Di Şer De Helwesta Munafiqan

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

53ayet hatin dîtin
Di Şer De Helwesta Munafiqan
1

Âl-i İmrân

Ayet: 154Rûpel: 69

Here Ayetê

Paşê di pey vê rewşa tengezar de, ewlehîyê bi ser (komek ji nav) we de daxist û (ji ber vê ewlehîyê) hinek ji we hênijîn ew girtin. Komek jî ketibûn derdê canê xwe û der heqê Allah de weke gumanên xelkê cahilîyê fikarên ne di rê de dikirin. Digotin: “Ka di vî karî de (der heqê şer de) rayeyekî me yê qerardayînê heye?” Bibêje: “(Di mijara şer de) raye bi tevahî aîdê Allah e.” (Wiha dibêjin lê) ew tiştên ku nikarin ji te re bibêjin di dilê xwe de vedişêrin. Dibêjin: “Eger (dema qerar tên sitendin) rayeyekî me jî hebûya (ji bo şer em ji Medîneyê dernediketin û) em li vir nedihatin kuştin.” Bibêje: “Eger hûn di mala xwe de bimana jî yê ku kuştin jê re hatibûn nivîsîn wê ji mala xwe derketibana û biçûna cihê ku wê bimirin.” (Ev hemû) ji bo ku Allah ya di dilê we de biceribîne û ya di qelbên we de paqij bike ye. Allah, tiştên ku di singan de veşartî ne bi wan dizane.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 155Rûpel: 69

Here Ayetê

Roja ku her du artêş rastî hev hatin, ji we ên (pişta xwe dane şer û) revîyan; şeytan ji ber hinek (guneh) ên wan, xwest ku ewana ji rêya rast bişemitîne. Sond be Allah, ew efû kirin. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 156Rûpel: 69

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Hûn nebin wekî wan kafiran û wekî wan kesên ku der heqê birayên xwe yên ku diçûn şer an jî derketibûn rêwîtîyê, gotibûn: “Eger ew li cem me bûna ne dimirin an jî ne dihatin kuştin.” Allah ev (zenê wan a wekî “Eger li cem bûna ne dihatin kuştin”) di dilê wan de bike xem û poşmanî. Allah, divejîne û dimirîne. Allah tiştên ku hûn dikin dibîne.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 166Rûpel: 71

Here Ayetê

Roja ku her du artêş/ordî rastî hev hatin, tiştê hatibû serê we jî enceq bi destûra Allah bû. (Meqseda vê yekê jî) ji bo ku mumînên (li dij musîbetan de sebirvan in û der heqê Allah de xwedî hisnuzen in) eşkere bibin.

5

Âl-i İmrân

Ayet: 167Rûpel: 71

Here Ayetê

(Meqsedeke wî yên din jî) ji bo ku kesên munafiq jî bi eşkerehî diyar bibin. Dema ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Allah de şer bikin an jî mudafea (ya muslîman) bikin” wiha gotin: “Eger me bi şer bizanibana em ê bi we re bihatana.” Ew roj (a ku vê peyvê gotin) ew ji îmanê zêdetir nêzîkî kufrê bûn. Tiştên ku di dilê wan de tunebû (tiştê pê nebawer bûn) bi devê xwe digotin. Allah bi tiştên ku veşartine çêtir dizane.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 168Rûpel: 71

Here Ayetê

Ew ên (munafiq) ku; di malên xwe de runiştî ne û ji birayên xwe re wiha gotin: “Eger îtaeta me bikirana (ji Medîneyê dernekatana û neçûna Uhudê) ne dihatin kuştin” Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, de ka mirinê ji xwe dûr bixin (em bibînin).”

7

Nisâ

Ayet: 72Rûpel: 88

Here Ayetê

Bêguman di nav we de (ji bo derketina şer) hin kesên ku cangiranî dikin hene. Eger musîbetek bê serê we, wiha dibêjin: “Allah lutûf (qencî) bi min kir ku ez ne bi wan re bûm.”

8

Nisâ

Ayet: 73Rûpel: 88

Here Ayetê

Lê dema fedleke (qencî û nîmeteke) ji Allah bigihîje we, wekî ku di navbera we de (bi zahir pêwendîya hezkirinê û) dostanî qet tuneye wiha dibêje: “Xwezî ez jî bi wan re bûma da ku min jî qezenceke mezin bi dest xwe bixista.”

