Şertên Qebûlkirina Şefaatê
TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh nîn e. Ew (xwedî heyat û yê ku heyatê dide hemû mexluqatan) Hayy û (ji bo hebûnê qet ne muhtacê tu tiştî ye lê hebûna her tiştî girêdayîyê wî) Qayyûm e. Ne dihênije û ne jî xew pê digire. Li erdê û li esmanan her çi hebe yê wî ne. Ma heta îzna wî nebe kî dikare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştên ku mirov dikin û (tiştên ku) kirine pê dizane. Ew ji xeynî tiştên wî xwestî- ye, ji îlmê wî tiştekî fêm nakin. Kursîya wî erd û asîmân di xwe de vehewandîye/zeft kiriye. Parastina wan (erd û asîmanan) ji wî re giran nayê. Ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.
Wê rojê ji xeynî ew ê Rahmân destûr daye wan û ji gotina wan qayîl bûye pê ve şefaeta tu kesî wê feyde nede.
Bi tiştên pêşîya wan jî û li dû wan jî dizane. Ji wan kesên ku ew (Allah) ji wan qayîl e/razî ye pê ve şefaetê li tu kesî nakin. Û qelbê wan ji ber xofa/ji ber tirsa wî direcifin/dilerizin.
Li cem wî, ji xeynî kesê ku destûr daye wan pê ve şefaeta qet tu kesî feyde nade. Dema ku ji qelbên wan (melaîketan) tirs diçe wiha dibêjin: “Rabbê we çi ferman kir?” (Wek cewab hemû bi hev re) dibêjin: “Tiştê heq got. Ew, (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.”
Ji xeynî wî ew ên dûa ji wan re dikin, ne xwedîyê rayeya şefaetê ye. Enceq ew ên bizanebûn li ser heqîyê şahidî didin, ne tê de.
Li asîman gelek melaîket hene ku -ji xeynî wan ên ku Allah destûr daye pê ve- qet tu feyda şefaeta wan tune.