Âl-i İmrân
Ayet: 3Rûpel: 49
(Allah) ji te re Kitêbek ku Kitêbên berî xwe tesdîq dike, bi heqî nazil kiriye. Tewrat û Încîl jî wî nazil kiriye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 3Rûpel: 49
(Allah) ji te re Kitêbek ku Kitêbên berî xwe tesdîq dike, bi heqî nazil kiriye. Tewrat û Încîl jî wî nazil kiriye.
Ayet: 48Rûpel: 55
Wê (Allah) Kitêb û hikmet û Tewrat û Încîl hînî wî bike.
Ayet: 65Rûpel: 57
Gelî Ehlê Kitêb! Digel ku Tewrat û Încîl di pey wî de nazil bûne ma hûn der heqê Îbrahîm de (li ser mijara “Gelo ew Cihû bû an Fille bû?”) çima dikevin nîqaşê? Ma hûn fêm nakin?
Ayet: 46Rûpel: 115
Piştî (pêxemberê) wan de me Îsâyê kurê Meryem ku Tewrata li cem wan tesdîq dikir ji wan re şand. Me Încîl jî da wî ku tê de hîdayet û ronahî/nûr heye û Tewrata li ber destê xwe tesdîq dike û ji bo Mutteqîyan rehber û şîret e.
Ayet: 47Rûpel: 115
Bila ehlê Încîlê jî bi ya ku Allah (di Încîlê) de nazil kiriye hikum bikin. Kî bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum neke; yên fasiq, ew bixwe ne.
Ayet: 66Rûpel: 118
Eger wan Tewrat û Încîl û ew Kitêba ji alîyê Rabbê wan ve nazil bûye (bi amelkirina pê) qaîm bikirana wê ji nîmetên ser xwe (ya ku bi baranê tê) û ji yên binê xwe (ya ku ji erdê heşîn dibin) bixwarana. Komek ji wan mutedîl in/rêyeke naverast digirin. (Lê) tiştên ku pirên wan dikin çiqas xerab e.
Ayet: 68Rûpel: 118
Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Heta hûn Tewrat û Încîl û ya ku ji Rabbê we ji we re nazil bûye (bi hukmên di navê de amel nekin û) qayîm nekin hûn qet ne li ser tiştekî ne.” Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya pirên wan zêdetir bike. Tu ji bo qewmê kafir xemgîn nebe!
Ayet: 110Rûpel: 125
(Wê demê) Allah dê bibêje: “Ey Îsâyê kurê Meryem! Nîmetên ku min daye te û dêya te bi bîr bîne. Tê bîra te, min bi Ruhu'l Qudûs (bi Cibrîl) piştgirîya te kiribû. Tu di dergûşê de û di kamiltîya xwe de bi însanan re diaxivî. Min Kitêb û hîkmet û Tewrat û Încîl hînî te kiribû. Te ji herîyê sûretê çivîkê/teyrê çêdikir û pifdikirê, bi îzna min dibû çivîk/teyr (a zindî). Dîsa bi îzna min te nexweşê gurî û kor baş dikir. Bi îzna min te mirî (ji gora/ji qebira wan) divejand/sax dikir. Dema ku tu bi delîlên eşkere ji Benî Îsraîl re hatibûyî, ji wan ên kafir hinekan digotin: “Ev ji sêhrê pê ve ne tiştekî din e” û bi astengkirina ji wan (min tu mihafeza kiribû).
Ayet: 157Rûpel: 169
“Ew in ku; didin pey wî Rasûl Nebîyê ummî ku hatina wî di Tewrat û Încîla li cem wan de nivîsandîye. Ew (pêxember) emrê qencîyê dike û ji xerabîyê jî men dike. Tiştên paqij helal û tiştên mirdar jî heram dike. Barên wan ên giran û qeyd û zincîrên wan radike. Ew ên bi wî îmân anîne û piştgirîya wî kirine û yên hurmet û rûmet dane wî û yên dane pey nûra (Qur'ana) ku jê re nazil bûye hene... Ha ew ên xelas bûne her ew bixe ne.”
Ayet: 111Rûpel: 203
Bêguman Allah di muqabilê cennetê de can û malên mumînan ji wan kiriye. Ew di rêya Allah de şer dikin û dikujin û têne kuştin. (Ev) di Tewrat û Încîl û Qur'anê de weada Allah e. Gelo ji Allah çêtir kî heye ku weada xwe bîne cih? (Her wiha) ji ber vê danûsitandina xwe kêfxweş bin. Xelasîya herî mezin ev bixwe ye!
Ayet: 29Rûpel: 514
Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.
Ayet: 27Rûpel: 540
Piştre, rasûlên xwe yên peyrevên wan in di pey hevdu de şandin. Me Îsayê kurê Meryem jî di pey wan de şand. Me Încîl dabû wî û di qelbên wan ên bibûn tabiê wî de şefqet û merhamet çêkir. Ew ruhbanîtî (ya dest kişandina ji heyatê û bitenê meşxulîyeta bi îbadetan) wek bîdet xistine holê, me li ser wan ferz nekiribû. Ji bo bi dest xistina razîbûna Allah (di dîn de wek nûyîtîyek/nûjenîyek) kirin lê heqê wê jî pêk neanîn. Me ecira mûmînên ji nava wan daye. Pirên wan fasiq in.