Wehîy

QUR'AN Û KITÊBÊN SEMAWÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

9ayet hatin dîtin
Wehîy
1

Nisâ

Ayet: 163Rûpel: 103

Here Ayetê

Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.

2

En'âm

Ayet: 7Rûpel: 127

Here Ayetê

Eger me ji te re Kitêbeke li ser kaxizê nivîsandî nazil bikirana û wan destên xwe jî lê bidana (dîsa jî) ew ên kafir wê bigotana: “Ev, ji sêhreke eşkere pê ve ne tiştekî din e.”

3

En'âm

Ayet: 91Rûpel: 138

Here Ayetê

Dema ku gotin: “Allah ji tu beşerî re qet tiştekî nazil nekiriye” ewana qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/rêzdarîya wî negirtin. Bibêje: “(Nexwe ka bibêjin!) Ma ew Kitêb a Mûsa anîye ku ji însanan re nûr û ronahî ye û hûn wê parçe parçe li ser kaxizan dinivîsin û qismekî eşkere dikin û pirên wî jî vedişêrin û (bi wê Kitêbê) tiştên ku we û bavûkalên we pê nizanibûn hîn bûn, kî ji we re nazil kiriye?” (Eger cewab bidin te pir baş e! Lê eger sikût bikin ji wan re) bibêje: “Allah e!” Paşê tu dev ji wan berde, bila di batilên xwe de bileyzin û bigevizin.

4

En'âm

Ayet: 93Rûpel: 138

Here Ayetê

Ma ji wî kesê ku derew lihev tîne û bêbextîyê li Allah dike an digel tiştek jê re nehatîye wehîykirin jî dibêje: “Ji min re jî wehîy hatîye.” an jî dibêje “Wekî ku Allah nazil dike ez ê jî (Kitêb/wehîy) daxînim.” zalimtir kî heye? Xwezî dema ku taya mirinê bi wan digire/li ber sekeratê de te rewşa wan bidîta! Melâiket destên xwe dirêji wan kirine û (dibêjin): “De rohê xwe derînin! Îro ji bo ku we der heqê Allah de tiştên ne rast digot û we li hemberî ayetên wî quretîyê dikir, hûn ê bi ezaba ku bi riswatî bêrûmet dike re bêne cezakirin.”

5

Yûsuf

Ayet: 109Rûpel: 247

Here Ayetê

Me berîya te ji xelkên bajaran re, ji wan zilamên ku me jê re wehîy kiriye pê ve kesekî (wek rasûl) ne şandîye. Gelo qey li ser rûyê erdê nagerin ku binêrin ka aqûbeta yên pêşîya wan çawa bûye? Bêguman warê axîretê ji bo Mutteqîyan re bixêrtir e. Hûn aqil nagirin?

6

İsrâ

Ayet: 2Rûpel: 281

Here Ayetê

Me Kitêb da Mûsa û me ew (Kitêb) ji bo Benî Îsraîl kir rehberê hîdayetê da ku ji min pê ve ji xwe re tu kesî (ji bo hûn karên xwe bispêrnê û lê tewekkul bikin) nekin wekîl.

7

Lokmân

Ayet: 27Rûpel: 412

Here Ayetê

Eger hemû darên li ser rûyê erdê bibin qelem û behr jî (bibin hibr) û heft behrên din hebin (bibin hibr) û lê zêde bibin (û bixwazin kelîmeyên/ilmê Allah binivîsînin) dîsa jî kelîmeyên/ilmê Allah xelas nabin. Bêguman Allah, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

8

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 70Rûpel: 474

Here Ayetê

Ew ên Kitêb û (wehîy) a ku me pêxemberan pê şandîye, derewandine wê pir nêz de bizanibin/fêm bikin.

9

Şûrâ

Ayet: 51Rûpel: 487

Here Ayetê

Ji xeynî wehîykirinê an (axaftina) pişt perdê an jî bi îzna xwe bi şandina qasidek/melaîketek pê ve qet nabe ku Allah bi însanekî re biaxive. Bêguman ew yê ku (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.