Cîhad
HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji mumînan ew ên bê ûzr (ji cîhadê paş ve mane û) runiştî ne û ew ên bi mal û canê xwe fîsebîlîllah cîhad dikin ne wekhev in. Allah ew ên bi mal û canê xwe cîhad kirine bi dereceyekî ser wan ên runiştî re girtîye. (Ligel vê) Allah weada xweşîyê daye hemûyan. Allah, wan ên mucahîd bi mikafateke mezin di ser ên runiştî re girtîye.
Bêguman ew ên îmân anîne û hîcret kirine û bi mal û canên xwe fîsebîlîllah cîhad kirine û ew ên (van di warên xwe de) hewandine û alîkarîya wan kirine, ha evana dostên hevdû ne. Ew ên îmân anîne û hîcret nekirine jî heta hîcret nekin tu welayeta we bi wan re tune. Lê eger di mijara dîn de alîkarîyê ji we bixwazin, bi şertê ku ne li dijî qewmekî ku di navbera we û wan de peyman heye, hingê li ser we ferz e ku hûn alîkarîya wan bikin. Allah, karê ku hûn dikin dibîne.
Ma hûn avdayîna hacîyan û avakirina Mescîdu'l Heram, mîna (karê) wî kesê ku bi Allah û roja axîretê îmân anîye û di rêya Allah de (bi mal û canê xwe) cîhad kiriye weke hev digirin? Ew, li îndallah/li cem Allah ne wekhev in. Allah civata zaliman hîdayet nake.
Ew ên îmân anîne û hîcret kirine û di rêya Allah de bi can û malên xwe şer/qîtal kirine li îndallah/li cem Allah xwedî dereceyên herî mezin in. Ha ew ên gihîştine xelasîyê ew bixwe ne.
Bi barsivikî û bi bargiranî ve derkevin şer. Di rêya Allah de bi can û malên xwe cîhad bikin. Eger hûn bizanibin, ev ji bo we bixêrtir e.
Ew ên bi Allah û bi roja axîretê îmân anîne û bi can û malên xwe di rêya Allah de cîhadê bikin (ji bo li paş bimînin) ji te destûr naxwazin. Allah bi Mutteqîyan dizane.
Di rêya Allah de bi heqî/bi awayê lêhatî cîhad bikin. Wî hûn hilbijartîye. Di dîn de tengasîyek/zorahîyek li we bar nekirîye. (Bidin pey) milletê ceddê/bavûkalê xwe Îbrahîm! Wî (Allah) hem di berê de û hem di vê de we bi navê muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) navandîye ku, pêxember li ser we û hûn jî li ser însanan şahidî bikin. Nimêja xwe îqame/rasterast bikin û zekâtê bidin û xwe bi Allah ve bigirin. Ew, mewlayê we ye. Çi mewlayekî rind û çi dostekî xweşik!
Îtaeta kafiran neke! Û bi wê (Qur'anê) li dij wan cîhadeke mezin bike.
Kî cîhadê bike ew bitenê ji bo xwe cîhadê dike. Bêguman Allah ji aleman mustexnî ye (ne hewcedarê wan û evdîtîya wan e).
Ew ên di rêya me de cîhadê dikin, helbet em ê rêyên xwe (yên herî rast) nîşanî wan bidin. Bêguman Allah bi muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin re ye.
Mûmîn enceq ew kes in ku; îman bi Allah û bi Rasûlê wî anîne û paşê jî qet neketine gumanê û bi mal û canê xwe fîsebîlîllah cîhad kirine. Evana, yên sadiq bixwe ne.