Fitne
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Hûn ê hinekên din jî bibînin ku dixwazin hem ji we emîn bibin û hem jî ji qewmê xwe bi ewle bibin. Her cara ku îmtîhan dibin, xwe serberjêrkî davêjin (navê). Eger ew destên xwe bernedin û daxwaza emanê li we nekin û (ji şerê we) destên xwe venekêşin êdî wan bigirin û hûn li ku rastî wan hatin wan bikujin. Me di aleyha wan de delîleke/rayeyeke eşkere daye we.
(Piştî ku pêxemberan derewandin û kuştin) zen kirin ku (bi mûsîbetên dînî û dinyewî) wê fitne neyê serê wan. Ker û kor bûn. Paşê Allah (pêxemberekî nû şand û îmkana tobeyê da wan û) tobeya wan (tobedaran) qebûl kir. Dûv re ji wan pir kes (dîsa) kor û ker bûn. Allah li ser tiştên ku ew dikin (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Ji wê fitneya ku li ser zilimkaran tenê naqewime (yê sûcdar û yê ne sûcdar hemû kesan dorpêç dike û bi erjeng e) xwe biparêzin. Bizanibin Allah ew e ku, cezayê wî dijwar e.
Bizanibin ku; mal û zarokên we ji bo we fitne ne. Bêguman li îndallah/li cem Allah mikafateke/xelateke mezin heye.
Heta (li ser rûyê erdê) fitne/şirk nemîne û dîn (otorîte/desthilatî) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin, bizanibin ku Allah kar û kirinên wan dibîne.
(Allah, li ser vê hîkmetê wan ji derketina şer men kir:) Eger ew bi we re derketana şer, wan ji tevdan û fesadîyê pê ve tiştek li we zêde nedikirin û ji bo fitne têxin navbera we, dê xebat bikirana/bişixulîyana. Di nav we de ên guh didin wan jî hene. Allah bi zaliman dizane.
Sond be evana berê jî dixwestin ku fitne derxînin û li dijî te hinek kar (ên kiret) digerandin. Axir heq cihê xwe girt û digel ku wan ne dixwestin jî emrê (daxwaza) Allah bi ser ket.
Qismekî ji wan jî dibêjin: “Destûra min (ji bo nederketina şer) bide û min nexe fitnê (ya jinên Rûman).” Dîqat bikin! Jixwe ew (ji bo nedin pey emrê Allah û Rasûlê wî bi çêkirina hincetan) ketin nava fitnê. Bêguman cehennem bi her alî dora wan kafiran pêçaye.
Eger ji hemû alîyê (Medîneyê) ve biavêtana ser wan û paşê jî fitne (kafirbûn û şera bi mumînan re) ji wan bihatiba xwestin, wê di heman demê de vê daxwazîyê bi cih bianîna.