Kesên Îftiraker

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

10ayet hatin dîtin
Kesên Îftiraker
1

A'râf

Ayet: 152Rûpel: 168

Here Ayetê

Bêguman ew ê golik ji xwe re (bi îlâhtî) hebandine hene, wê ji Rabbê wan xezebek û di jiyana dinyayê de jî zilletek bigihîje wan. Em (ew ên bi şirîk çêkirinê ji Allah re) bêbextîyê dikin ha wiha didin ezabê!

2

Hûd

Ayet: 50Rûpel: 226

Here Ayetê

Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn her bêbext/îftiraker in.”

3

Nahl

Ayet: 56Rûpel: 272

Here Ayetê

Ji rizqê ku me daye wan, ji wan (îlâhên sexte) ku bi tiştekî nizanin re jî parekî vediqetînin. Sond bi navê Allah be, ji wan îftîrayên ku we lihev anîye hûn ê hisab bidin/bên pirsyarkirin.

4

Nahl

Ayet: 87Rûpel: 275

Here Ayetê

Ew roj, teslîmî Allah bûne. Ew bêbextîyên (li ser navê dîn îcad kirine) ji wan dûrketine çûne.

5

Nahl

Ayet: 105Rûpel: 278

Here Ayetê

Enceq ew ên bi ayetên Allah îmân naynin derew lihev tînin û bêbextîyan dikin. Ha ev ên hanê derewker bixwe ne.

6

Nahl

Ayet: 116Rûpel: 279

Here Ayetê

Ji ber derewên ku hûn bi zimanê xwe diwesfînin nebêjin: “Ev helal e, ev heram e.” (Ya na) hûn ê bibin ji wan ên ku derewan lihev tînin û bêbextîyan li Allah dikin. Bêguman xelasî/felah ji wan kesên ku bi lihevanîna derewan bêbextîyan li Allah dikin re tune.

7

Kasas

Ayet: 75Rûpel: 393

Here Ayetê

Em ji her ummetê şahidekî vediqetînin û derdixin û wiha dibêjin: “Ka wê delîlê xwe (yên li ser heqîya kar û kirinên we ku di wan de qet tu guman tune bînin (em bibînin)!” Fêm kirin ku heq aîdê Allah e û bêbextîyê/neweyîyê wan (a bi gotina ji bo ku me nêzî Allah bike li ser navê Allah mehdervan/şefaetvan lihev tînin) jî winda bûye, çûye.

8

Ankebût

Ayet: 12Rûpel: 396

Here Ayetê

Kafiran ji mumînan re gotin: “Bidin pey rêya me/tabiê dînê me bibin, (wekî ku hûn îdîa dikin eger heyata axîretê hebe) em ê gunehên we li xwe bar bikin.” (Hal ev e ku) ji gunehên wan nikarin qet tu tiştekî jî hilgirin. Bêguman ew, derewkar in.

9

Ankebût

Ayet: 13Rûpel: 396

Here Ayetê

Bêguman wê ew, ligel barên xwe barên wan (kesên ku xerifandine) jî wê hilgirin. Û roja qiyametê jî ji tiştên ji ber xwe ve lihevanîne jî teqez wê bikişin hisabê.

10

Ahkâf

Ayet: 28Rûpel: 504

Here Ayetê

Ma ne hewce bû ew heyînên (ji bo ku wan nêzîkî Allah) bikin ji xeynî Allah ji xwe re wek îlâh girtibûn, alîkarîya wan bikirana? Berevajî, ew (di dema ezabê de) ji ber wan winda bûn çûn. Ev îdîaya wan (ku dibêjin îlâhên wan alîkarîyê dikin), derew û bêbextîyên wan e.