Înkara Axîretê
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Bi Allah û bi pêxemberê wî û bi Kitêba ji pêxemberê xwe re nazil kiriye û bi Kitêba ku berê de nazil kiriye re îmân bînin. Kî jî înkara Allah û melâiketên wî û Kitêbên wî û pêxemberên wî û roja axîretê bike, bêguman ew di nava xerîfîyeke kur (ku vegera wî ya bi heqê ve pir zor) de ye.
Ew ên hêvî nakin ku wê rastî me bên û ew ên bi heyata dinyayê qayîl bûne û xwe pê ve girêdane û ew ên haya wan ji ayetê me tunin (hene)...
Bêguman yên wisan, ji ber amelên (gunehên) ku kirine warê wan agirê cehennemê ye.
Bêguman ew ên bi axîretê nebawer in, me amelên wan ji wan re xemilandî nîşan daye. Her wiha ew di nava şaşîtîyê de digevizin.
Ji ew ên wisan re ezaba herî xerab heye û yên di axîretê de herî zêde di xusranê de ne jî ew in.
Kafiran gotin: “Qiyamet bi ser me de nayê.” Bibêje: “Nexêr (ne weke ramîna we ye)! Sond bi wî Rabbê ku alimê xeybê ye, muheqeq wê ji we re were. Li erd û esmanan tiştekî bi qasî misqalê zereyekî jî jê re veşartî/girtî namîne. Ji vêya biçûktir an jî mezintir her çi hebe, hemû di Kitêbekî apaşkere de nivîsandî ne.”
Kafiran gotin: “Em wî zilamê nîşanî we bidin ku ji bo we wiha agahî dide: “Hûn bibin piç û parî (û piştî hûn hûromûro bibin) muheqeq hûn ê ji nû ve bên vejandin?”
(Me fêm nekir) “Gelo ew neweyîyê/bêbextîyê li Allah dike an dîn e?” (Nexêr, ne weke gotina we ye!) Berevajî, ew ên bi axîretê îman neanîne di nava ezabê de û di rêşaşîtîyekî dûr (ku vegera bi heqîyê ve pir zor) de ne.
Ew roj, weyl li halê derewkeran be!
Ew in ku; Roja Dîn/Roja Hisabê diderewînin.
Hal ev e ku, enceq ew ê ji hedê xwe borîye û pir gunehkar e diderewîne.
(Ya însan!) Ma çi tişte ku dîn/hisab bi te dide derewandin?