9

Nisâ

Ayet: 77Rûpel: 89

Here Ayetê

Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”

10

Nisâ

Ayet: 78Rûpel: 89

Here Ayetê

Hûn li ku dibin bibin -dixwazin di kelehên zexm û asê de bin jî- dîsa wê mirin bi we bigire. Dema xweşîyek bigihîje wan dibêjin: “Ev ji cem Allah e.” Lê dema xerabîyek tê serê wan dibêjin: “Ev, ji rûyê te ye.” Ji wan re bibêje: “Hemû ji Allah in.” Erê ma çi bûye ji vê qewmê ku qet tu gotinê fêm nakin.

11

Nisâ

Ayet: 91Rûpel: 91

Here Ayetê

Hûn ê hinekên din jî bibînin ku dixwazin hem ji we emîn bibin û hem jî ji qewmê xwe bi ewle bibin. Her cara ku îmtîhan dibin, xwe serberjêrkî davêjin (navê). Eger ew destên xwe bernedin û daxwaza emanê li we nekin û (ji şerê we) destên xwe venekêşin êdî wan bigirin û hûn li ku rastî wan hatin wan bikujin. Me di aleyha wan de delîleke/rayeyeke eşkere daye we.

12

Nisâ

Ayet: 141Rûpel: 100

Here Ayetê

Ew (munafiq) çavnêrîya rewşa we dikin. Dema ji we re ji îndallah fethek (serkeftin û xenîmet) bê, wiha dibêjin: “Ma em jî ne bi we re bûn?” Lê eger serkeftin bibe nesîbê kafiran (wê demê jî ji wan re wiha) dibêjin: “Ma me piştgirîya we nekir û me hûn ji mumînan neparastin?” Allah, roja qiyametê wê di navbera we de hukmê xwe bide. Allah, li hemberî mumînan qet rêyekî nade kafiran. (Hûn jî di mijara rêveberîya li ser xwe de û di îmamtîya nimêjê de û di zewacê de rayeya welayetê nedin wan û destûr nedin wan ku di der heqê jiyana we de bibin xwedî soz û raye.)

13

Enfâl

Ayet: 49Rûpel: 182

Here Ayetê

Wê demê munafiqan û ew ên di qelbê wan de merez/nexweşî heye digotin: “Dînê wan ew xapandin.” Lê kî xwe bispêre Allah, bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

14

Tevbe

Ayet: 42Rûpel: 193

Here Ayetê

(Ew wezîfeya/peywira ku tu gazî wan dikî) eger xenîmeteke ku bi dest xistina wê hêsan an jî rêwingîyeke kurt bûna, wê bidana pey te. Lê ew rêya bi meşeqet ji wan re giran/zor hat. Wê li ser navê Allah sond bixwin û bibêjin: “Eger taqata me hebûya bi rastî em ê bi we re derketana (seferê).” Ew (bi gotinên derew) xwe dibin helakê. Lê Allah baş dizane ku ew virek/derewker in.

15

Tevbe

Ayet: 43Rûpel: 193

Here Ayetê

Allah te efû bike! Hetanî yên rast digotin ji te re eşkere bibin û yên derewker jî li ser tehqîqê diyar nebin, ka çima te destûr da wan?

16

Tevbe

Ayet: 44Rûpel: 193

Here Ayetê

Ew ên bi Allah û bi roja axîretê îmân anîne û bi can û malên xwe di rêya Allah de cîhadê bikin (ji bo li paş bimînin) ji te destûr naxwazin. Allah bi Mutteqîyan dizane.

17

Tevbe

Ayet: 45Rûpel: 193

Here Ayetê

Lê belê ew ên bi Allah û bi roja axîretê îmân neanîne û di qelbê wan di şûbhê/di gumanê de ne, ji te destûrê dixwazin.

18

Tevbe

Ayet: 46Rûpel: 193

Here Ayetê

Eger wan bixwesta bi we re derkevin şer, dê ji bo wê hazirîya xwe bikirana. Lê Allah daxwaz nekir ku derkevin şer û li ber wan giran kir (ew şûnde hiştin) û ji wan re hate gotin: “Hûn jî bi rûniştîyan re rûnên.”

19

Tevbe

Ayet: 47Rûpel: 193

Here Ayetê

(Allah, li ser vê hîkmetê wan ji derketina şer men kir:) Eger ew bi we re derketana şer, wan ji tevdan û fesadîyê pê ve tiştek li we zêde nedikirin û ji bo fitne têxin navbera we, dê xebat bikirana/bişixulîyana. Di nav we de ên guh didin wan jî hene. Allah bi zaliman dizane.

