Îsmaîl (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin) Dema me Beytê/Kâ’beyê ji însanan re kir cihê civînê û herêmeke emîn/ewledar. Û me ji wan re wiha emir kir: “Hûn meqamê Îbrahîm ji xwe re bikin nimêjgeh (da ku hûn tê de nimêj bikin). Me wiha ferman dabû Îbrahîm û Îsmaîl: “Hûn Beyta min ji bo tewafkaran û îtîkafkaran û rukûvanan û secdebiran re paqij bikin.”
(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
Ma qey dema ku mirin bi ser Yaqûb de hatibû hûn li cem wî bûn? Wî ji zarokên xwe re gotibû: “Hûn ê di pey min de ji çi re îbadetê bikin?” Wan jî gotin: “Em ê ji îlâhê te re, ji îlâhê bapîrê te Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq re; ku ew îlâhekî bitenê ye û em jê re teslîm bûne.”
Bibêjin: “Me bi Allah û bi ya ku ji me re nazil bûye û bi ya ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan re nazil bûne û bi yên ji Mûsa û Îsa û yên hemû Nebîyan ku Rabbê wan daye wan re jî îmân anîye. Em (îmân bi hemûyan tînin û) tu ferqê naxin navbera yekî ji wan. Û em ew in ku bitenê teslîmî Allah bûne.”
Ma hûn dibêjin ku Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan Cihû an jî Fille bûn? Bibêje: “Ma hûn çêtir dizanin an Allah? Digel ku li cem wî ji îndallah (agahîyek heye) ji wî kesê ku şahidîyê vedişêre zalimtir kî heye? Allah ji amelên we ne xafil e.
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Îsmaîl û Elyesa û Yûnus û Lût jî (hîdayet kir). Û me ew hemû li ser aleman re girt.
“Hemd ji Allah re ku di kalîtîya min de Îsmaîl û Îshaq dane min. Bêguman Rabbê min dûayan dibihîze/îcabetî dûayan dike.”
Di Kitêbê de Îsmaîl jî bi bîr bîne! Ew, di soza xwe de sadiq û nebîyekî rasûl bû.
Emrê nimêj û zekâtê li ehlê xwe dikir. Ew li cem Rabbê xwe evdekî jêrazîbûyî bû.
Evana, ew in ku Allah nîmet daye wan; pêxemberên ji zurîyeta Âdem in û yên me bi Nûh re (di keştîyê de) kişandine û ji zurîyeta Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) in û me ew hilbijartine û gihîştandine hîdayetê ne. Dema ku ji wan re ayetên Rahmân têne xwendin bi kelegirî diçin secdê.
Îsmaîl û Îdrîs û Zelkifl... Hemû jî ji sebirkeran bûn.
Îsmaîl û Elyese û Zelkifl jî bi bîr bîne! Hemû jî ji yên bixêr/bijare bûn.