Vejîna Piştî Mirinê
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.
Bi sondên asê sond xwarin û gotin: “Allah tu carî mirîyan navejîne.” (Nexêr, ne wisan e! Vejandina mirîya) weadeke heq e. Lê belê pirên însanan bi vêya nizanin.
Gotin: “Dema ku em bibin hestî û ax û xwelî, ma em ê bi xuliqandinekî nû bêne vejandin?”
Bibêje: “Dixwazin bibin kevir an jî bibin hesin!”
“An jî dixwazin bibin heyînekî ku hûn di dilê xwe de mezin dikin (hûn ê dîsa ji nû ve bên vejandin).” Wê bibêjin: “Ka kî dikare dîsa me bivejîne?” Bibêje: “Ew ê cara pêşî hûn xuliqandîye (dê we bivejîne)!” Wê serê xwe (bi biçûkdîtina te) bihejînin û bibêjin: “Ew kîngê ye?” Bibêje: “Dibe ku pir nêzîk be!”
Roja ku gazî we bike, hûn ê digel hemda jê re îcabetî wî bikin û hûn ê zen bikin ku qey demeke pir hindik li wir (li dinyayê) mane.
Allah her kî hîdayet bike, wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne, êdî tu ji wî pê ve ji wan re welîyan/dostan nabînî. Roja qiyametê em ê wan deverû/serdevkî, wek kor û lal û ker heşr bikin. Sitargeha wan cehennem e. Çi dema ku agirê wê kêm dibe, alavên bi erjeng/bi dehşet em ji bo wan zêde dikin.
Ev, cezayê wan e. (Sedema wê jî) înkar kirina ayetên me û ev gotina wan e: “Piştî wê dema em bibin hestî û tevlî ax û xwelîyê bibin, ma em ê bi xuliqandineke nû bên vejandin?”
Erê ma qey ew nabînin Allahê erd û esman xuliqandîye qadir e ku yên wekî wan jî bixuliqîne? Ji bo wan ecelan danîye ku di wan de qet tu guman tune. Lê zaliman (şûna/dêla ku bifikirin û fêm bikin) di kufrê de di ber didin/israr dikin.
(Digel ku qudreta Allah bêsînor e) însan wiha dibêje: “Dema ku ez bimirim, ma qey rast e ku ez ê carekî din bême vejandin û deranîn?”
Qey însan nafikire? Digel ku ew berê de ne tu tişt bû, paşê me wî xuliqand.
Sond bi Rabbê te ku em ê wan û şeytanan li hev bicivînin û muheqeq em ê wan li ser çokên xwe li dora cehennemê bidin amadekirin.
Qey nedîtin ku Allah çawa dest bi xuliqandinê dike û piştre jî (bi vejandinê) vêya çawa dubare dike? Bêguman ev ji bo Allah pir hêsan e.
Bibêje: “Li ser rûyê erdê bigerin û bifetilin ka Allah çawa dest bi xuliqandinê kiriye, bibînin. Paşê wê Allah, heyata axîretê bixuliqîne û heyî bike. Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.”
Ew ên ku ilim û îman ji wan re hatîye dayîn wiha dibêjin: “Sond be, hûn bi dirêjahîya dema nivîsandî (yanê,) heta roja ji nû ve vejandinê mane. Ha ev, roja vejandinê ye. Lê we pê nizanibû.”