Âl-i İmrân
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 135Rûpel: 66
Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.
Ayet: 136Rûpel: 66
Xelata wan li cem Rabbê wan mexfîret û cennetên ku di binî de çem diherikin û di wir de ebedî ne. Mikafata (yên ji bo rizaya Allah bi dest bixin dixebitin) xebatkaran çi qas xweş e.
Ayet: 36Rûpel: 83
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Ayet: 114Rûpel: 96
Ew ên teşwîqa sedeqeyê an qencîyê an jî lihevanîna di navbera însanan dikin ne tê de, di pirên pistepistên wan ên bi dizî de xêr tune. Kî jî vêya, (karê teşwîqa qencîyê) ji bo razîbûna Allah bike, em ê ecirekî mezin bidin wî.
Ayet: 90Rûpel: 276
Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.
Ayet: 77Rûpel: 393
(Gotibû:) “Tu bi wan tiştên ku Allah daye te, ji bo bi dest xistina warê axîretê bixebite û nesîbê xwe yê li dinyayê jî ji bîr neke. Çawa ku Allah lutûf li te kiriye tu jî qencîyê bike. Li ser rûyê erdê daxwaza fesadîyê neke. Lewre Allah hez mufsîdan nake.”
Ayet: 24Rûpel: 568
Di malên wan de pareke diyarkirî heye.
Ayet: 25Rûpel: 568
Ji bo (xîzan) ên xwazok û mehrûm.
Ayet: 26Rûpel: 568
Ew, Roja Dîn/Axîretê tesdîq dikin.
Ayet: 27Rûpel: 568
Ew ji ber ezabê Rabbê xwe di nava tirsê/xofê de ne.
Ayet: 28Rûpel: 568
Lewre ew ji ezabê Rabbê xwe ne emîn in.
Ayet: 29Rûpel: 568
Ew îffeta xwe diparêzin.
Ayet: 30Rûpel: 568
Lê jin û carîyeyên wan ne tê de. Ji ber (ligelbûna) bi wan re nayên lomandin.
Ayet: 31Rûpel: 568
Kî jî ji vê (ligelbûna hinên ji xeynî jin û carîyeyên xwe) wêdetir bigere êdî ew, yên ji hedê xwe borî ne.
Ayet: 32Rûpel: 568
Ew (divê sparî/emanet û ehdên xwe yên di navbera xwe û Rabbê xwe de be an jî divê yên di navbera xwe û mirovan de be) miqateyê sparîyên/emanetên xwe ne.
Ayet: 33Rûpel: 568
Ew şahidîyên xwe rasterast pêk tînin.
Ayet: 34Rûpel: 568
Ew nimêjên xwe (bi baldarîya wext û şert û rukn û xuşû û sunnetên wê) diparêzin.
Ayet: 35Rûpel: 568
Ha ev in ku di cennetan de tên ezimandin.
Ayet: 12Rûpel: 594
Tu yê ji ku derê bizanibî ka pala asê/aqebe çi ye?
Ayet: 13Rûpel: 594
Ew, azadkirina koleyan e.
Ayet: 14Rûpel: 594
An jî di roja birçîbûnê de têrkirin e.
Ayet: 15Rûpel: 594
Sêwîyekî nêz (eqrebe),
Ayet: 16Rûpel: 594
An jî miskînekî/feqîrekî hewcedar (destteng) ê li erdêmayî.
Ayet: 17Rûpel: 594
Paşê jî bibe ji wan ên ku îman anîne û qewîtîya sebr û merhametê li hevdu dikin.
Ayet: 18Rûpel: 594
Ha evana, Eshabu’l Meymene ne (ku defterên wan ên amelê ji milê rastê ve tên dayîn).