Allah (ac) Ji Weada Xwe Navegere
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gotin: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Bibêje: “Ma qey we (li ser vê mijarê) ji Allah peyman sitendîye?” (Eger wisan be) Allah ji ehda xwe nazivire. Nexwe hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?”
Rabbê me! Di wê rojê de ku (pêk hatina wê) bêguman e, tu yê însanan li cem hevdu bicivînî. Muheqeq Allah ji ehda xwe navegere/nazivire.
“Rabbê me! Tiştên ku te ji pêxemberên xwe re wead kiribû bide me û me roja qiyametê riswa neke. Bêguman tu ji soza xwe navegerî.”
Eger (bi kitêbeke ku tê xwendin re) çiya bihata meşandin an bi wê erd bihata parçekirin an jî pê bi mirîyan re bihata peyivandin (bêguman dê ev Qur'an bûya) (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hemû emir/raye aîdê Allah e. Ma qey mumînan hêj jî fêm nekirine ku, eger Allah bixwesta wê hemû însanan bigihanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve heta weada Allah tê wê ji nîşka ve belayek bê serê kafiran ku wan serûbin bike an jî wê li nêzî malên wan de biqewime. Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Piştî ku îş/kar pêk hat û qedîya şeytan jî wiha dibêje: “Bêguman Allah ji we re ya rast wead kir û min jî sozek da we lê ez li ser soza xwe nemam. Li ser we qet tu hêzekî min tune bû. Min bi tenê gazî we kir û we jî îcabetî banga min kir. (Nexwe) lomeyan li min nekin. Bi tenê xwe bixwe bilomînin. Ne ez dikarim we xelas bikim û ne jî hûn dikarin min xelas bikin! Bi rastî, jixwe ji berê de jî şirîkatîya ku we bi min dikir min nas nekiribû/min red kiribû. Bêguman ji bo zaliman ezabekî biêş û jan heye.
Tu zen neke ku Allah ji wê ehda (alîkarîyê ku) daye pêxemberên xwe dê jê vegere! Bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku heyf/tol distîne) Zuntîqam e.
Li ser vê yekê Mûsa bi hêrs û xemgînî vegerîya cem qewmê xwe û got: “Gelî qewmê min! Erê ma Rabbê we weadeke xweşik nedabû we? Erê ma ew dem ji we re pir dirêj hat? Ya na we xwest ku xezeba Rabbê we li ser we bibara, ji bo vê hûn ji soza ku we dabû min vegerîyan?
Ew ji te bi lez ezab dixwazin. (Lê belê) Allah ji weada xwe qethîyen nazivire/venagere. Bi rastî rojeke li cem Rabbê te bi qasî hezar salên hûn dijmêrin e.
(Ev,) weada Allah e. Allah ji weada xwe navegere, lê belê pirên însanan nizanin.
Lê belê ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe diparêzin re xurfeyên/odeyên (ji bo mêvanên taybet hatine amadekirin) hene û li ser wan jî xurfeyên avakirî hene ku di binê wan de çem diherikin. Weada Allah… Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
(Nexwe) sebir bike. Bêguman weada Allah heq e. Ji bo gunehên xwe mexfîret bixwaze û sibeh û êvarê Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Dema ku wiha tê gotin: ada Allah heq e, der heqê qiyametê de qet tu guman tune.” We wiha got: “Qiyamet jî çî ye? Em nizanin. Me enceq gumanekî kir û em li ser yeqînê ne bawer in.”