Pêxember (ass)
PÊXEMBER (ASS)Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Muhammed, bitenê Rasûlek e. Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Ma qey dema ew bimire an jî bê kuştin, hûn ê li ser panîyên xwe paş de vegerin? Kî li ser panîyên xwe (ji dînê xwe an ji amelên xwe yên salih) paş de vegere, êdî ew qet nikare zerarekî bide Allah. Allah wê şikurdaran xelat bike.
Sond be Allah lutfeke mezin li mumînan kiriye ku ji wan re ji nav wan pêxemberek şandîye û ew ji wan re ayetên Allah dixwîne û wan (ji şirk û neqencîyê) paqij dike û wan hînî Kitêb û hikmetê dike. Bêguman dema berê de (berî ku pêxember hatibû) di nava rêşaşîyeke eşkere de bûn.
Gelî ew ên îmân anîne! Îtaetî Allah bikin û îtaetî Rasûl bikin. Û (îtaetî) ulu’emrên ji xwe/rêveberên ji xwe (yên muslîm ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah) bikin. Li ser mijarekî ku hûn li hev nakin de, eger hûn bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin (ji bo wê meseleyê çareser bikin) wê bibin cem Allah û Rasûlê wî. Ev, herî bixêrtir e û ji hêla encamê ve jî herî xweşiktir e.
Kesên zen dikin ku, bi ya ji te re hatîye daxistin (Qur'an) û bi (Kitêb) ên berî te nazil bûne îman tînin, te wan nedît? Digel bi înkarkirina wî hatine emirkirin ew dixwazin li ber taxût bên darizandin/muhakeme bibin. Şeytan jî dixwaze ku wan bi dalaletekî dûr (ku vegera wan a bi heqîyê ve pir zor e) bixerifîne.
Dema ku ji wan re te gotin: “(Ji bo çareserîya pirsgirêkên we) werin bi bal ya ku Allah nazil kiriye û cem Rasûl”, tu wan mûnafiqan dibînî ku heta ji wan tê ji te direvin diçin.
Kî îtaetî Rasûl bike, qet bêguman wî îtaetî Allah kiriye. Kî jî jê rû vegerîne me tu ji wan re bi parêzkarî neşandîye!
Dema ji wan re xeberek (der heqê) ewlehîyê de an jî li ser tirsê dihat, (ne digotin ka bandora vê xeberê di encamê de qenc e an xerab e) di cih de wê belav dikin. Eger ku wan ew xeber (berî ku ji hinekan re vebibêjin) ji pêxember re an jî ji rêveberên xwe re bibirana, ji wan ew ên ku jê hikum derdixistin û bi heqîqeta wê jî bizanibûna (ka ev xeber rast e an derew e û bi feyde ye an jî zerar e). Eger li ser we fedl û rahmeta Allah nebûna, ji hindikî we pê ve dê we hemûyan bida pey şeytan.
Kî jî piştî ku hîdayet jê re eşkere bibe û ew ji pêxember re muxalefetê bike û ji xeynî rêya mumînan li rêyeke din bigere em wî (bi xemilandina rêya batil) li ser wê rêyê dihêlin û wî dixin cehennemê. Ew der çi cihlêvegerekî xerab e!
Gelî însanan! Bêguman pêxember ji we re ji Rabbê we bi heq hatîye. Îmân (pê) bînin. (Ev) ji bo we ya herî bi xêrtir e. Eger hûn înkar bikin, bêguman li erd û esmanan çi hebe hemû aîdê Allah in. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.
Dema guhdarîya (wehîy) a ji pêxember re nazil bûye dikin, ji ber rastî wê heq a ku ji bo wan nas e tên tu yê bibînî ku hêstir/rondik ji çavên wan diherike. Dibêjin: “Rabbê me! Me îmân anî. (Her wiha) me bi şahidan re binivîse.”
