Nêzîkîya Allah (ac) Ya Ji Evdan Re
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ku evdên min, pirsa min ji te bikin, bêguman ez nêzî wan im. Ez îcabetî dûaya kesê dûaxwaz dikim. (Herwiha) bila ew jî îcabetî daweta/vexwendina min bikin û îmân bi min bînin û bibin ji ehle rûşdê ku ( aqil û rastî û kemâlê ne).
Piştî islaha ser rûyê erdê (ku Allah bi tekûzî sererast kiriye) fesadîyê dernexin. Bi tirs û hêvî ji wî re dûa bikin. Bi rastî rahmeta Allah pir nêzîkî muhsînan (kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) e.
Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.
Bibêje: “Eger ez bixerifim, di aleyha xwe de dixerifim. Hîdayetê bibînim ev, bi ya ku Rabbê min li min wehîy kiriye pêk tê. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb e.”
Sond be, me însan xuliqand û nefsa wî çi wasewasê dide wî em çêtir dizanin. Em jê re ji rahjîyana/ji şahreha wî nêztirin.
Em ji we zêdetir nêzîkî wî ne, lê hûn nabînin.