Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Sond be hêj di berê de me rûşd (kamilbûn) dabû Îbrahîm. Me pê (bi demajoyên tekamûla wî) zanîbû.
(Îbrahîm) rojekî ji bavê xwe û ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ev peykerên ku hûn ji wan re îbadetê dikin çi ne?”
Gotin: “Me bav û kalên xwe li ser perestîya/îbadeta wan dîtin.”
Got: “Sond be ku; hûn jî û bav û kalên xwe jî di rêşaşîtîyekî eşkere de ne.”
Gotin: “Ma te ji me re heqîyê anî an jî tu henekê xwe bi me dikî?”
Got: “Nexêr, Rabbê we Rabbê erd û esmanan e û wan ji tunebûnê xuliqandîye. Ez jî li ser vêya ji wan ên şahidî didin im.”
“Qesem bi navê Allah ku; dema hûn vegerin herin ez ê karekî/pîlanekî bînim ser pûtên we.”
Pûtê mezin ne têde (Îbrahîm,) hemû pûtan parçe parçe kir. Belkî (ji pûtê mezin bipirsin ka çi bûye û) şêwra xwe pê bikin.
Gotin: “Kî ev bi îlâhên me kiriye? Bêguman ew ji zaliman e.”
(Ji hev re) gotin: “Me bihîst ku xortek dev diavête wan! Navê wî Îbrahîm e."
Gotin: “Wî (bînin) cihekî ber çavê însanan, dibe ku (li ser ya ku vî karî wî kiriye) şahidîyê bike.”
Gotin: “Ma te ev tişt bi îlâhên me kiriye, ya Îbrahîm!”
(Nexêr, ne wekî ramana we ye!) Berevajî, (li gorî ku wiha saxlem maye ew pût) ê mezin vê tiştê kiriye. Eger dikarin bipeyivin ka ji wan (pûtan) bipirsin.”
Li ser vê yekê li nefsa xwe vegerîyan û (piştî fikirîn) wiha gotin: “Bêguman (ji ber îbadet kirina heyînên ku ne dipeyivin û ne jî xwe diparêzin) yên zalim hûn bixwe ne.”
Paşê dîsa berepaş vegerîyan (ser rewşa xwe ya berê) û gotin: “Sond be, tu jî dizanî ku evana napeyivin.”
Got: “Nexwe çima hûn dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku kar û zerara wan nagihîje we re evdîtî/îbadet dikin?”
“Xwelî li serê we û ew ên ku hûn îbadetê wan dikin jî be! Hûn aqil nagirin?
Gotin: “Eger hûn dixwazin tiştekî pê bikin, wî bişewitînin û alîkarîya îlâhên xwe bikin.”
Me jî wiha got: “Hê agir! Ji Îbrahîm re hênik be û bi silamet be.”
Wan daxwaz kirin ku jê re kemîn deynin lê me ew kirin ji yên bi xusranê ketine.
Me wî û Lût (gihand) wî erdê ku me ew ji aleman re pîroz kiriye û me wan xelas kir.
Me Îshaq da wî û di ser de jî Yaqûb îhsanî wî kir û me her yekî ji wan kir ji salihan.
Me ew bi emrê xwe kirin îmamên ku digihînin hîdayetê. Me ji wan re wehîy kir ku karên qenc/amelên bixêr bikin û nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin. Wan her ji me re îbadet/evdîtî dikirin.
Qewmê Îbrahîm û qewmê Lût jî...
Ji wan re xebera Îbrahîm bixwîne.
Bi bîr bîne! Dema ji bavê xwe re û ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Hûn perestîya/îbadeta çi dikin?”
Gotibûn: “Em perestîya pûtan dikin û vê îbadeta xwe bênavber didomînin.”
Got: “Ma dema ku hûn lavahî/dûa dikin we dibihîzin?”
“An jî qet tu feyde û zerara wan digihîje we?”
(Nexêr, ne wisan e!) Me bavûkalên xwe li ser vê rewşê dît. (Em jî eynî karî bê pirsyarî dikin.)
Got: “We dît, ka hûn ji çi re îbadetê dikin?”
“Hûn jî û bavûkalên we yên berîya we jî.”