20

Tevbe

Ayet: 48Rûpel: 194

Here Ayetê

Sond be evana berê jî dixwestin ku fitne derxînin û li dijî te hinek kar (ên kiret) digerandin. Axir heq cihê xwe girt û digel ku wan ne dixwestin jî emrê (daxwaza) Allah bi ser ket.

21

Tevbe

Ayet: 49Rûpel: 194

Here Ayetê

Qismekî ji wan jî dibêjin: “Destûra min (ji bo nederketina şer) bide û min nexe fitnê (ya jinên Rûman).” Dîqat bikin! Jixwe ew (ji bo nedin pey emrê Allah û Rasûlê wî bi çêkirina hincetan) ketin nava fitnê. Bêguman cehennem bi her alî dora wan kafiran pêçaye.

22

Tevbe

Ayet: 50Rûpel: 194

Here Ayetê

Dema ku qencîyek/xweşîyek digihîje te ev wan diêşîne. Lê eger xerabîyek/musîbetek bê serê te (wiha dibêjin:) “Me ji berê ve tedbîra xwe girtibû” û paşê bi kêfxweşî vedigerin diçin.

23

Tevbe

Ayet: 51Rûpel: 194

Here Ayetê

Bibêje: “Ji xeynî ku Allah ji bo me nivîsandîye pê ve qet tiştek nayê serê me. Ew mewlayê/dostê me ye. (Nexwe) bila mumîn bitenê xwe bispêrin Allah.”

24

Tevbe

Ayet: 52Rûpel: 194

Here Ayetê

Bibêje: “Ma hûn ji bo me ji her du xweşîyan (wekî şehadet û serkeftin) pê ve li benda tiştekî din in? Em jî ji bo we li hêvîyê ne ku Allah ji cem xwe an jî bi destê me ezabekî bigihîne we. Hûn çavlirê bin û bisekinin (em binêrin)! Bêguman em jî bi we re çavlirê û sekinî ne.”

25

Tevbe

Ayet: 53Rûpel: 194

Here Ayetê

Bibêje: “Hûn, çi bi dilê xwe an jî çi bê dilê xwe înfaq bikin. (Her çawa be jî) ji we nayê qebûl kirin. Lewre hûn, civateke fasiq in.”

26

Tevbe

Ayet: 65Rûpel: 196

Here Ayetê

Sond be, dema ku tu ji wan bipirsî wê bibêjin: “Em ketibûn nav xeberdanê û me xwe pê mijul dikir.” Bibêje: “Erê ma we tinazên xwe bi Allah û bi ayetên wî û bi Rasûlê wî dikir?”

27

Tevbe

Ayet: 66Rûpel: 196

Here Ayetê

Lêborînê nexwazin! Muheqeq piştî îmana xwe hûn bûne kafir. Em qismek ji we efû bikin jî ji bo ku hinekên we gunehkarên mucrîm in em ê ezab li wan bikin.

28

Tevbe

Ayet: 81Rûpel: 199

Here Ayetê

Ew ên (ji şer) paş de man û muxalefetê li Rasûlullah kirine bi rûniştina xwe kêfxweş bûn. Bi mal û canê xwe şer a di rêya Allah de xweş nedidîtin û gotin: “Di vê germê de dernekevin şer.” Bibêje: “Agirê cehennemê herî zêde germtir e.” Xwezî fêm bikirana.

29

Tevbe

Ayet: 82Rûpel: 199

Here Ayetê

Êdî ji ber (gunehên xwe) yên bi dest xistine bila kêm bikenîn û pir bigirin.

30

Tevbe

Ayet: 83Rûpel: 199

Here Ayetê

Eger Allah te ber bi civatek ji wan de (bi silametî) vegerîne û ew jî ji bo derketina şer ji te destûr xwestin bibêje: “Hûn tu carî bi min re dernakevin seferekî û tu carî bi min re li hemberî dijmin şer nakin. Lewre hûn cara pêşî bi rûniştinê qayîl bibûn. (Nexwe) hûn jî bi yên paş de mayînê rûnin.”