Dema ji wan re tê gotin: “Werin bi bal (Kitêb) a Allah nazil kiriye û (werin cem) pêxember,” wiha dibêjin: “Tiştên me ji bav û kalên xwe dîtîye besî me ye.” Erê, ma bav û kalên wan qet bi tiştekî nizanîbûn û ne li ser rêya rast bûn jî (wê bidin pey bav û kalên xwe)?
Di nava wan de hin hene ku li pêxember ezîyetê dikin û wiha dibêjin: “Ew guhek e (ku guhê xwe dide her tiştî).” Bibêje: “Ew ji bo we guhekî bixêr e. Bi Allah îmân tîne/dihêne û ji mumînan bawer dike. Û ew mumînên ji we ne, ji bo wan rahmet e. Ji wan kesên ku ezîyet li Rasûlullah dikin re ezabekî biêş û jan heye.”
Ya Nebî! Bi kafiran û munafiqan re cîhadê bike û li hemberî wan dijwar be. Hêwîrgeha/sitargeha wan cehennem e. Ew çi sitargeheke xerab e.
Sond be Allah, li ser Nebî û Muhacir û Ensarîyan tobe îhsan kir. Wê gavê di nava wan de hindik mabû dilê hinekan biterişîya. Lê Allah tobeya wan qebûl kir. Lewre ew li ser wan (evdên xwe pir bi şefqet) Raûf û (pir bi merhamet) Rahîm e.
Ya Nebî! Tu ji Allah bitirse û xwe biparêze û îtaeta kafiran û munafiqan neke! Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Nebî, ji mumînan re ji nefsa wan herî nêzîktir/herî pêştir e. Hevjînên wî jî dêyên/dayîkên wan in. Li gorî Kitêba Allah ew kesên eqreba ne ji wan mumînên din û ji muhaciran zehftir nêzîkî hev in. Lê hûn qencîyekî li dostên xwe bikin ne tê de. Ev, di Kitêbê de hatîye nivîsandin.
Komek ji wan digotin: “Gelî Yesrîbîyan! Li wê derê ji we re cih tune, paş de vegerin.” Komek jî ji pêxember destûr dixwestin û digotin: “Malên me awret in/ne asêkirî ne.” Bi rastî malên wan ne bêparêzî/bêsitar bûn. Ew bi tenê dixwestin ku birevin.
Di tiştên ku Allah ji bo wî ferz kiriye de, li ser pêxember guneh tune. (Ev,) di nava qewmên berê de jî sunnetullah/qanûna Allah ya rewacdar bû. Emrê Allah qadereke dîyarkirî ye.
Ey Nebî! Me tu wek şahid û mizgînvan û hişyarker şandîye.
Gelî ew ên îman anîne! Berîya ku destûr bê dayîn nekevin mala pêxember. (Çaxê hûn ketin mala wî jî) li hêvîya dema xwarinê nemînin. Lê eger hûn ji bo xwarinê bêne gazîkirin herin û piştî xwarinê jî derkevin/belav bibin. Ji bo suhbetê rûnenin. Bêguman ev tiştê ku hûn dikin ezîyetê dide pêxember, lê ew fedî/şerm dike (ku vêya ji we re bêje). Allah ji gotina heqîyê şerm nake. Dema ku hûn ê tiştekî (ji jinên pêxember) bipirsin, li pişt perdê bipirsin. Ev, hem ji bo qelbên we û hem jî ji bo qelbên wan herî paqijtir e. Ji we re ebedîyen ne helal e ku hûn ezîyetê li Rasûlullah bikin û pişt wî de jinên wî li xwe mehr bikin. Bêguman ev li îndallah/li cem Allah tiştekî pir mezin e.
Ya Nebî! Eger jinên mûmîne ji bo beyatê bên cem te, ew qet tu tiştî ji Allah re nekin şirîk û dizîyê nekin û zinayê nekin û zarokên xwe nekujin û di nav lingên xwe de îftîrayekê neynin (zarokekî ku xeyrimeşrû welidandibin nisbetê mêrê xwe nekin) û di marûfê/qencîyê de ji te re îsyan nekin (li ser van mijara) beyata wan qebûl bike û ji bo wan ji Allah mexfîretê daxwaz bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.