Ew Ên Ji Dîn Derketine/Kesên Murted

MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

16ayet hatin dîtin
Ew Ên Ji Dîn Derketine/Kesên Murted
1

Bakara

Ayet: 108Rûpel: 16

Here Ayetê

Weke ku berê de ji Mûsa (pirsên binaveroka şûbhe û înkarê) hatibû pirsîn, hûn jî dixwazin ji pêxemberê xwe (pirsên wiha) bipirsin? Her kî îmanê bi kufrê biguherîne/kufrê tercîhê îmânê bike, êdî wî rêya rast winda kiriye.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 77Rûpel: 58

Here Ayetê

Ew ên ehd dabûn Allah û wê ehda xwe bi berdêleke erzan firotine hene! Ji wan re li axîretê qet tu par nîne. Roja qiyametê Allah bi wan re napeyive û li rûyên wan nanêre û wan paqij jî nake. Ji bo wan ezabeke biêş û jan heye.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 86Rûpel: 60

Here Ayetê

Ma qey Allah qewmekî ku îmân anî û şahidî dan ku pêxember heq e û delîlên eşkere ji wan re hatin, piştre bi nankorî dîsa kafir bibin wê çawa bigihîne hîdayetê? Allah qewmekî zalim nagihîne hîdayetê.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 106Rûpel: 62

Here Ayetê

Ew roj (a qiyametê) hinek rû spî/ronahî dibin û hinek rû jî reş/tarî dibin. Heçî ew ên rûreş jî (ji wan re wiha tê gotin:) “Qey hûn piştî îmanê vegerîyan bi ser kufrê ve? De ji ber kufra xwe ezab tam bikin/biçêjin (em bibînin)!”

5

Âl-i İmrân

Ayet: 177Rûpel: 72

Here Ayetê

Bêguman ew ên ku îmanê bi kufrê guherandine bi tu awayî nikarin zerarekî bidin Allah û ji bo wan her ezabekî biêş û jan heye.

6

Nisâ

Ayet: 115Rûpel: 96

Here Ayetê

Kî jî piştî ku hîdayet jê re eşkere bibe û ew ji pêxember re muxalefetê bike û ji xeynî rêya mumînan li rêyeke din bigere em wî (bi xemilandina rêya batil) li ser wê rêyê dihêlin û wî dixin cehennemê. Ew der çi cihlêvegerekî xerab e!

7

Nisâ

Ayet: 137Rûpel: 99

Here Ayetê

Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.

8

Mâide

Ayet: 52Rûpel: 116

Here Ayetê

(Digel ku Allah biqethî heramkirîye) ew ên di qelbê wan de nexweşî heye (ji bo Cihûyan û Filleyan ji xwe re dost bigirin) diçin nav wan û wiha dibêjin: “Em ditirsin ku mûsîbetek were serê me”. Hêvî heye ku Allah, fethekî/serfirazîyekî an jî ji bal xwe ve karekî (hukmekî) bîne û ji ber tiştê ku wan di nava xwe de veşartine ew poşman bibin.

9

Mâide

Ayet: 53Rûpel: 116

Here Ayetê

Ew ên mumîn dibêjin: “Ma ew ên ku bi hemû hêza xwe sondan dixwarin û digotin: ‘Em bi we re ne’ (dostên we yên ku ji bo we qet tu tiştekî nekirin) ev in?” Amel (ên wan) pûç bûne û ew bûne ji ew ên ku xesirîne.

10

Mâide

Ayet: 54Rûpel: 116

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

11

Nahl

Ayet: 106Rûpel: 278

Here Ayetê

Ew ên qelbê wan bi îmanê mutmeîn in (lê bi bal kufrê ve) zor li wan hatîye kirin ne tê de, piştî îmanê her kî bibe kafir (bi daxwaza xwe bi bal kufrê ve bixerife) û dilê xwe ji kufrê re veke, xezeba Allah li ser wan e û ji bo wan ezabekî mezin heye.

12

Nahl

Ayet: 107Rûpel: 278

Here Ayetê

(Sedema vê) ev e ku ew, jiyana dinyayê serdestê axîretê digirin û ji ber ku Allah koma kafiran nagihîne hîdayetê ye.

13

Nahl

Ayet: 112Rûpel: 279

Here Ayetê

Allah mîsala warekî dide. Ew di nava ewlehî û aramîyê de (dijîn) û rizqê wan ji her alîyê ve bi firehî dihat. Lê ji nîmetên Allah re nankorî kirin. Allah jî li hember (nankorîya wan) kirasê birçîtî û tirsê (li wan kir û heta hestîyê wan) ew pê tamandin/çêjandin.

14

Nahl

Ayet: 113Rûpel: 279

Here Ayetê

Sond be, ji nava wan ji wan re pêxemberek hat. (Lê belê) ew derewandin. Ew hêj di wê rewşê de bûn ku zilma xwe didomandin ezab bi wan ve girt.

15

Muhammed

Ayet: 25Rûpel: 508

Here Ayetê

Ew ên piştî ku hîdayet ji wan re vikîvekirî diyar bûye û berepaş vegerîyane/bûne murted, bêguman şeytan (vê rewşê) ji wan re xemilandîye û bi hêvîyên dûr/dirêj (ew xapandine).

16

Mumtehine

Ayet: 11Rûpel: 549

Here Ayetê

Eger ji jinên we yek bide pey kafiran (bigihîje wan) û hûn jî (bi wan re şer bikin û xenîmet bi dest bixin) û wan ceza bikin, bi qasî xerc kirine bidin wan kesên ku jinên wan çûne. Ji wî Allahê ku we îman pê anîye bitirsin û xwe biparêzin.