Kesên Kafir Nayên Dostgirtin
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bila mumîn dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re nekin dost. Kî wiha bike (li ser navê îman û îslamê) tu têkilîya wî bi Allah re namîne. (Eger hûn endîşe bikin ku dê zerar bidin can û mal û namûsa we û hwd.) ji bo hûn xwe ji wan biparêzin (bi gotinên xwe, xwe ji wan re wek dost nîşan dayîn) ne tê de. (Heke hûn vê ruhsetê bikin hincet/bahane û cihên dibe nabe de tawîz bidin û hûn ji bo dostanîya kafiran bihemikin) Allah, hûn ji nefsa xwe dide parastin (emr dike ku hûn ji wî bitirsin). Veger ji Allah re ye.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji xwe pê ve tu kesî (ku hûn sirrên xwe parve bikin û karên xwe yê di nav xwe de agahdar bikin) ji xwe re nekin hemsir/hemraz. (Lewre ew kafir) ji bo êşandina we tu carî xwe nadin paş. Kîna/Buxza wan di devê wan de eşkere ye. Lê tişt (kîn) a ku di singên wan de veşartî ye hê jî mezintir e. Eger hûn aqilmend in, birastî me ayetên xwe ji we re beyan kirine.
Va hûn wisan in! Hûn ji wan hez dikin lê ew ji we hez nakin. Hûn bi temamê Kitêbê îman tînin. Lê ew dema leqayî we tên dibêjin: “Me îmân anî.” Lê çi dema bi serê xwe tenê dimînin, ji kîna xwe ya li hemberî we serê tilîyên xwe gez dikin. Bibêje: “Bi kîna xwe bicehimin/bibelqitin!” Bêguman Allah zanayê bi tiştên di singan de ye.
Eger qencîyek bigihîje we, ew wan xemgîn dike, lê musîbetek bi serê we de bê, ew bi vê kêfxweş dibin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin, kemînên wan tu zerarê nade we. Bêguman Allah, li ser amelên wan (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.
Tu mizgîna ezabekî ji bo wan biêş û jan bide munafiqan!
Ew in ku, dev ji mumînan berdidin û kafiran ji xwe re dikin dost. Ma ew li cem wan li îzzet û rûmetê digerin? Bêguman îzzet û rûmet bitemamî aîdê Allah e.
Gelî ew ên îmân anîne! Dev ji mumînan bernedin û kafiran ji xwe re dost negirin. Ma hûn dixwazin ku di aleyha xwe de delîlekî eşkere bidin Allah.
Gelî ew ên îmân anîne! Cihû û filleyan ji xwe re nekin dost. Ew dostê hevdu ne. Ji we her kî wan ji xwe re bikin dost, muheqeq ew jî ji wan e. Bêguman Allah koma zilimkaran nagihîne hîdayetê.
Tu pirên wan dibînî ku ew kafiran ji xwe re kirine dost. Nefsa wan (ji bo roja qiyametê) çi tiştekî xerab teqdîmê wan kiriye. Allah li wan hate xezebê û wê di ezabê de bêdawî bimînin.
Eger wan bi Allah û bi pêxemberê wî û (Kitêb) a ji wan re nazil bûye pêbawer bûna, wan ji xwe re nedikirin dost. Lê pirên wan fasiq in.
Gelî ew ên îmân anîne! Bavên we û birayên we, eger kufrê di ser îmanê re bigirin wan ji xwe re dost negirin. Ji we kî wan ji xwe re bike dost, ha ew zalim bixwe ne.
Qewmekî ku bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe; tu nabînî ku ew hezkirinê didin wan kesên dijminantiya Allah û Rasûlê wî dikin, welew ku ew bavên wan an zaroyên wan an xwişk û birayên wan an eşîra wan bin jî. Evana, (ew kes in ku Allah) di qelbên wan de îman nivîsandîye û bi rûhekî piştgirîya wan kiriye. Wê wan bêxe wê cennetê ku di bin de çem diherikin û tê de ebedî dimînin. Allah ji wan qayîl bûye. Ew jî (ji Allah) qayîl bûne. Evana alîgirên Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên bi ser dikevin alîgirê Allah in.
Allah, enceq dostgirtina wan kesên ku ji ber dînê we bi we re şer kirine û hûn ji warên we derxistine û ji derxistina we re bûne alîkar nehiy/men dike. Kî jî wan ji xwe re bike welî/dost ha ew, yên zilimkar bixwe ne.