Zikir û Giringîya Wê
ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊRAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman di xuliqandina erd û esmanan de û di guherandina şev û rojê de, ji kesên aqilmend re ayet hene (ku ji xwe re encaman derxin; li ser bifikirin, yê ku van çêkiriye yek îlâhek bitenê ye û evdîtî jî enceq jê re bê kirin).
Ew in ku; li pîyan û runiştî û li ser kêlekên xwe dirêjkirî Allah zikir dikin. Der heqê xuliqandina erd û esmanan difikirin (û dibêjin): “Rabbê me! Te ev bê sebep/beyhude ne xuliqandîye. Em te ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin, tu me ji ezabê agir bisitirîne.”
“Rabbê me! Tu kî têxî agir bêşik te ew şerpeze/riswa kiriye. Qet alîkarê zaliman tune.”
“Rabbê me! Me, gazîkerê/bangvanê îmanê ku digot: “Îman bi Allah bînin!” seh kir û me hema pê îmân anî. Rabbê me! Tu gunehê me efû bike, neqencîyên me binixumîne û me digel Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) re bimirîne.”
“Rabbê me! Tiştên ku te ji pêxemberên xwe re wead kiribû bide me û me roja qiyametê riswa neke. Bêguman tu ji soza xwe navegerî.”
Rabbê wan jî îcabetî (dûayên) wan kir (û got): “Mêr dibe jin dibe ji we yên ku amel kiribin, amelên wan zayî/winda nakim. Hûn ji hevdu ne. Ew ên hicret kirine û yên ji war û welatên xwe hatine derxistin û ên di rêya min de tehdeyî (îşkence) dîtine û yên şer kirine û hatine kuştin, ez ê gunehên wan binixumînim û ez ê wan têxim cennetên ku di binê wan de çem diherikin.” (Ev xelat di muqabilê amelên wan de) berdêlekî ji îndallah e. Ew ê ku xelatên herî xweşik li cem wî ye Allah e.”
Bi lavelaveke ji dil û bi tirs û bi dengekî nizim/navincî sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike. Nebe tu bibî ji xafilan!
Ew in ku, wan îmân anîye û qelbê wan bi zikra Allah mutmeîn/aram û bi ewle bûye ev in. Baldar bin/Dîqat bikin! Qelb, enceq bi zikrullah mutmeîn dibin.
“Tu û birayê xwe bi ayetên min herin (cem Firewn) û zikirkirina min de sistîyê nekin.”
Ew in ku; dema navê Allah tê zikirkirin, qelbê wan dilerize û ji ber tiştên tê serê wan sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqên ku me daye wan înfaq dikin.
Sond be ji bo we di Rasûlullah de, ji ew ên ku hêvîya Allah û roja axîretê dikin û Allah pirzêde zikir dikin re nimûnetîyeke xweşik heye.
Ew ên muslîm û yên muslîmê û ên mumîn û yên mumîne û zilamên ji dilûcan bê navber evdîtîya Allah dikin û jinên ji dilûcan bê navber evdîtîya Allah dikin û zilamên dilrast/sadiq û jinên dilrast/sadiqe û zilamên sebirvan û jinên sebirvan û zilamên ku (ji Allah) bi rêzdarî ditirsin û jinên ku (ji Allah) bi rêzdarî ditirsin û zilamên sedeqe didin û jinên sedeqe didin û zilamên rojîgir û jinên rojîgir û zilamên îffeta xwe diparêzin û jinên îffeta xwe diparêzin û zilamên ku Allah pirzêde zikir dikin û jinên ku (Allah) pirzêde zikir dikin; bêguman Allah ji bo wan bexişandin û mikafatekî mezin amade kiriye.
Gelî ew ên îman anîne! Allah pirzêde zikir bikin.
Sibeh û êvarê wî tesbîh bikin.
Ew ê ji bo ku we ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne selatê li we dike. Melaîket jî (ji bo hûn bigihîjin pesnê/medhê dûa dikin). Ew, li ser mumînan bi merhamet e.
Roja ku leqayî wî dibin, peyva wan a pêşwazîyê ev e: “Silav!” Ji bo wan xelatekî pir bi qîmet amade kiriye.
Allah, herî xweşiktirê peyvan (Qur'an) wek Kitêb daxistîye ku hin ji wan (ayetan) dişibin hevdu û hin (ayet) jî dubare dibin. Ji ber vê, ew ên ji Rabbê xwe ditirsin çermê wan direcife/mûyê canê wan digijgije. Paşê qelbên wan û çermên wan ji zikra Allah re aram/nerm dibe. Ha ev, hîdayeta Allah e. Ji kî re bixwaze bi wê hîdayet dike. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.
Dema ku nimêj qedîya êdî li ser rûyê erdê belav bibin. Ji lutf û îhsana Allah bigerin. Allah pirzêde zikir bikin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.