Nisâ
Ayet: 18Rûpel: 79
Lê ew ên (bê tobedarî) xerabîyê dikin û dema mirin bi ser wan de digire dibêjin: ‘Min a niha tobe kir’ û ew ên li ser kufrê dimirin, tobeya wan tune. Me ji wan re ezabekî biêş û jan hazir kiriye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 18Rûpel: 79
Lê ew ên (bê tobedarî) xerabîyê dikin û dema mirin bi ser wan de digire dibêjin: ‘Min a niha tobe kir’ û ew ên li ser kufrê dimirin, tobeya wan tune. Me ji wan re ezabekî biêş û jan hazir kiriye.
Ayet: 158Rûpel: 149
Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”
Ayet: 90Rûpel: 218
Mûsa, Benî Îsraîl ji behrê derbas kir. Firewn û leşkerên xwe bi harîtî û bi dijminahî ketin pey wan. Dema Firewn fêm kir ku wê bixeniqe (wiha) gotibû: “Min îmân anî ku ji xeynî wî îlâhê Benî Îsraîl pê îmân tînin pê ve qet tu îlâh tune. Û ez jî ji muslîman/ji wan evdên ku terka şirkê kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah im.”
Ayet: 91Rûpel: 218
Erê ma vêga (te îmân anî)? (Hal ev e ku) te berê îsyan dikir û ji mufsîdan bûyî.
Ayet: 92Rûpel: 218
Îro em ê laşe/termê te xelas bikin da ku tu ji yên pey xwe re bibî îbret. Bêguman pirên însanan ji ayetên me xafil in.
Ayet: 200Rûpel: 374
Ha wiha, em vê (înkar û tinazkarîya pêxemberan) di qelbê gunehkarên mucrîm/sûcdar de bi cih dikin.
Ayet: 201Rûpel: 374
Hetanî ku wê ezaba biêş û jan nebînin bi wê îman naynin.
Ayet: 202Rûpel: 374
Ew (ezab) di demeke ku qet haya wan jê tune de ji nîşka ve ji wan re tê.
Ayet: 203Rûpel: 374
Dibêjin: “Gelo ma ji me re muhletek tune?”
Ayet: 28Rûpel: 416
Dibêjin: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka ew fetih/qiyamet kengê ye?”
Ayet: 29Rûpel: 416
Bibêje: “Roja fethê, îman anîna kafiran feyde nade wan û ew nayên texîrkirin jî.”
Ayet: 30Rûpel: 416
Tu rû ji wan vegerîne û li hêvîyê be/çav li rê be. Bêguman ew jî li hêvîyê ne/disekinin.
Ayet: 51Rûpel: 433
Dema ku tirsa bi erjeng (ya qiyametê) wan dorpêç kir, tu rewşa wan bibînî! Êdî rev tune û wê di cihekî nêz de bêne girtin.
Ayet: 52Rûpel: 433
“Dibêjin: “Me îman pê anî. Ji wê warê dûr, ka wê çawa ew bi dest bixin? (Warê tobe û îmanê dinya bû. Êdî ji wê pir dûr in.)
Ayet: 82Rûpel: 475
Ma qey ji bo aqubeta ew ên berîya wan (jîyîne) bibînin li ser rûyê erdê nagerin? Hejmara wan (ji Mekkîyan) zêdetir bûn û ji wan bi hêztir bûn û berhemên wan ên li ser rûyê erdê jî herî zehftir bûn. Tiştên ku bi dest xistibûn (li dij ezabê Allah) qet tu feyde neda wan.
Ayet: 83Rûpel: 475
Dema pêxemberên wan bi delîlên vikîvekirî ji wan re hat, ew bi sedema ilma/zanîna/teknolojîya li cem xwe bi şaqizîtî nepixîn. (Lê belê) ew (ezaba ku) tinazê xwe pê dikirin wan ji her alî ve dorpêç kir.
Ayet: 84Rûpel: 475
Dema ku ezabê me dîtin wiha gotin: “Me bi Allahê wahîd/yekane îman anî û tiştên ku me jê re dikir şirîk înkar kir.”
Ayet: 85Rûpel: 475
Îman anîna wan a dema ezaba me ya biêş û jan dibînin, qet tu feyde neda wan. (Ev,) der heqê qewmên bihurîn de sunnetullah/qanûnên îlâhî yên neguhêrbar in. Ha li wê derê (dema sunnetullah pêk hat) kafir li ber xusranê ketin.