Bakara
Ayet: 195Rûpel: 29
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 195Rûpel: 29
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 222Rûpel: 34
Der heqê heyzê (bênimêjîya jinan) de ji te dipirsin. Bibêje: “Ew (heyz/bênimêjîya jinan) ezîyet e.” Di dema heyzê de ji (nêzbûna) jinên xwe dûr bimînin. Dema (heyz qedîya û) paqij dibin (ji bo cîmayê) nêzî wan nebin. Dema (xwe şûştin û) paqij bûn, êdî ji cihê ku Allah li we emir kiriye nêzî wan bibin. Bêguman Allah ji wan kesên ku pir tobe dikin hez dike. Ji kesên xwe pir paqij dikin jî hez dike.
Ayet: 76Rûpel: 58
(Nexêr, ne wisan e!) Kî ehda xwe pêk bîne û (ji Allah) bitirse û xwe biparêze, Allah hez Mutteqîyan dike.
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 146Rûpel: 67
Gelek ji pêxemberan hebûn ku pir (alim û mucahîd) ên Rabbanî ligel wan cîhad kirine. Bi tengezarîyên ku di rêya Allah de hatine serê wan ew sist û sitûxwar nebûn û (li dij neyar) xwe nexistin/xwe kêm nekirin. Allah, hez sebirvanan dike.
Ayet: 147Rûpel: 67
(Ji ber tengezarîyên ku dihatin serê wan) bitenê wiha gotin: “Rabbê me! Tu gunehê me û zêdegavîyên di karên me de efû bike û lingên me sabît bigire û li hemberî vê qewmê kafir alîkarîya me bike.”
Ayet: 148Rûpel: 67
(Di muqabilê dûayên wan de) Allah, xêra dinyayê û xêra axîretê bi xweşî da wan. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 159Rûpel: 70
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Ayet: 13Rûpel: 108
Ji bo ku peymana xwe xera kiribûn, me lanet li wan kir û qelbê wan hişk kir. Wan cihê kelîmeyan diguherînin û texrîf dikin. (Wekî din) para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. (Digel vê) wan efû bike û xweş bibîne. (Lewre) Allah, ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 42Rûpel: 114
Ew, guhdarîya derewan dikin û bertil/heram dixwin. Eger werin cem te tu dixwazi di navbera wan de hikum bide û dixwazi jî ji wan rû vegerîne. Eger tu ji wan rû vegerînî qet nikarin zerarekî bidin te. Heke tu di navbera wan de hikum bikî bi edalet hikum bike. Bêguman Allah ji mirovên adil/dadwer hez dike.
Ayet: 54Rûpel: 116
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 93Rûpel: 122
(Eger hûn ehwalê wan kesên berî heramkirina wê vexwaribûn û ji wan ên mirine meraq dikin, bizanibin ku) ji ew ên îmân anîne û amelên salih kirine re, -dema ku îmân anîbin û xwe parastibin û amelên salih kiribin û paşê îmân anîbin û xwe parastibin û piştre (dîsa) xwe parastibin û amelên salih kiribin- ji ber tiştên ku (berîya bê heramkirin) tam kirine (berê de vexwarine), ji wan re guneh tune. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 108Rûpel: 203
Tu, li wê derê ebedîyen (ji bo nimêjê) nesekine! Sekna te ya (ji bo nimêjê) li wê mizgefta ku ji roja ewil pê ve li ser teqwayê hatîye avakirin çêtir e. Li wir zilamên ku hez paqijîyê dikin hene. Allah, ji wan ên ku xwe paqij dikin hez dike.
Ayet: 9Rûpel: 515
Eger ji mûmînan du kom şerê hev bikin, navbera wan bisilhînin. Eger ji wan yek li dij ya din zêdegavîyê bike heta ku vegere ser emrê Allah hûn bi ya êrîşkar re şer bikin. Eger vegere hûn navbera wan bi edalet sererast bikin û dadwer/adil bin. Allah, ji wan kesên ku bi edalet tevdigerin hez dike.
Ayet: 8Rûpel: 549
Allah, hûn ji qencîkarî û edaleta wan ên ku ji ber dînê we bi we re şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine men/nehiy nake. Lewre Allah, ji kesên dadwer/adil hez dike.
Ayet: 4Rûpel: 550
Bêguman Allah, ji yên ku di rêya wî de yekrêz wekî avahîyeke zexm û bi hev ve girêdayî şer dikin hez dike.