Melaîketên Mewtê

MIRIN Û AXÎRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

10ayet hatin dîtin
Melaîketên Mewtê
1

Nahl

Ayet: 28Rûpel: 269

Here Ayetê

Dema melâîket canê wan kesên ku li nefsa xwe zilim dikin distînin, dibêjin: “Me qet tu xerabî nedikir” û mil datînin/teslîm dibin. (Nexêr, ne wisan e!) Qet guman tune Allah, bi kar û kirinên ku we dikir, dizane.

2

Nahl

Ayet: 32Rûpel: 269

Here Ayetê

Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.”

3

Nahl

Ayet: 33Rûpel: 269

Here Ayetê

(Ew ên li nefsa xwe zilim dikin) ma qey lihêvîya tiştekî din in ku melâîket ji wan re bên an jî emrê Rabbê wan ji wan ras were? Ew ên berîya wan jî wiha kiribûn. Allah, zilim li wan nekir. Lê wan zilim li xwe dikirin.

4

İsrâ

Ayet: 92Rûpel: 290

Here Ayetê

“An jî wekî ku tu îdîa dikî asîman parçe parçe di ser me de bînî xwarê an jî wê tu Allah û melâîketan (bi awayê ku bi çavan bên dîtin) bînî pêşberî me.”

5

Enbiyâ

Ayet: 103Rûpel: 330

Here Ayetê

Ew tirsa mezin (ew tirsa dema vejîn û heşrê de) jî wan xemgîn nake. Melâîket wan pêşwazî dikin û wiha dibêjin: “Ev, roja ku ji we re hatibû weadkirin e.”

6

Furkân

Ayet: 21Rûpel: 361

Here Ayetê

Ew ên hêvî nedikirin ku wê leqayî me bên wiha gotin: “De bila melâîket di ser me de dakevin an jî me Rabbê xwe bidîta!” Sond be wan (bi pirskirina vê sualê) quretîyê kirin û bi bitirbûneke/bi harîtîyeke mezin ji hedê xwe borîn.

7

Furkân

Ayet: 22Rûpel: 361

Here Ayetê

Roja ku wê melâîketan bibînin ji bo gunehkarên mucrîm/sûcdar mizgînî tune. Û wiha dibêjin: “(Ya ku lihêvîya me ye) mehrûmîyeteke bêkêmasî ye!

8

Furkân

Ayet: 25Rûpel: 361

Here Ayetê

Esman bi ewran re wê rojê bibe parçe û melâîket jî di pey hev re bên daxistin.

9

Sebe'

Ayet: 40Rûpel: 432

Here Ayetê

Wê rojê, wê wan hemûyan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne. Paşê ji melaîketan re dibêje: “Ma ev bûn ew ên ku ji we re îbadet dikirin?”

10

Fussilet

Ayet: 30Rûpel: 479

Here Ayetê

Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”