31

Tevbe

Ayet: 86Rûpel: 199

Here Ayetê

Dema sûreyek nazil dibe ku dibêje: “Bi Allah îmân bînin û bi Rasûlê wî re derkevin cîhadê,” ew ên dewlemend tên destûr dixwazin û wiha dibêjin: “Dev ji me berde ku em bi rûniştîyan re bimînin.”

32

Tevbe

Ayet: 87Rûpel: 200

Here Ayetê

Ewana qîma xwe bi rûniştina yên paş de mayînê re anîn. (Li ser vê) qelbê wan hate mohrkirin. Êdî ew fêm nakin.

33

Tevbe

Ayet: 90Rûpel: 200

Here Ayetê

Ji bedewîyan, ew ên lêborîna xwe xwestine ji bo ku tu destûrê bidî wan hatin cem te. Ew ên ku derew ji Allah û Rasûlê wî re kirin jî (bi yên paş de mayîn re) rûniştin. Ji wan ew ên kafir in wê ezabekî biêş û jan îsabetî wan bike.

34

Tevbe

Ayet: 93Rûpel: 200

Here Ayetê

Ew ên di aleyha wan de rê hatîye dayîn (ew ên tên lomandin/şermezarkirin), digel ku dewlemend in jî (ji bo ku dernekevin cîhadê) ji te destûrê dixwazin. Lewre wan qîma xwe anîne ku bi wan ên paş mayîn re runiştî bimînin. Allah qelbê wan mohr kiriye, êdî ew fêm nakin.

35

Tevbe

Ayet: 94Rûpel: 201

Here Ayetê

Dema ku hûn ji cîhadê vegerîyan dê werin ji we lêborîna xwe bixwazin. Bibêje: “Lêborîna xwe nexwazin! Em bi we bawerî naynin. Bêguman Allah hemû xeberên we ragihandîye me. Wê Allah û Rasûlê wî hemû kar û kirinên we bibîne û paşê hûn ê bi bal xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Dê we ji kar û kirinên we haydar bike.”

36

Tevbe

Ayet: 95Rûpel: 201

Here Ayetê

Dema hûn vegerîyan cem wan ji bo ku hûn dev ji (lomandin an jî ji cezakirina) wan berdin wê li ser navê Allah sond bixwin. Berevajî, êdî hûn (lome li wan nekin û ceza nedin wan) ji wan rû vegerînin. Lewre ew rics in/pîsîtî ne, ji ber keda (gunehên) wan ve sitargeha wan cehennem e.

37

Ahzâb

Ayet: 9Rûpel: 418

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Nîmetên Allah yên ku li ser we ne bi bîr bînin. Wê dema ku artêşan/ordîyan bi ser we de girtibûn, me jî bahoz û artêşên ku we nedidîtin bi ser wan ve şandibû. Allah, kar û kirinên we dibîne.

38

Ahzâb

Ayet: 10Rûpel: 418

Here Ayetê

Wê dema ku ew ji jor û ji jêr ve bi ser we de hatibûn. Ew çax, çav ji tirsa berevajî bibûn û dil hatibûn dev de. We, der heqê Allah de zen ên cuda/nelîrê dikir.

39

Ahzâb

Ayet: 11Rûpel: 418

Here Ayetê

Ha li wê derê, kesên mumîn hatibûn ceribandin û bi hejînekî dijwar hatibûn hejandin.

40

Ahzâb

Ayet: 12Rûpel: 418

Here Ayetê

Ew ên munafiq û yên di dilê wan de nexweşî hene wiha digotin: “Allah û Rasûlê wî ji xapandinê pê ve tu weadî li me nekirin (bi weadên vala me xapandin).”

41

Ahzâb

Ayet: 13Rûpel: 418

Here Ayetê

Komek ji wan digotin: “Gelî Yesrîbîyan! Li wê derê ji we re cih tune, paş de vegerin.” Komek jî ji pêxember destûr dixwestin û digotin: “Malên me awret in/ne asêkirî ne.” Bi rastî malên wan ne bêparêzî/bêsitar bûn. Ew bi tenê dixwestin ku birevin.

42

Ahzâb

Ayet: 14Rûpel: 418

Here Ayetê

Eger ji hemû alîyê (Medîneyê) ve biavêtana ser wan û paşê jî fitne (kafirbûn û şera bi mumînan re) ji wan bihatiba xwestin, wê di heman demê de vê daxwazîyê bi cih bianîna.

