Xwe Parastina Şirîk Çêkirina Ji Allah (ac) Re

TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

10ayet hatin dîtin
Xwe Parastina Şirîk Çêkirina Ji Allah (ac) Re
1

Nisâ

Ayet: 48Rûpel: 85

Here Ayetê

Bêguman Allah, qet tu carî şirk çêkirina ji xwe re efû nake. Ji xeynî vê (şirîk çêkirinê) ji kî re bixwaze wî efû dike. Kî ji Allah re şirîk çêke, bi rastî wî bêbextîyeke giran û gunehekî mezin kiriye.

2

Nisâ

Ayet: 116Rûpel: 96

Here Ayetê

Bêguman Allah tu carî şirîkatîya ku jê re bê kirin efû nake. Lê tiştên ji xeynî vê (şirkê), ji bo kî bixwaze efû dike. Kî jî ji Allah re şirîk çêbike ew ketîye nava xerifîyeke dûr (ku vegera jê pir zor e).

3

Nisâ

Ayet: 117Rûpel: 96

Here Ayetê

Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.

4

Mâide

Ayet: 72Rûpel: 119

Here Ayetê

Sond be ew ên dibêjin “Allah, Mesîhê kurê Meryem bixwe ye” bûne kafir. (Hal ev e ku) Mesîh gotibû: “Gelî Benî Îsraîl! Ji Allah re evdîtî bikin ku ew hem Rabbê min û hem Rabbê we ye.” Bêguman kî ji Allah re şirîk çêke, Allah cennet jê re heram dike. Sitargeha wî agir e. Ji bo zilimkaran tu alîkar jî tune.

5

Yûsuf

Ayet: 38Rûpel: 239

Here Ayetê

“Min da pey dînê bavên xwe Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb. Ji me re nabe ku em bi tiştekî ji Allah re şirîkan çêbikin. Ev hem ji me re hem jî ji însanan re lutf û îhsana Allah e. Lê pirên însanan şikur nakin.”

6

Hac

Ayet: 31Rûpel: 335

Here Ayetê

Ji wî re qet tu şirîk çênekin û (bi terikandina her cureyên wê) bi henîftî (evana bikin). Kî jî ji Allah re şirîk çêke her wekî wî kesê ye ku ew ji asîman ketîye xwarê û ew hêj li hewayê teyr xwe lê bidin (û parçe parçe bikin) an jî ba wî bi cihekî xewle û dûr ve berhewa bike.

7

Zumer

Ayet: 65Rûpel: 464

Here Ayetê

Sond be ji te re û ji (pêxember) ên berîya te re wiha hatîye wehîykirin: “Eger tu şirîk çêkî wê hemû amelên te pûç bibin û tu yê bibî wan ên xesirî.”

8

Zuhruf

Ayet: 45Rûpel: 491

Here Ayetê

Ji wan pêxemberên ku me berîya te şandine bipirse (em binêrin), me ji xeynî Rahmân qet tu îlâhên ku îbadet li wan tên kirin çêkiriye?

9

Cin

Ayet: 2Rûpel: 571

Here Ayetê

“Ew, bi ya herî rast ve hîdayet dike. Me jî îman pê anîye. Em ji Rabbê xwe re qet tu tiştî şirîk çênakin.”

10

Cin

Ayet: 20Rûpel: 572

Here Ayetê

Bibêje: “Ez enceq ji Rabbê xwe re dûa dikim û jê re qet tu tiştî şirîk çênakim.”