Însan Xelîfeyê Ser Rûyê Erdê Ye
ÎNSANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bi bîr bîne, dema ku Rabbê te ji melaîketan re got: “Ez ê li ser rûyê erdê xelîfeyekî bixuliqînim.” Gotin: “Ma tu yê yekî wisan ku li wê derê xwînê birjîne û fesadîyê derêxe bixuliqînî (bikî xelîfe)?” Hal ev e ku em te ji her sifetên kêmasîyê tenzîh dikin û ji te re hemd dikin û te teqdîs dikin. (Allah) got: “Bêguman tiştê ku hûn pê nizanin, ez dizanim.”
Ew ê ku we li ser rûyê erdê kiriye xelîfe ew (Allah) e. Ji bo ku we bi wan tiştên ku daye we biceribîne, ew ê ku dereceyên we hinekan li ser hinekan re girtîye (jî) ew e. Bêguman Rabbê te yê ku cezayê wî pir bi lez e/lezgîn e. Bêguman ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
“Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye? Bi bîr bînin! Piştî qewmê Nûh, (Allah) di şûna wan de (li ser rûyê erdê) hûn kirin xelîfe û di xuliqandinê de firehî (qam û qilafet û hêz) dabû we. Nexwe nîmetê Rabbê xwe bi bîr bînin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.”
“Bi bîr bînin! Piştî qewmê Ad (Allah) di şûna wan de hûn kirin xelîfe û li ser rûyê erdê bi cih kirin. We di deştên wan de koşk çêdikir û di çiyayên wan de jî xanîyan dikola. Êdî nîmetên Allah bînin bîra xwe û bi tevdanê li ser erdê alozî/zêdegavî/fesadê dernexin/nekin.”
Paşê, ji bo ku em bibînin ka hûn çawa amel dikin, me hûn di şûna wan de li ser rûyê erdê kir xelîfe.
Wî derewandin/tekzîb kirin. Me jî ew û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew (li ser rûyê erdê) kirin xelîfe. Me ew ên ayetên me derewandin jî di avê de xeniqand. De binêre ka aqûbeta wan ên hatine hişyarkirin çawa bûye!
(Ew bixêrtir in an) ew (Allah) ê îcabetî dûayê wî kesê di tengezarîyê de dike û xerabîyan diborîne û hûn li ser rûyê erdê kiriye xelîfe (bixêrtir e)? Ma bi Allah re îlâhekî din! Ma hûn çi qas hindik şîret digirin.
Ew ê ku hûn li ser rûyê erdê kirine xelîfe ew e. Kî jî bikeve kufrê di aleyha xwe de noqî kufrê dibe. Kufra kafiran li cem Rabbê wan ji xezeba (Allah) pê ve tiştekî li wan zêdetir nake. Kufra kafiran (ji bo wan) ji zîyanê pê ve tiştekî li wan zêdetir nake.
Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.