Bakara
Ayet: 190Rûpel: 28
Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 190Rûpel: 28
Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.
Ayet: 191Rûpel: 29
Hûn li ku derê rastî wan hatin wan bikujin. Ji cihê ku wan hûn jê (ji warên we) derxistibûn hûn jî wan derxînin. Fitne ji kuştinê xerabtir/dijwartir e. Li cem Mescîdu’l Heram, heta ew bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Eger ew bi we re şer bikin, hûn jî bi wan re şer bikin. Cezayê kafiran ha wisan e.
Ayet: 192Rûpel: 29
Eger ew dev ji kirinên xwe berdin bêguman Allah (ew ê gunehan dibexşîne û disitirîne û evdên xwe ji aqubeta gunehan disitirîne) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 193Rûpel: 29
Heta fitne/şirk nemîne û dîn/otorîte bibe aidê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev ji karen xwe berdin êdî ji zaliman pê ve ji kesekî din re dijminahî tune.
Ayet: 194Rûpel: 29
Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 216Rûpel: 33
Digel li xweşa we naçe jî şer li ser we hatîye ferzkirin. (Dibe ku) tiştên li xweşa we naçin, ji we re bixêrtir be û tiştên li xweşa we diçin jî ji bo we şer be. Allah dizane, hûn nizanin.
Ayet: 217Rûpel: 33
Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.
Ayet: 244Rûpel: 38
Di rêya Allah de şer bikin û bizanibin ku Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 246Rûpel: 39
Ma te piştî Mûsa wan giregirên Benî Îsraîl nedît? Ji pêxemberê xwe re gotibûn: “Fermandarekî ji me re bişîne ku em (di bin fermandarîya wî de) di rêya Allah de şer bikin.” Wî jî gotibû: “Eger şer li ser we ferz bibe û paşê hûn şer nekin?” Gotin: “Wekî ku em ji welatê xwe hatine derxistin û ji zarokên xwe hatine dûrkirin, ma çi li me qewimîye ku em di rêya Allah de şer nekin?” Lê dema ku şer li ser wan hate ferzkirin ji kêm kesan pê ve (ji emrê Allah) rû vegerandin (û xwe dane paş). Allah, bi zaliman dizane.
Ayet: 195Rûpel: 75
Rabbê wan jî îcabetî (dûayên) wan kir (û got): “Mêr dibe jin dibe ji we yên ku amel kiribin, amelên wan zayî/winda nakim. Hûn ji hevdu ne. Ew ên hicret kirine û yên ji war û welatên xwe hatine derxistin û ên di rêya min de tehdeyî (îşkence) dîtine û yên şer kirine û hatine kuştin, ez ê gunehên wan binixumînim û ez ê wan têxim cennetên ku di binê wan de çem diherikin.” (Ev xelat di muqabilê amelên wan de) berdêlekî ji îndallah e. Ew ê ku xelatên herî xweşik li cem wî ye Allah e.”
Ayet: 71Rûpel: 88
Gelî ew ên îmân anîne! Tedbîrê xwe bigirin/xwe bisitirînin. Kom bi kom an jî tevde derkevin şer.
Ayet: 72Rûpel: 88
Bêguman di nav we de (ji bo derketina şer) hin kesên ku cangiranî dikin hene. Eger musîbetek bê serê we, wiha dibêjin: “Allah lutûf (qencî) bi min kir ku ez ne bi wan re bûm.”
Ayet: 73Rûpel: 88
Lê dema fedleke (qencî û nîmeteke) ji Allah bigihîje we, wekî ku di navbera we de (bi zahir pêwendîya hezkirinê û) dostanî qet tuneye wiha dibêje: “Xwezî ez jî bi wan re bûma da ku min jî qezenceke mezin bi dest xwe bixista.”
Ayet: 74Rûpel: 88
(Nexwe) ew ên ku heyata dinyayê (feda kirine û di) berdêlê de axîretê sitendine bila fîsebîlîllah qîtal/şer bikin. Kî di rêya Allah de şer bike û bê kuştin an jî bi ser bikeve (xalib bibe), em ê mikafateke mezin bidinê.
Ayet: 75Rûpel: 89
Ma çi bûye ji we ku hûn di rêya Allah de û ji bo mêr û jin û zarokên mustezef (yên jar û belengaz ku alîkarî daxwaz dikin û) dibêjin: “Rabbê me! Me ji vî şarî/ji vî bajarî ku gelê wî zordar in derîne. Xwedîyekî ji cem xwe ji me re bişîne, alîkarekî jî ji cem xwe ji me re bişîne” qîtal/şer nakin.
Ayet: 76Rûpel: 89
Ew ên îmân anîne di rêya Allah de û ew ên kafir jî di rêya taxût de qîtal/şer dikin. (Nexwe) bi dostên şeytan re qîtal/şer bikin. Bêguman hîleyên (kemînên) şeytan herî qels e.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 78Rûpel: 89
Hûn li ku dibin bibin -dixwazin di kelehên zexm û asê de bin jî- dîsa wê mirin bi we bigire. Dema xweşîyek bigihîje wan dibêjin: “Ev ji cem Allah e.” Lê dema xerabîyek tê serê wan dibêjin: “Ev, ji rûyê te ye.” Ji wan re bibêje: “Hemû ji Allah in.” Erê ma çi bûye ji vê qewmê ku qet tu gotinê fêm nakin.
Ayet: 84Rûpel: 90
Di rêya Allah de şer/qîtal bike. Tu ji xwe tenê mesûl î û mumînan jî teşwîqê qîtalê bike. Hêvî dibe ku Allah hêza kafiran (ku li ser mumînan dibe sebebê zext û tehdehîyê) asteng bike. Lewre hêza Allah xurttir e û cezayê wî jî herî dijwartir e.
Ayet: 39Rûpel: 180
Heta (li ser rûyê erdê) fitne/şirk nemîne û dîn (otorîte/desthilatî) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin, bizanibin ku Allah kar û kirinên wan dibîne.
Ayet: 40Rûpel: 180
Eger ew (ji daweta we) rû vegerînin bizanibin ku Allah mewlayê/dostê we ye. Ew çi xweş mewla ye/dost e û çi xweş alîkar e.
Ayet: 5Rûpel: 186
Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 12Rûpel: 187
Eger di piştî peymanên xwe de ew sonda xwe bişkênin û zimanê xwe dirêjî dînê we bikin (bi vir de wir de xeber bidin) êdî hûn serokên kufrê bikujin (bi wan re qîtalê bikin). Lewre sond/ehd ji wan re tune. Hêvî heye ku dev jê (ji van fiêlên xwe) berdin.
Ayet: 29Rûpel: 190
Hûn, ew ên ji Ehlê Kitêb in û yên îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîne û yên tiştên ku Allah û Rasûlê wî heram kirine wek heram napejirînin û dînê heq (îslâm) ji xwe re nekirine dîn, heta ew bi destê xwe bi kêmrûmetî/biçûkketî cîzyeyê nedin we, bi wan re şer bikin.
Ayet: 20Rûpel: 419
Wan, zen dikirin artêşan/ehzâb hêj (ji Medîneyê) neçûne. Eger ew artêş (careke din li Medîneyê) vegerîyana li çolê, wê bixwestana bibin weke wan ên (biyan/xerîb) ku di nava bedewîyan de agahîyên we ji wan dipirsin. Eger di nava we de bin wê pir hindik şer bikirana.