“Bêşik ew dijminên min in. Lê (Allahê) Rabbê aleman mustesna/ne tê de.”
“Ew e, yê ku ez xuliqandime û hîdayetê daye min.”
“Ew e, yê ku min dide xwarin û vexwarin.”
“Dema ez nexweş dikevim, ew şîfayê dide min.”
“Ew ê ku min bimirîne û paşê jî bivejîne ew e.”
“Ew ê ez hêvî dikim ku roja qiyametê wê xetayên min bibexşîne ew e.”
“Rabbê min! Hikum/hikmet bide min û min tevlî salihan bike.”
“Tu di navbera neslên ku pey min re tên de ji bo min zara rastîyê çêke. (Bila min li ser xêrê bi bîr bînin.)”
“Min bike warisê cenneta Naîm.”
“Bavê min bibexşîne! Bi rastî ew ji rêşaşan e.”
“Di roja vejîn (a însanan) de min riswa neke û kêm nexe!”
Ew rojeke (wisan e) ku ne mal û ne jî ewlat feyde dide.
Lê ew ên bi qelbeke pak/selîm tên, ne tê de.
Cennet, ji Mutteqîyan re tê nêzîkkirin.
Cehennem jî (da ku baş bibînin) ji bo yên bitir/hêç pêşçav dibe/tê raxistin.
Ji wan re tê gotin: “Ew ên we perestîya wan dikirin ka ne?”
“Ji xeynî Allah... Qey dikarin alîkarîya we bikin? An jî dikarin alîkarîyê li xwe bikin?”
Ew û yên har bi ser serî ve bi wir ve têne avêtin.
Hemû artêşên îblîs jî.
Li wê derê bi hev re nîqaş dikin û dê wiha bibêjin.
“Qesem bi Allah be, em di xerifîyeke vikîvekirî de bûn.”
“Lewre me hûn bi Allahê Rabbê aleman re wekhev girtibû (weke ku em hez jê bikin me hez we dikir û weke ku em jê ditirsin em ji we ditirsîyan û weke ku me berê xwe dabû wî me li ber destê we tobe dikir û weke ku me jê hêvî dikir me xwe diavête we û weke ku me stû ji serwerîya wî re ditewand em ji qanûnên we re sitûxwar bûn.)”
“Ji gunehkarên mucrîm/sûcdar pê ve tu kes em ne xerifandin.”
“(A niha) kesekî ku li me şefaetê bike jî tune.”
“Û ne jî dostekî dilgerm...”
“Xwezî vegera me ya bi dinyayê ve mimkûn bibûya û em bibûna ji mumînan.”
Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
(Me) Îbrahîm jî (ji qewmê wî re şand). Wê demê ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Ji Allah re îbadet bikin û ji wî bitirsin û xwe biparêzin. Eger hûn bizanibin ev ji bo we ya herî bixêrtir e.”
“Hûn dev ji Allah berdidin û ji hinek pûtan re perestîyê dikin û derewên ku bêbinî ne lihev tînin. Bêguman ew ên ku hûn dev ji Allah berdidin û perestîyê ji wan re dikin, ne xwedî tu hêzî ne ku ew hûn birizqînin. Rizqê xwe li cem Allah bigerin/bixwazin. Îbadetê wî bikin û jê re şikur bikin. (Lewre di axir de) hûn ê li wî bêne vegerandin.”
“Eger hûn biderewînin, bêguman qewmên berîya we jî derewandin. Wezîfa pêxember, enceq teblîxeke vikîvekirî ye.”
Qey nedîtin ku Allah çawa dest bi xuliqandinê dike û piştre jî (bi vejandinê) vêya çawa dubare dike? Bêguman ev ji bo Allah pir hêsan e.
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bifetilin ka Allah çawa dest bi xuliqandinê kiriye, bibînin. Paşê wê Allah, heyata axîretê bixuliqîne û heyî bike. Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.”
(Ew) her kî bivê dide ezabê û kî jî bivê merhamet lê dike. Hûn ê li wî bêne vegerandin.
Hûn, li erd û esman (di mijara astengîya pêkanîna weada Allah) de nikarin wî aciz/bêçar bihêlin. Ji we re ji xeynî Allah ne dostek û ne jî alîkarek heye.
