Li Ser Serwetê Dildayîya Zêde
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji însanan re hezkirina şehewatan (bi taybetî) jinan û zarokan û lod bi lod komkirina zêr û zîvan û hespên rewan û (pez û) dewaran û çandî û zevîyan hatîye xemilandin. Evana metaên (bihorbar ên) heyata dinyayê ne. Lê vegera xweşik (ku nîmetên heqîqî û bêdawî hene) li îndallah/li cem Allah e.
Bibêje: “Eger bavên we û zarokên we û xuşk û birayên we û jinên we û eşîra we û malên ku we bi dest xwe xistîye û tîcareta ku hûn ji zerarkirina wê ditirsin û xanîyên ku li xweşa we diçin; ji we re ji Allah û ji Rasûlê wî û ji cîhada di rêya Allah de şêrîntir bin, êdî heta emrê Allah tê bisekinin. Allah, civata fasiqan hîdayet nake.”
Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman ji ehbar (haham) û ruhbanan (keşeyan) pirên wan malên însanan bi neheqî dixwin û pêşî li rêya Allah digirin. Ew ên zêr û zîvan kom dikin û di rêya Allah de înfaq nakin hene, mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
Wê rojê ew (zêr û zîvên ku zekâta wan ne didan) di agirê cehennemê de têne sorkirin û enîya wan û kêlekên wan û pişta wan bi wan têne daxkirin (û ji wan re wiha tê gotin:) “Ha ew ên we ji bo xwe komkirine ev in. Êdî ezabê van tiştên we kom kirine tam bikin!”
Hin ji wan der heqê sedeqeyan de (ji ber ku teqsîmata te ne ecibandine) rexne li te dikin/dev davêjin te. Eger ji wê (sedeqeyê) parek bigihîje wan razî dibin û eger negihîje wan (tu dibînî ku) ji xezebê har bûne.
Eger ew bi tiştên ku Allah û Rasûlê wî daye wan qayîl bibûna û bigotana: “Allah besî me ye. Dê Allah û Rasûlê wî ji lutf û îhsana xwe bide me. Bêguman em dilê xwe bi Allah tenê ve girêdidin” wê çi bibûna?
Mêrên munafiq û jinên munafiq ji hevdû ne. Emrê xerabîyê dikin û ji qencîyê jî men dikin û destên xwe digirin (tamahîyê dikin). (Wan) Allah ji bîr kirin. Allah jî (bi bê alîkarî hiştine û bi tenê hiştina bi nefsa wan re) wan ji bîr kir. Bêguman kesên munafiq, fasiq bixwe ne.
Ji nav wan hinek jî wisa soz dabûn Allah (û gotin): “Sond be eger Allah ji lutf û îhsana xwe bide me bêguman em ê zekâta xwe bidin û bibin ji salihan.”
Çi dema Allah ji lutf û îhsana xwe da wan tamahî kirin û bi rewşeke bê eleqe de (ji soza xwe) rû vegerandin.
Dema hûn ji bo girtina xenîmetan diçin, ew ên (ji şer) di paş de mane wê bibêjin: “Bihêlin em jî di pey we de werin.” Dixwazin ku soza Allah biguherînin. Bibêje: “Hûn ê di pey me de newin/neyên. Lewre Allah, berê de jî wiha gotibû: “(Ew) wê bibêjin: “Ya rastî hûn hesûdî û çavnebarîya me dikin.” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew pir hindik fêm dikin.
Fey ên ku Allah ji welatên (fetihkirî) ji pêxemberê xwe re (îhsan kiriye); ji bo Allah û Rasûlê wî û eqrebayên nêz û sêwîyan û feqîrên miskîn/hewcedar û rêwingên di rê de mayî ne. Bi vî awayî bila (malê xenîmetê) nebe malekî ku bitenê di destê dewlemendan de digere (û ew ên maldar jî bi vî awayî li ser xîzanan serdestîyeke daîmî bi dest nexin). Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Qet guman tune Allah ew e ku, cezadayina wî dijwar e.
Ewana, ew in ku wiha dibêjin: “Hûn ji bo wan ên li cem Rasûlullah înfaqê nekin da ku belav bibin û herin.” Xezîneyên erd û esmanan yê Allah in. Lê ew ên munafiq fêm nakin.
Malên we û ewladên we her yek ji bo we enceq fitneyek in. Allah ew e ku xelata herî mezin li cem wî ye.
Bi qasî hêz û quweta xwe/bi qasî hûn dikarin ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bibihîzin û îtaet bikin. Wek xêr ji bo xwe înfaq bikin. Kî jî xwe ji qesîsîya nefsa xwe biparêze ha ew ên gihîştine xelasîyê ew bixwe ne.
Eger hûn deynekî xweşik/rind bidin Allah wê (berdêla wî) qat bi qat zêde bike û (gunehên we) bibexşîne. Allah (ew ê spasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Hûn hezkirineke pirzêde hez mal jî dikin.