide paş. Dema ecelê wan were ne seatekî paş de dimînin û ne jî seatekî pêş de diçin.
(Li hemberî vê) bila gunehên we mexfîret bike û we hetanî demeke diyarkirî texîr bike. Bêguman dema/ecela Allah (ji we re) hat, êdî ew nayê texîrkirin. Xwezî we zanîbûna.”