43

Ahzâb

Ayet: 15Rûpel: 418

Here Ayetê

Sond be berîya vê de, wan ehd dabû Allah ku wê ew nevegerin û nerevin. Ehda ku bi Allah hatîye dayîn (muheqeq) wê bê pirsîn.

44

Ahzâb

Ayet: 16Rûpel: 419

Here Ayetê

Bibêje: “Reva we ya ji ber mirinê an jî ji ber kuştinê qet tu feyde nade we. (Hûn birevin jî bi qasî ûmrê we yê mayî) ji demeke kurt pê ve hûn îstîfade nakin.”

45

Ahzâb

Ayet: 17Rûpel: 419

Here Ayetê

Bibêje: “Eger Allah ji bo we xerabîyê an jî rahmetê daxwaz bike, kî dikare we li hemberî wî biparêze (an jî ji rahmeta wî re bibe asteng)? Ew ji bo xwe ji Allah pê ve nikarin ne dostekî û ne jî alîkarekî bibînin.”

46

Ahzâb

Ayet: 18Rûpel: 419

Here Ayetê

Muheqeq Allah ji nav we bi wan ên ku astengker in û ji birayên xwe re dibêjin: “Werin cem me.” dizane. Jixwe ew ên wisan kêm caran (enceq bi sebebên rîyayê û navdarîyê) beşdarî şer dibin.”

47

Ahzâb

Ayet: 19Rûpel: 419

Here Ayetê

(Di demên ku ew kêm caran tên jî) li dij we xwedbîn/bexîl in. Tu dibînî ku dema tirs bi wan digire, weke (rênîna) wî yê ku ji xofa mirinê bi bêhişî ketîye li te dinerin. Lê çaxê tirs dibore jî wekî ku ji xêrê re pir zebun in bi zimanê xwe yê tuj bi we re diaxivin (we rexne dikin û we diêşînin). Evana îman neanîne, Allah jî amelên wan pûç/betal kiriye. Ev, ji bo Allah pir hêsan e.

48

Ahzâb

Ayet: 20Rûpel: 419

Here Ayetê

Wan, zen dikirin artêşan/ehzâb hêj (ji Medîneyê) neçûne. Eger ew artêş (careke din li Medîneyê) vegerîyana li çolê, wê bixwestana bibin weke wan ên (biyan/xerîb) ku di nava bedewîyan de agahîyên we ji wan dipirsin. Eger di nava we de bin wê pir hindik şer bikirana.

49

Ahzâb

Ayet: 24Rûpel: 420

Here Ayetê

Allah, kesên dilrast/sadiq, ji ber rastîya wan ve wê xelat bike; heçî li munafiqan jî eger bixwaze wê ezab li wan bike û bixwaze jî wê tobeya wan qebûl bike. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

50

Muhammed

Ayet: 20Rûpel: 508

Here Ayetê

Ew ên mûmîn dibêjin: “De bila der heqê (hukim û xêra cîhadê de) sûreyek daketa!” Lê dema sûreyekî hukmê wî eşkere dike nazil dibe, tu dibînî ku ew ên dilmerez (ji tirsa mirinê) bi awireke bêhişketî/velisî li te dinêrin. Tiştê ku jê ditirsin bê serê wan!

51

Muhammed

Ayet: 21Rûpel: 508

Here Ayetê

(Lê) îtaet û axaftina peyva xweş (hewce bû). Dema ku giringî li ser îş (emrê cîhadê) pêk bû, (eger) wan ji Allah re sedeqet nîşan bidana ev, wê ji bo wan bixêrtir bûna.

52

Fetih

Ayet: 11Rûpel: 511

Here Ayetê

Ji wan bedewîyên ku di paş de hatine hiştin wê ji te re bibêjin: “Mal û ehlên me em mijul kirin. (Ji derketina şer re bûne asteng). Ji bo me daxwaza mexfîretê bike.” Tiştê ku di qelbên wan de tune ye bi zimanên xwe dibêjin. Bibêje: “Eger Allah ji bo we zerarek an jî feydeyek teqdîr bike, li dij Allah kî dikare we biparêze? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah ji karên we agahdar e.

53

Fetih

Ayet: 12Rûpel: 511

Here Ayetê

(Nexêr!) Bi rastî we guman dikir ku pêxember û mûmînan, wê tu carî bi bal ehlê xwe ve nevegerin. Ev (raman), di qelbên we de hat xemilandin û we bi zena xerab zen kir û axir hûn bûne qewmekî mehkûmê tunebûnê û helak bûyî.