Ew ên ayetên Allah û leqayîhatina wî înkar dikin... Ewana ji rahmeta min hêvîya xwe birîne. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.
(Li hemberî daweta Îbrahîm ya tewhîdê re) bersiva qewmê wî, ji vê gotinê pê ve ne tiştekî din bû: “Wî bikujin an jî bişewitînin!” Allah, ew ji agir xelas kir. Bêguman di vêya de ji qewmekî mumîn re (li ser mijara ku Allah alîkarî û piştgirîya dostên xwe dike) ayet hene.
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
Lût, îman pê anî. Û wiha got: “Qet tu guman tune ku ez ê hîcretê Rabbê xwe bikim. Lewre ew, (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe ye.
Me Îshaq û Yaqûb da wî. Û me nubûwet û Kitêb da zurîyeta wî. Me mikafata wî li dinyayê dayê. Bêşik ew li axîretê jî ji salihan e.
(Me) Lût jî (şand). Wê demê ji qewmê xwe re wiha gotibû: “Bi rastî ev karê xerab a ku hûn dikin, berîya we ji aleman/li dinyayê qet tu kesî nekiriye.”
“Hûn ê nêzî zilaman bibin û rê bibirin û di cîvatên xwe de munkeratan/xerabîyan bikin û vêya bidomînin ha?” Bersiva qewmê wî ji vê gotinê pê ve ne tiştekî din bû: “Eger tu di gotina xwe de rast î, de ka ezabê Allah ji me re bîne (em bibînin).”
Bibêje: “Rabbê min, li hemberî (vê) qewmê mufsîd/xerabker tu alîkarîya min bike.”
Dema qasidên me/melâîket bi mizgînekê ji Îbrahîm re hatibûn wiha gotin: “Em ê ehlê vî bajarî helak bikin. Bêguman ehlê wî, bûn ji zaliman.”
Got: “Di nav wî (bajarî) de Lût jî heye! Gotin: “Em pir baş dizanin kî di navê de heye. Muheqeq em ê wî û malbata wî xelas bikin, lê jina wî ne têde. Wê (jina wî) bibe ji yên li paşmayîyan.”
Dema qasidên me/melâîket hatin cem Lût, ji ber wan xemgîn û dilteng bû û rêderekî nedît. Gotin: “Netirse û xemgîn jî nebe! Bêşik, jina te ne têde em ê te û malbata te xelas bikin. (Lê jina te) wê bibe ji yên li paşmayîyan.”
“Bêguman bi ser xelkê vî welatî de, ji ber mufsîdîya wan em ê ezabekî ji esman daxînin.”
Sond be, ji bo qewmekî aqilmend me li wir ayeteke eşkere (yê bi îbret) hiştîye.”
Bêşik Îbrahîm jî ji alîgirên wî bû.
Dema bi qelbekî selîm/dilpak hate cem Rabbê xwe.
Gava ku ji bavê xwe û gelê xwe re gotibû: “Hûn ji çi re îbadet dikin?”
Ma hûn derewan lihev tînin û ji xeynî Allah hin îlâhên din digirin?
Der barê Rabbê alemê de hizra we/zena we çi ye? (Hûn dibêjin qey wê vê amelê we bê ceza bihêle?)”
Berê xwe da stêrkan.
Got: “Ez nexweşim.”
Berê xwe jê vegerandin û pişta xwe dane û çûn.
(Dema kesek nema) berê xwe da îlâhên wan û wiha got: “Ka hûn (ji van xwarinan) naxwin?”
“Çi dibe ji we? Hûn napeyivin?”
(Axir) beralîyê wan bû/bere xwe da wan û bi destê xwe yê rastê derbekî danî wan.
(Însanan) bi lezûbez berê xwe dane wî.
Got: “Hûn îbadet li wan tiştên ku hûn bi destên xwe diterişînin dikin?”
“Lê ew ê ku hûn jî û ya ku we çêkiriye jî Allah xuliqandîye.”
Gotin: “Ji bo wî avahîyeke bilind lê bikin. Paşê wî bavêjin nava agir.”
Wan xwest ku kemîn jê re deynin. Me wan kir ji riswakeran.
Got: “Ez biçim bal Rabbê xwe ve. Bêşik ew ê min bigihîne ser rêya rast.”