Dawûd (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Calût û leşkerên wî) biîznîllah şikandin. Dawûd, Calût kuşt. Allah rêvebertî û hikmet da wî û tiştên ku daxwaz kiriye hînî wî kir. Eger Allah hin mirov bi hinekên din nedabûna qewirandin (ji qada dîrokê nebira) wê li dinyayê bêserûberî/alozî/tevlîhevî çêbûba. Lê Allah li ser aleman xwedî lutf û îhsaneke mezin e.
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Ji Benî Îsraîl ew ên bibûn kafir, bi zimanê Dawûd û Îsâyê kurê Meryem, hatin lanetkirin. Ev ji ber îsyankarî û ji hed borandina wan bû.
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Dawûd û Suleyman jî (bi bîr bîne)! Wê dema der barê çandinîya ku pez ketibûyê de hukim didan. Em li ser hukmê wan şahid bûn.
Me ew hikum (a biîsabet/licih) bi Suleyman dabû fêhmkirin. Me hikum/hikmet û ilim dabû her yek ji wan. Me çiyan û teyran xist bin emrê Dawûd da ku (pê re) tesbîh bikin. Yê (ku van) dikin em in.
Me çêkirina zirx hînî wî kir da ku (hûn bi wê zirxê) xwe di şer de biparêzin. Erê ma êdî hûn (ji van nîmetan re) ne şikurdar in?
Sond be, me ilim dabû Dawûd û Suleyman. Gotin: “Hamd ji bo wî Allahê re be ku em di ser gelek evdên xwe yên mumîn de girtine.”
Suleyman, ji Dawûd re bû waris (ket şûna wî). Got: “Gelî însanan! Zimanê teyran bi me hatîye hînkirin û ji her tiştî ji me re hatîye dayîn. Bêguman ev, (Belê ev,) lutf û keremeke vikîvekirî ye.”
Tu li hemberî gotinên wan sebir bike û evdê me Dawûd bi bîr bîne ku ew xwedî hêz bû. Bêşik berê wî her bi bal (Allah) ve bû.
Me çiyan dan bin emrê wî, hemûyan sibeh û êvarê ligel wî tesbih dikirin.
Û me hemû teyrên ku ref bi ref dicivîyan jî (dabûn bin emrê wî). Hemûyan ligel wî (tesbîh dikirin û) berê xwe didan (Allah).
Me hikumranîya wî xurt kir. Me hikmet û taybetîya qerardayîna biîsabet/axaftineke bandorker dabûyê.
Ma ew agahîya dawedaran (berberan/reqîban) gihîşte te? Dema xwe ji ser dîwara bilind ve avêtin (û ketibûn cem Dawûd).
Dema ketin cem Dawûd, ji wan tirsîya. Gotin: “Netirse! Em du dawedar in ku yekî ji me neheqî li yê din kiriye. Tu di navbera me de bi edaletî hukim bike, zilmê neke. Me bigihîne ser rêya rasterast.”
“Ev birayê min e. Not û neh mêşinên/pezên wî hene û yek mêşineke/pezeke min heye. (Ji min re) dibêje: “Wê jî bide min.” Di nîqaşê de jî bi ser min ket.”
Got: “Sond be bi xwestina tevlêkirina mêşina te ya bi ser yên xwe ve zilim li te kiriye. Bi rastî; ekserîyetê şirîkan dikevin heqê hevdu. Ew ên îman anîne û amelên salih dikin ne tê de. Ew jî çiqas kêm in!” Dawûd zen kir ku em wî îmtîhan dikin. Ji Rabbê xwe mexfîret xwest û çû rukûyê û berê xwe da (Allah).
Me vê, jê re bexişand. Bêguman li cem me nêzbûna wî û cihlêvegerekî wî yê xweşik heye.
Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.
Me Suleyman ji Dawûd re îhsan kir. Çi evdekî xweşik e ew. Lewre ew, berê xwe pir dida (Allah).