Teqlidkerî/Zehrkarî

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

8ayet hatin dîtin
Teqlidkerî/Zehrkarî
1

Mâide

Ayet: 104Rûpel: 124

Here Ayetê

Dema ji wan re tê gotin: “Werin bi bal (Kitêb) a Allah nazil kiriye û (werin cem) pêxember,” wiha dibêjin: “Tiştên me ji bav û kalên xwe dîtîye besî me ye.” Erê, ma bav û kalên wan qet bi tiştekî nizanîbûn û ne li ser rêya rast bûn jî (wê bidin pey bav û kalên xwe)?

2

A'râf

Ayet: 28Rûpel: 152

Here Ayetê

Dema (wekî tewafkirina Kâ'be’yê wek tazî) xerabîyekê dikin (wiha) dibêjin: “Me bavûkalên xwe li ser vê rêyê dît. Allah ev tişt li me emir kir.” Bibêje: “Bêguman Allah emrê xeranîyê/fuhşîyatê nake. Ma hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?”

3

A'râf

Ayet: 38Rûpel: 154

Here Ayetê

(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”

4

Tevbe

Ayet: 30Rûpel: 190

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Ûzeyîr, kurê Allah e.” Filleyan jî gotin: “Mesîh, kurê Allah e.” Ev gotinên devê wan in û peyvên kafirên berîya xwe dibêjin. Allah wan qehir bike/bikuje, çawa tên vegerandin?

5

Tevbe

Ayet: 31Rûpel: 190

Here Ayetê

Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.

6

Yûnus

Ayet: 78Rûpel: 216

Here Ayetê

(Wan jî) gotibûn: “Qey ji bo ku ji wê rêya me bav û kalên xwe li serê dîtin tu me vegerînî û li ser rûyê erdê mezinayî/otorîte ji we herduyan tenê re be ji me re hatî? Em bi we herduyan jî îmân naynin.”

7

Enbiyâ

Ayet: 53Rûpel: 325

Here Ayetê

Gotin: “Me bav û kalên xwe li ser perestîya/îbadeta wan dîtin.”

8

Lokmân

Ayet: 21Rûpel: 412

Here Ayetê

Dema ku ji wan re tê gotin: "Bibin tabîê tiştên ku Allah nazil kiriye.” Wiha dibêjin: “(Nexêr!) Berevajî, em ê bidin pey tiştên (kevneşop û adetên) ku me bavên xwe li ser wan dîtîye.” Erê ma şeytan wan gazî bal bi agirê ku alav jê dipeşikin ve bike jî (wê bidin pey rêya bavên xwe)?